Li Amerîkayê tiştek bi navê sînorê şexsî tineye
Cêymz Komî serokê Dayra Lêkolînên Fêdêral a Amerîkayê (FBI), li axavtinekê bi aramnca rewanîşandayîna sîxorîyên berfire li vî welatî got: Tiştek bi navê sînorê şexsî û taybet li Amerîkayê tineye.
Komî pêkutî kir, welatîyên amerîkî nabe çavlirê bin ku sînorê wan ê şexsî hebe. Ev gotin piştî wê ketin rojevê ku malpera deşifrekir a Wikîlêksê belgeyên nihênî yên Ajansa Lêzanînên Navendî ya Amerîkayê (CIA), weşandin. Li gorî wan belgeyan ku cebilxana saybêrî ya CIA`yê weşandin, şêwazê û emrazên guhdarîya ser telefonên hişmend, televîzyonên hişmend û şebekeyên civakî ji raya giştî re hatin gotin. Niha kifş bûye ku bi milyonan telefonên hişmend li Amerîkayê wekî alavên guhdarîya bi dizî ve, lêzanînên taybet û şexsî yên welatîyan didin ber destê sazîyên lêzanînê. Herwiha ew sazî dikarin bi rêya televîzyonên hişmend nihênîyên jîyana taybet a mirovan bidest bixin. Şopandina bi milyardan dane û agahîyên li şebekeyên civakî jî ji şêwazên din ên sîxorîya nûjen li Amerîkayê tê hesêb.
Eva li halekî ye ku parastina sînorê şexsî û taybet ê welatîyan û destnewerdana li jîyana rojane ya wan beşek ji nirx û pênaseya amerîkîyan bûye. Pergalên Lîbêral-Dêmokirat hertim ji ber berçavgirtina sînorên jîyana şexsî ya welatîyên xwe şanazî kirine û ji welatên ku van qayde û qiraran berçav nagirin, hertim rexneyan digirin. Niha bi idiaya berçavgiritna sînorên şexsî û mafên mirovan li welatên rojavayî, niha kifş bûye ku ev welatana gelek zêdetir ji hin welatên li halê pêşketinê sîxorîyê li bara welatîyên xwe dikin. Belgeyên ku malpera Wîkîlêksê û Êdvard Snodin karmendê berê yê CIA`yê belav kirine vê rastîyê diselimînin ku her karê ku amerîkî bi întêrnêtê dikin û her şîya ku bi telefonê dibêjin hemî dikevin ber destê dewletê.
Heke welatîyan televîzyonên hişmend jî hebin, wê demê çavên dewleta Amerîkayê li nav mala wan kesan e. Vê rewşê, civaka Amerîkayê şibandîye romana xeyalî ya ``1984`` a Corc orol. Ev romana di dema gurrbûna şerê sar jibo wesifandina civakên totalîtarîstî yên li pişt perdeya hesin li Sovyeta Berê û hevgirtîyên wê hatîye nivîsînê. Li gorî romana 1984`ê dewleta ser navê Birayê Mezin haya wê ji karê herî piçûk ê mirovan hebû û bi televîzyonên li dîwarên malan daliqandî çavdêrîya ser welatîyan dikir. Ev bûyera niha ne li welatên totalîtarîstî yên Biloka Rojhilêt belku li alahilgira herî mezin a pergala Lîbêral-Dêmokirat a li Biloka Rojava qewimîye.
Rayedar û berpirsê herî pilebilind ê dabînkirina elwehîya nav sînorên Amerîkayê ango serokê polîsên fêdêral jî li xwe mukur hatîye ku li vî welatî sînorê taybet û şexsî jibo mirovan tineye. Di rewşeke wiha da ev pirsa bêbersiv maye ku binpêkirina sînorên şexsî yên welatîyan çawan li dijî nirxên amerîkî û isûlên Lîbêral-Dêmokirasîyê nabin?