Adar 11, 2017 18:11 Asia/Tehran

Koma terorîst a Munafiqînê di çarçova pêngaveke hevdeng ligel sîyasetên Amerîkayê bi lidarxistina civînekê li Waşîngtonê û li şanoyeke sîyasî, xwest ku Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê têrorîst were binavkirinê.

Hevdengî û hevkarîya Amerîkayê û koma têrorîst a Munafiqînê çêrogeke dirêj heye. Peywendîya nêzîk û hevkarîya Amerîkayê ligel Munafiqînê xwe li veguhestina endamên vê komê ji baregehekê bo baregeheke din li Iraqê heta veguhestina wan bo Albanîyê û bertîlwergirtina hin sênatorên amerîkî ji serokê Munafiqînê bi merema axavtina bo piştgirîya ji wan nîşan daye.

Endamên koma têrorîst a Munafiqînê piştî zincîretêrorên li dijî gel û berpirsên Komara Islamî ya Îranê di destpêka serketina Inqilaba Islamî da, revîn Parîsê û bi destpêbûna şerê sepandî yê rêjîma Sedam ser Îranê da çûn Iraqê. Di bûyerên salên 1991 û 1992`an da, Sedam dîktatorê Iraqê, têrorîstên Munafiqînê jibo serkutkirina kurdan jî bikar anîn û opêrasyona jînosayda kurdên Iraqê darêşt ku di encamê da çend hezar jin û zarok hatin qirrkirinê. Lê dema ku rêjîma Sedam bi êrişa Amerîkayê têk çû, koma Munafiqînê di bin sîwana piştgirîyên Amerîkayê da ma û jibo heyamekê li kempa Eşrefê man û paşê bi hegera neyarîya dewleta Iraqê, endamên wê bo baregeha Lîbêrtîyê li nêzîkî Bexdayê hatin veguhestin û ji wir va jî bi lobîya Amerîka û Ingilîsê û bi hin wadeyan bera xwe dan Albanîyayê. Têrorîstên koma Munafiqînê di van hemî salan da hevgirtîyê Amerîkayê û hin welatên ewropî bûne.

Koma têrorîst a Munafiqînê demekê di lîsteya komên têrorîst a Amerîkayê da bû lê, dema ev koma kete xizmeta armancên Amerîkayê li dijî Îranê, navê wê ji lîsteya têrorîsmê ya Amerîkayê hat derxistinê, li halekî ku ev koma hela jî têrorê dike. Tevî belgeyên vebirr û tam li bara kiryarên têrorîstî yên koma Munafiqînê, wezîrê berevanîyê yê demê yê Amerîkayê, Donald Ramsfêld, di 25`ê Hezîrana 2004`an da cîgeha `` kesên parastî`` da endamên koma Munafiqînê.

Di Tîrmeha sala 2010`an da dadgeheke istînafê li Waşîngtonê hikim da ku ragirtina navê vê komê di lîsteya sazîyên têrorîst a Amerîkayê da karekî şaş e. Piştî 15 salan Amerîkayê di Îlona sala 2012`an da navê vê koma têrorîst ji lîsteya komên têrorîst derxist.

Bê guman amerîkî di van salan da bi dû wê bûne ku vê koma têrorîst wekî alternatîvekê ragirin, Ji ber ku koma Munafiqîn bi kiryarên xwe li Iraqê nîşan da ku bi rehetî dikare wekî bereyeke kirêgirtî di çarçova armancên dijminatîya ligel Îranê da cî bigire. Serkirdeyên vê komê jî jibo ku xwe wekî opozesyonekê nîşan bidin, hewl didin bi saya derfeta ku Amerîkayê û hin welatên ewropî pêk anîne, rûyê xwe yê rastî veşêrin. Civîneke bi vî rengî di Tîrmeha sala buhurî da li Parîsê jî hat lidarxistinê. Turkî Feysel şahzadeyê siûdî û serokê berê yê Sazîya Ewlehîya Erebistanê bi pişkdarîya li kombûna koma têrorîst a Munafiqînê û piştgirên wan li Parîsê proja nû ya liv û tevgerên koma Munafiqîn li dijî Îranê nimand. Dewama van liv û tevgerana û piştgirîyên nihênî û aşkira yên Amerîkayê ji koma têrorîst a Munafiqînê nîşan dide ku Waşîngton hela jî pişta komên têrorîst digire û ferq nake têrorîstên koma Munafiqînê bin û yan têrorîstên DAIŞ`ê bin.