Adar 03, 2017 17:19 Asia/Tehran
  • Hişyariya komîsyona Ewrûpayê li bara cihanîna cizaya li dijî welatên YE

Komsîyona Ewrûpayê hişyarî da ku dê welatên Yekitiya Ewrûpayê yên ku penaberan wernagirin, ciza bike. Ev saziya Yekitiya Ewrûpayê roja pênşemiyê li daxûyaniyekê bi hişyariya li bara vê yekê ku dê welatên ku penaberên ku ji Îtalya û Yewnansiatnê derbasî nav van welatan bûne wernegirin, dê ciza bike û ji welatên endam xwest ku teybîrên neteweyî jibo rawestana li hember koçeriya neqanûnî xurt bikin.

Hişyariya komîsyona Ewrûpayê ji ber sersariya hin  welatên YE li bara cihanîna  biryarên vê komîsyonê li warê pişka  kivşbûyî jibo wan  jibo wergirtina  penaberan, cih hatiye.

 Heya niha 13500 penaber ji Yewnanistan û Îtalyayê hatien guhestin bo welatên  YE li halkeê ku  welatên YE li Îlona 2015an  berpirsiyar bibûn ku 160 hezar penaber di du salan de ji ber pişka  kivşbûyî jibo her welatekî qebûl bikin.

Armanca cihanîna  plana  komîsyoan Ewrûpayê, xurtkirina  hevgitina tev van penaberan bû ku jibo revîna ji cengê li welatênmîna  Sûriye, Iraq û EFxansitanê  berê xwe dabûn Ewrûpayê.

Lê dîsa jî, Poland, Otrîş û Hangrîn beşdarî vê planê nebibûn û li gorî rapora komsîyona Ewrûpayê, çend welatên  din yanê Komara Çêkê, Bulxarstan, Kirowasî û Slowakî jî li vê meselê pir kêm beşdarî kirine. Her ev meseleya  bûye sedema  gefa bêmînak a komîsyona  Ewrûpayê.

Niha du tevger an du nihêrînên tam cida di asta civakan  û  dewletên ewrûpî de li bara çawaniya wergirtina penaberan heye.

 Tevger an nihêrîna  ewilî reftara erênî tev mesela penaberan e ku li sê salên buhurî pêla hereketa wan  ber bi Ewrûpayê rewan bûye bi curekê ku  tenê di salên 2015an û 2016an  zêdetir ji 2 milyon kes ji wan  berê xwe dane  Ewrûpayê.

 Birek ji welatên YE yên mîna  welatên  mezin ên ewrûpî yanê Almanya û Fransa li kêleka Îtalya, Yewnansiatn, Spanya û hin  welatên din ên ewrûpî daxwaza rêveberiya  vê qeyranê ji riya  pêkanîna sîstema kivşkirina pişkan jibo  wergirtina  penaberan navbera welatên  endamê NY dikin. 

 Li vê navbera Almanya wek welatê herî mezin ê ewrûpî li çarçoveya siaysetên  deriyên vekirî pêşewaziya penaberan kir herçend ku paşê dema pêla  wan a milyonî dît, Engela Mêrkêl serokwezîra Almanyayê hinekî helwêsta xwe ediland û daxwaza rêveberiya  derbasbûn û wergirtina  kontrolbûyî ya  penabran kir.

  Lê ji aliyê din ve hinek welatên ewrûpî ji hemen destpêkê ve reftareke  nebihevaltî û bi dijminatî li hember penaberan û wergirtina wan  hebû û xwest ku pêşiya derbasbûna wan were girtinê.

 Ev grûpa welatên ewrûpî yanê Otrîş bi hevrêtiya  welatên  rojhilat û navenda Ewrûpayê yên mîna Hangrîn, Slowakî, Çêk, POland, Bulxarsiatn, Slowonî û Krowasî dijberê wergirtina  penaberan li gor plana  kivşkirina pişk û paran  bo penaberan in plana ku ji aliyê komîsyona Ewrûpayê jibo parvekirina  panberan  navbera welatên YE û wergirtina wan ji aliyê hemî welatên  vê yekitiyê hatiye diyarkirin.

Li berteka li hember vê meselê komsîyona Ewrûpayê eşkere ragiahndiye ku  ger welatên  endam penaberên hanê wer negrin dê wan ciza bike.

 Lê wer nayê xûyanê ku ev gefa nû ewqas bandorê bike ser helwêstên  serhişkane yên hin  welatên ewrûpî li hember wernegirtina penaberan .