Siyasetên tund yên Yeketiya Ewrûpa li hemberî Tirkiyê
Ji ber devojeniya di navbera Tirkiyê û Almanyayê û gotinên tund yên Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê dijî Almanyayê, wezîrê karên derve yên hin welatên ewrûpî li hemberî van gotinên Erdogan bertekên tund nîşan dan.
Piştî gotinên dijî Almanyayê yên Erdogan serokkomarê Tirkiyê, gelek ji welatên ewrûpî ev gotinên wî mehkûm kirin, Dîdyê Rêndêrz wezîrê karên derve yê Biljîkayê bilî pûç zanîna van gotinên Erdogan , ev cure axivtina serokkomarê Tirkiyê bi şîdet şermezar kir.
Tîmo Soyînî wezîrê karên derve yê Fenlandê jî ragihand ku Pêwîst e Tirkiye her çi zûtirkê van cure krîzan çareser bike û serûberiyê bide van siyasetên xwe yên tawanbar kirina welatan.
Piştî ku dewleta Alman pîşiya civîna teblîqatî ya AKP li vî welatî bona haydana welatiyên Tirkiyê ku tê gotin milyonek û 500 hezar welatiyên Tirk li Alman dijîn girt, Receb Teyb Erdogan serokkomarê Tirkiyê dewleta Alman bi reftarên Faşîstî tawanbar kir.
Her ew gotinên Erdogan bûne sebeb ku dewleta Alman û parek pir ji welatên ewrûpî li hemberî van gotinan bertek nîşan dan.
Stefan Zaybêrt berdevkê dewleta Alman tawanên Erdogan serokkomarê Tirkiyê dijî welatê xwe û îdiayên wî ku dewleta Alman bi reftarên Nazîsmê tawanbar kiribû ret kir.
Karbidestên dine ewrûpî ev gotinên Erdogan dijî Alman mehkûm kirin û ji du aliyan xwestin ku sebr û hedariya xwe biparêzin.
Alman heta niha ji ber hegerên curbicur yên ewlehiya pîşiya sê civînên teblîqatî yên wezîrên dewleta Tirkiyê li nav axa xwe girtiye.
Dewleta Alman ragihandiye ku qet ew welata naxwaze pîşiya teblîqata li ser giştpirsiya qanûna bingehîn li Tirkiyê bigre , lê dewletên eyaletî ji ber hegerên curbicur yên ewlehiyê dikarin pîşiya van civînên wiha bigrin.
Dewleta Alman li mehên vê dawiyê bicaran ji siyasetên dewleta Enqerê bona binpê kirina azadiyên axivtinê û manê û berbend çêkirina li ser xebata rojnamevan û nûçegihanan rexne kiriye.
Alman herwisa nîgeraniya xwe ji ber girtina Denîz Yûsêl nûçegihanê rojnama almanî ya ``Dî-Wêlt`` ji aliyê dewleta Enqerê daye diyarkirin.
Helbet pevçûna dinavbera Yeketiya Ewrûpa û dewleta Tirkiyê ji ber meselên zave wekî berçav negirtina heq û mafê mirovan , berçav negirtina qanûna bingehîn, reftara dewleta Enqerê tev neyaran û medyayên ku ji Erdogan rexne dikin û siyasetên AKP li hemberî kurdên Tirkiyê ye.
Piştî darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya 15 Tîrmeha sala 2016 li Tirkiyê, peywendiya navbera Enqerê û welatên endame Yeketiya Ewrûpa aloztir bû û Tirkiyê ji henek welatên ewrûpî rexne kir ku wan li hemberî vê darbeyê bertekek zelal nîşan nedane.
.
Ji aliyê dinve welatên ewrûpî jî bicaran ji reftara Enqerê li hemberî darbeçiyan bi şîdet rexne girtine û ragihandine ku gor rêketina navbera Yeketiya Ewrûpa û Enqerê bona endambûna Tirkiyê bo nav vê yeketiyê, ev reftarên dewleta AKP`ê dijî vê rêketinê ye.
Ji aliyê dinve Dewleta Tirkiyê û hema Erdogan bi xwe jî netenê teslîmî xwestekên Ewrûpa nebûn ku siyaseta derveyî ya Tirkiyê pirtir paşe endambûna nav Yeketiya Ewrûpa kir û berê xwe daye welatên rojhilatê.
Yeketiya Ewrûpa niha xîncî viya ku nîgerane ku Enqere îdî ber bi endambûna bo nav Yeketiya Ewrûpa neçe, nîgeraniyekî din jî heye ew jî eva ku neke li vê giştpirsiyê xelkê Tirkiyê nizama parlemanî bi serokatiyê qebûl bikin ku eva dê bibe sebeb ku Erdogan siyasetên xwe yên zordarî û zextûzor anîna ser xelkê vî welatî û bitaybet neyaran bidomîne.
Ser bawera Konseya Ewrûpa eger li vê giştpirsiyê xelkê Tirkiyê dengên xwe bidin guhartina qanûna bingehîn û guhartina nizama parlemanî bi serokatiyê, wê çaxê hema Erdogan qudretekî zav digre destê xwe dikare wezîran bi xwe bibjêre û ji ser kar derxîne, ew dikare her cure xwestekek xwe ser xelkê Tirkiyê tehmîl bikeû ew bi dilê xwe dikare rewşa awarte li nav Tirkiyê îcra bike, eva li halekê ye ku eger xelkê Tirkiyê dengê erê bidin giştpirsiya guhartina qanûna bingehîn û nizama îdarî ya vî welatî ji parlemanî ber bi serokatiyê wê çaxê li mudehek kurt sîstema dadweriya Tirkiyê jî dê serxwebûna xwe ji dest bide.
Gotûbêjên li ser endambûna Tirkiyê bo nav Yeketiya Ewrûpa ji sala 2005 destpê bûn.
Yeketiya Ewrûpa û Tirkiyê li Adara sala 2016 rêketin ku lezê bidin gotûbêjên endambûna Tirkiyê bo nav vê yeketiyê û qirar bû ku Yeketiya Ewrûpa vîzaya welatiyên Tirkiyê ku dil hene herine vê yeketiyê hilîne û li hemberî vê yekê Tirkiyê jî soz da ku li kirîza penaberan alîkariyê bide welatên ewrûpî, lê rastî evaye ku siyasetên serkutkere dewleta Enqerê dijî neyaran bitaybet piştî darbeya leşkerî ya işkestxwarî bûye sebeb ku Yeketiya Ewrûpa ew soza ku dabû Enqerê ku vîzaya welatên Tirkiyê yên ku dil hene vê yeketiyê hilîne, cih neyîne, ev siyaseta bûye sebeba nerezamendiya zav a Tirkiyê ji welatên endame Yeketiya Ewrûpa.