Adar 04, 2017 17:34 Asia/Tehran
  • Xwepêşandana gelê Sûrîyê dijî destwerdanên Tirkîyê

Bi dû dagirbûna hin beşên axa Sûrîyê ji hêla artêşa Tirkîyê va, gelê parêzgeha Idlibê li bakûra rojavaya Sûrîyê bi xwepêşandanekê li sînorê Tirkîyê, xwestin ku erdên dagirbûyî bo axa Sûrîyê bên vegerandin.

Artêşa Tirkîyê û komên têrorîst ên ku Enqere pişta wqan digire, vê dawîyê hin beşên axa Sûrîyê dagir kirine, lewma gelê parêzgeha Idlibê li bakûra rojavaya Sûrîyê bi xwepêşandanekê li sînorê Tirkîyê, xwestin ku erdên dagirbûyî bo axa Sûrîyê bên vegerandin.

Tirkîyê bi idiaya têkoşîna li hemberî komên têrorîst, di 24`ê Tebaxê da opêrasyona Mertala Firatê li baûra Sûrîyê bi armanca piştgirîya ji komên têrorîst ên dijberî dewleta Sûrîyê destpê kir.

Sûrîyê di meha Tebaxa sala 2016`an da bi şandina du nameyên cida bo sêkrêtêrê giştî yê NY û serokê Konseya Ewlehîyê, tevî şermezarkirina opêrasyona leşkerî ya artêşa Tirkîyê li bakûra Sûrîyê, ew binpêkirina serwerîya wî welatî û cinayeta cengê û cinayeta dijî mirovantîyê da zanînê.

Qeyrana Sûrîyê ji sala 2011`ê va bi êrişa berfire ya komên têrorîst ên ku Erebistan, Amerîka û hevgirtîyên wan ji wan Tirkîyê bi armanca sernixûnkirina dewleta qanûnî ya Bişar Esed serokomarê Sûrîyê destpê bûye.

Bêguman destwerdanên berfire yên bîyanîyan li karên Sûrîyê û binpêkirina serwerîya vî welatî bûne sedema dilgiranîya gelê Sûrîyê ku pêrgî cinayet û serdestîxwazîyên komên têrorîst û tekfîrî bûne. Gelê Sûrîyê li gorî destwerdan û destdirêjîyên Tirkîyê û qaşo hevalbendîya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê bi serkirdetîya Amerîkayê li welatê Sûrîyê ku bi heceta sekinîna li hember têrorîstan pêk tên, niha dibînin ku hin welatên hanê û têrorîst deverên Sûrîyê û axa wan radestî hev dikin. Li gorî nêrîna gelê Sûrîyê xeterên têrorîstan û welatên destdirêjker ên wek Tirkîyê jibo Sûrîyê wekî du alîyê tiştekî ne ku armanca giştî perçekirina Sûrîyê di çarçova timahkarîyên Amerîkayê di şiklê plana Rojhilata Navîn a Nû da dişopînin.

Di rewşeke wiha da, israra rayedarên Tirkîyê ser berfirekirina liv û tevgerên xwe yên destdirêjkerane li Sûrîyê ji berê zêdetir timah û çavberdana Tirkîyê ser axa Sûrîyê nîşan didin.

Dijwarbûna liv û tevgerên leşkerî yên Tirkîyê li Sûrîyê û binpêkriina berfire ya serwerîya vî welatî li halekî ne ku Tirkîyê li gorî daxûyanîya Moskovê (daxûyanîya hevpar a Îran, Tirkîye û Ûrsêt) û civînên Astanê soz daye ku rêzê li yekperçetîya axa Sûrîyê bigire. Di daxûyanîya Moskovê da herwiha pêkutî hatîye kirin ku kêşeya Sûrîyê rêçareya leşkrî tineye û piştgirî dane rola NY di warê hewldana jibo çareserkirina vê qeyranê li gorî biryarnama 2254 a Konseya Ewlehîyê ya NY.

Li gorî kiryarên neqanûnî û destwerdane yên Tirkîyê, dewleta Sûrîyê bi wêdadayîna bijareya bersivdayîna tolhildanê ku mafê qanûnî yê welatan li hemberî xetakaran e, kiryara derveyî erf û edeta navnetewî ya Tirkîyê bi şêwazên qanûnî li NY û Konseya Ewelehîyê ya vê sazîyê dişopîne. Eva li halekî ye ku gelê Sûrîyê jî bi lidarxistina xwepêşandanan bêzarîya xwe ji kiryarên bikîn ên Tirkîyê li dijî gelê Sûrîyê nîşan daye.

Bertekên berfire yên rayedar û gelê Sûrîyê di van mehên dawîyê da li hemberî macerahezîyên Tirkîyê li navçê ku bûne sedema binpêbûna berdewam a serwerîya Sûrîyê pêk hatine ku nîşana neyarîya li hemberî sîyaseta derve ya macerahezane û gêresaz a Tirkîyê li herêmê ne û herwiha nîşan didin ku sebra dewlet û gelê Sûrîyê li hemberî destdirêjîyên Tirkîyê ber bi kutabûnê ye.