Adar 13, 2017 18:15 Asia/Tehran

Ser daxwaza alimên olî yên Behreynê, gelê vî welatî xwenîşandana jibo piştgiriya ji şêx Îsa Qasim rûhaniyê pilebilind ê Behreynê didomînin. Xwenîşandana piştgiriya ji şêx Îsa Qasim, wek `venegeriyana bo malê û berxwedan heya mirinê` hatiye binavkirinê.

 Gel û alimên Behreynê, mehkemekirina şêx Îsa Qasim wek mehkemekirina pênase û howiyeta olî û neteweyî ya gelê vî welatî dan zanîn û li xwenîşandana  bi roj û şev ên xwe li bara dûhatên  mehkemekirina muhtemel a şêx Îsa Qasim hişyarî dane Rejîma Alê Xelîfê.

Dadgeha  Rejîma Alê Xelîfe 27 Sibata buhurî dadgeha mehkemekirina şêx Îsa Qasim bavê menewî yê inqilaba gelanî ya Behreynê bo cara çendan  ji tirsa dûhatên  mehkemekirina wî paşde xistine.

 Ev mehkemekirina  li gorî dîroka  ragihandî biryar e roja sêşemiyê 14 Adarê were lidarxistinê. Ev roja  hevgav e bi derbasbûna  eskerên Erebistanê nav Behreynê jibo serkutkirina  gelê inqilabî yê vî welatî.

 Alê Xelîfe ji ber lawaziya  li nirxandin û pêşbînîkirina rast a dûhatên mejhkemekirina  şêx Îsa Qasim mehkemekirina wî paşde dixe û ev kara nîşanada  işkesta Rejîam Alê Xelîfe li hember viyana  gelanî li Behereynê ye. Li du heftiyên buhurî gelê navçên curbicure  Behreynê jibo piştgiriay ji rêberê menewî yê  inqilaba gelanî ya  Behreynê derketine kolan û çarsiyan û bereberê dîroka nû ya mehkemekirina  muhtemel a şêx Îsa Qasim hizûra xelkê li kolan û çarsiyan pir berfireh bûye.

 Alûgurên Behreynê ji Çilla 2016an  dema ku  mafê welatîbûnê ya  şêx Îsa  Qasim hat betalkirin û ew di hewsa di nava malê de bû derbasî qonaxeke  nû bûye.  Hizûra hişmendane  ya berdewam a  gel li navça  El-Derazê ya Menamê, cihê îmayîna  şêx Îsa Qasim kiriye wek navenda  hevgirtina  berfireh  a gel û alimên Behreynê. Navça Derazê li halkeê her roj  bûye cihê kombûna  alîgirên  şêx Îsa Qasim ku ev navçeya  ji aliyê eskerên behreynî rastî dorpêç û kiryarên sextgirane hatiye.

 Îdiaya  Rejîma  Alê Xelîfe  derheq vê yekê ku şêx Îsa Qasim cih û şûna xwe bi kar aniye jibo  xizmeta  berjewendiyên biyniyan, berfirehkirina  tund  û tûjî û bêtifaqiyên  eşîretî, nîşana  vê yekê ye ku  Rejîam Alê Xelîfe  her amûrekê bikar tîne ku  inqilaba gelê Behreynê rawestîne lê ev inqilaba  ji ber gelanîbûna xwe kok û bingeha wê xurt e û heya  bi ser nekeve  ranaweste.

 Liv û tevgerên Rejîma Alê Xelîfe li hember gel û alimên Behreynê  nîşana  berfirehbûna tund û tûjî û reftara  eşîrgeriyê tev inqilabiyan e ku piraniya gelheya Behreynê pêk tînin.

 Hizûra hemasî  û berfireh a gelê Behreynê li navça Derazê û kombûna  jibo piştgiriya ji şêx Îsa Qasim  hêza biryardayînê  ji Rejîam Alê Xelîfe  li hember vî rûhaniyê bibandor  li inqilaba  Behreynê istandiye .

 Eva beşdarî û hizûra peyameke  hişyariyê ye  bo Alê Xelîfe ku her cure destdirêjiya ser şêx  Îsa Qasim  wek aloztirbûna  rewşa Behreynê û tamulnkirina  dûhatên wê ye .

 Ji ber vê rewşê Rejîma  Alê Xelîfe riyeke hêsan girtine ber xwe  yanê berdewam dadgeha  mehkemekirina  şêx Îsa Qasim paşde dixin.