Kifşkirina raportera mafên mirovan taybet bo Îranê, kiryareke sîyasî û derqanûnî
Kifşkirina raportera taybet a mafên mirovan jibo Îranê kiryareke sîyasî û biarmanc e û ev kara tam berovajî xala hevkarîya jibo jordabirina asta mafên mirovan û piştgirîya ji vê yekê ye.
Kazim Xerîbabadî alîkarê karên navnetewî û hevkarîyên navnetewî yê serokê navenda mafên mirovan a Îranê li 34`emîn civîna Konseya Mafên Mirovan a NY li bajarê Jênêvê bi pêkutîya ser vê mijarê got: Îran xwedîyê dêmokirasîya herîmezin li herêmê ye ku ji dînê islamê, dîrok û çanda civakê çavkanîyê digire û anegorî maqûlbûna islamî ye.
Alîkarê karên navnetewî û hevkarîyên navnetewî yê serokê navenda mafên mirovan a Îranê herwiha got: Yekem rapora Asime Cehangîr raportera nû, mixabin destkevt û pêşketinên Îranê di warê mafên mirovan da berçavv negirtine û anegorî dew û dozên pûç e.
Komara Islamî ya Îranê bicaran ragihandîye, raporên ku ji hêla raporterên taybet va tên amadekirinê, anegorî armanc û xerezên sîyasî û bi dilê hin welatên taybet in, lewma, Îran wan fermî nas nake. Armanca van cure raporana, reşkirina rewşa mafên mirovan li Îranê bi rêvebirîya hejmareke welatên endamê Konseya Mafên Mirovan e. Li halekî ku gellek ji welatên xwedî û piştgirê helwesteke wiha, xwe sebebkarê pirsgirêkên berfire yên warê mafên mirovan in. Yek ji mijarên ku li raporên mafên mirovan têkildarî Îranê dikeve ber rexneyan, meseleya darvekirina qaçaxçîyên madeyên hişber e. Madeyên hişber ên hanê li welatên cînar ên li rojhilata Îranê tên berhemanînê, yanî cihê ku hêzên NATO`yê li wir in. Komara Islamî ya Îranê di rastîyê da pêşîya qaçaxa madeyên hişber digire û salê bi sedan şehîdî di rêka têkoşîna li hemberî qaça adeyên narkotîkê dide.
Bêguman kifşkirina raportera mafên mirovan a taybetî Komara Islamî ya Îranê kiryareke sîyasî ye ku wekî darê destan jibo zordayîna ser Komara Islamî ya Îranê bi destê welatên rojavayî tê bikaranînê.
Komara Islamî ya Îranê welatek e ku anegorî dêmokirasîyê tê birêvebirin û hewcedarê raporterên taybetê mafên mirovan nnîe. Ruknên dêmokirasîyê li Îranê anegorî gellek welatan zêdetir û seratir in. Raporter divê jibo welatekî bê kifşkirinê ku di nava tepeserkirin û dîktatorîyê da be. Ev nêrîna durû nîşan dide ku pîvanên derhiqûqî sîya xwe dane ser Konseya Mafên mirovan a NY û ew xistine bin bandora xwe, li halekî ku tu pirsgirêka Îranê ligel kes an şexsê raporter tineye, meseleya sereke esas û hegera kifşkirina raportera taybet jibo Îranê ye. Heke mirov bala xwe bide ser welatên derdora Îranê û hin welatên din, xûya ye ku heke pêwîstî bi raporterê tabet hebe, gellek ji welatên hanê li rêza yekem in lê, derveyî vê pêvajoyê ne.