Hikmên dadgehên Amerîkayê, dewama zevtkirina darayî û milkên Îranê
Rojnama amerîkî ya New York Times`ê li raporekê nivîsî ku gorîyên êrişên têrorîstî ku dadgeheke amerîkî bêyî amadebûnê hikmek ser xêra wan û li dijî Îranê daye, niha di çarçova pêngaveke bêhema jibo cihanîna vî hikmî alîkarî ji dadgeheke Ewropayê xwestine. Çavkanîyên haydar ragihandin ku dadwerê dadgeha Logzamborgê ser vî esasî, bê deng û xeber, 1.6 milyard dolar ji darayîyên Banka Navendî ya Îranê zevt kirîye.
New York Times`ê li bara hegera balkişandina kêm ser vê kiryara dadgeha Logzamborgê nivîsîye ku pêvajoya dadwerîyê ya şopandina vê dosîyê tam nihênî bûy lê, hûrgilîyên dosîyê li nameyekê ku van rojana li Waşîngtonê dest bi dest digere, hatine ravekirin û şirovekirinê. Wer xûya dike parêzerên gorîyên navbirî çend rojan berî niha bi şandina vê nameyê jibo serokwezîrê Logzamborgê xwestine ku dewleta wî jibo sekinîna li hemberî hewldana Îranê ya jibo rakirina zevtkirina darayîyên xwe, alîkarîyê bide qaşo gorîyan.
Rûpelek ji wê nameyê jî jibo rayedarên pilebilind ên Qesra Sipî hatîye şandin. Mijara ku vê meseleyê lihevalîyayî dike eva ye ku şikayetnama ku bû sedema dayîna vê hikmê li dijî Îranê, malbatên gorîyên êrişên têrorîstî yên 11`ê Îlonê amade kirine.
Li gorî nebûna imkana wergirtina dirêf ji Îranê, cihanîna hikmê dadgehê ma ta ku hat ragihandinê ku 1.6 milyard dolar ji darayîyên Banka Navendî ya Îranê ku li gorî boykotan hatine zevtkirinê, li cem şîrketa Kilêr Strîmê li Logzamborgê tê ragirtinê. Sala buhurî parêzerên malbatên gorîyên 11`ê Îlonê dadwerek li Logzamborgê qanih kirin ku darayîyên Banka Navendî ya Îranê careka din zevt bike. Wan şikayetnameyek amade kirin û xwestin ku hikmek li bara imkana sûdwergirtina vî dirafî di çarçova cihanîna hikmê xîyabî yê dadgeha Amerîkayê bê dayînê.
Li êrişên 11 Îlonê, 19 dizên balafiran pişkdar bûn ku 15 ji wan welatîyên Erebistanê bûn. Raya giştî ya Amerîkayê, Erebistana Siûdî sûckarê van êrişana dizane lê, navê Erebistanê li lîsteya welatên qedexebûyî di warê çûyîna bo Amerîkayê da nîne. Di rewşeke wiha da di Nîsana sala buhurî da, Dîwana Bilind a Amerîkayê bo hikmekê rê da dadgehên Amerîkayê ku di çarçova şopandina dosîya dadxwazîya malbatên gorîyên êriş û sûcên têrorîstî da, darayîyên zevtbûyî yên Îranê jibo dayîna xerametê bikar bînin.
Li gorî vê hikmê, dadgehekê li Amerîkayê ragihand ku xizm û kesên 241 marînzên amerîkî ku di sala 1983`yê da di encama teqîna baregeha wan li Beyrûtê hatin kuştinê, dikarin heta 2 milyard dolarî ji darayîyên zevtkirî yên Îranê wekî xerame wergirin.
Komara Islamî ya Îranê bi hegera zevtkirina beşeke darayîyên Banka Navendî ya Îranê bi awayekî fermî dozek dijî Amerîkayê li Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê vekir lê sîyasetên dijminatîya Amerîkayê li dijî Îranê bi şêwazên curbicur didomin. Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê heta avahîyên Îranê li Amerîkayê jî dane kirê.
Rastî eva ye ku dijminatîya Amerîkayê li hemberî Îranê tenê mijara navokî nagire ber xwe û zevtkirina berdewam a darayîyên Îranê jî bûne beşeke vê dijminatîyê.
Obama di rojên dawîya karê xwe li Qesra Sipî, bi dirêjkirina boykotan û wajokirina qanûna dewama rewşa awarte li bara Îranê nîşan da ku hemî rê jibo dewama vê pêvajoyê vekirî hîştine.
Amerîka bi van karana sîyaseta tirsandina welatan ji Îranê dişopîne lê, tiştek din bi dû van hikman qewimîye ku ew jî zevtkirin û dizîna darayîyên Îranê di çarçova hikmên dadgehên Amerîkayê da ye. Niha ev pêvajoya li gorî planê bera xwe dide dadgeheke Ewropayê û Amerîka bi sênarîyoyan hewl dide dadgehan wekî warekî jibo rewanîşandana sîyasetên nemaqûl û bikîn ên xwe li dijî Îranê bikar bîne.