Civîna wezîrên karên derve yên Yekitiya ereban ji nehevdengiyan heya dewama siyasetên durû
Civîna wezîrên karên derve yên Yekitiya Ereban roja sêşemiyê li Misrê li halekeê hat li dar xistin ku ji ber beşdarnebûna wezîrên karên derve yên hin welatan cardinê kûrahiya pirsgirêk û dewama rêzbendiyên siyasî li vê yekitiyê nîşan da.
Eva li halekê ye ku helwêstên newekhev ên Yekitiya Ereban li bara qeyranên giring ku welatên erbî pêre rûbirû bûne cardinê ew rastiya ku ev yekitiya li warê siaysî û navneteweyî helwêstên hevseng û yeksan tine, nîşan daye. Civîna wezîrên karên derve yên welatên endamê Yekitiya Ereban roja sêşemiyê li halekê li Qahirê hat li dar xistin ku wezîrên karên derve yên ERebistan, Behreyn , Kuweyt û Qeterê têde beşdar nebibûn û Ehmed Qetan balyozê Erebistanê li Qahirê bi nuneratiya ji aliyê Adil Cubeyr wezîrê karên derev yê vî welatî li vê civînê beşdar bibû.
Valabûna kurisyên welatên erebî yên derdora kendava Farsê li civîna Yekitiya Ereban, kûrahiya pirsgirêk û bêtifaqiyê li Yekitiya Ereban eşkeretir kir. Yekitiya ku qaşo sembola yekitiya welatên ereb jibo damezrandian aşitî û aramî û hevkariya zêdetir li hemî waran e û bi van armancana hat avakirin lê niha bûye weke yekitiyeke bêbandor û amûreke siaysî jibo welatên mîna Erebistanê ku teê daxûyaniyan derdixîne bêyî kurêçareyeke bingehîn jibo qeyranên navçeyî ji wan mesela Filistînê, qeyrana Sûriyê, Yemenê û Lîbyayê raber bike.
Wezîrên karên derve yên ereban, li 147`mîn civîna Yekitiya Ereban bêyî ku ti rêçareye praktîkî raber bikin bi sloganekê ji welatên erebî û Îslamî xwestinbi kiryareke hevpar û berfireh avakirina welatê Filistînê bifermî nas bikin. Wan her wiha êriş û destdirêjiyên berdewam ên bajaroknişînên siyosnît ên fanatîk ser mizgevta Eqsayê tenê bi sloganan şermezr kirin û wê wek derbasbûna ji cixîza sor dan zanînê.
Propagende û helwestên rûvekî yên Yekitiya Ereban li bara Filistînî wisa bûye ku hin endamên vê yekitiyê ew protesto kirine bi curekê ku wezîrê karên derve yê Iraqê li vê civînê eşkere bal kişand ser mesela Filistînê û got : Divê dev ji xitabe û daxûyaniyên li bara mesela Filistînî berdin û jibo vê meselê di pratîkê de li dû rêçareyê bigerin.
li civîna navbuhurî daxwaza dewleta Iraqê ku Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derev yê Iarqê li civîna Yekitiya Ereban li Qahirê hilêxistibû, nehat hilkolandin.
Îbrahîm Ceferî li mersima destpêkê ya vê civînê ji welatên ereb xwestibû dawiyê bidine rawestandina endametiya Sûriyê li Yekitiya Ereban.
Ehmed Ebûqeyt, sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban li bara nehilkolandina ev daxwaza dewleta Iraqê li civîan rojnamevaniyê ku piştî vê civînê hat li dar xistinê got :Rewş jibo dayîna biryarê li bara vegeriyana Sûriyê nav Yekitiya Ereban û endametiay wê xweş nîne.
Yekitiya Ereban heta nexwestiye propagende û qaşo piştgiriya xwe ji gelê Sûriyê li hember êrişa terorîstan ser Sûriyê cih neaniye û heta komplo û cinayetên hin hukimdarên ereb bi hevkariya dewletên rojvayê li dijî gelê Sûriyê nuximandiye.
Jixwe Yekitiya Ereban dewsa ku bikeve av proseya çareserkirina qeyrana Sûriyê, di hember hewldanên navneteweyî û navçeyî jibo çareserklirina qeyrana Sûriyê berbend çê kirine û jibo rawestandina endametiya Sûriyê nav Yekitiya Ereban tev geriyaye.
Ev kiryara kirêt û nebaqil ku bi hewldana welatên Rojavayê cih hatiye zêdetir ji berê şopandina vê siasyetê ji aliyê Yekitiya Ereban jibo bidestxistian kontroal navçê nîşan da . Bêguman siaysetên wiha bi xerez pir derbe li cih û şûna Yekitiya Ereban daye ku çavên xwe ser pirsgirêkên welatên ereb girêdaye.