Adar 02, 2017 19:56 Asia/Tehran
  • Êrişa eskerên Tirkiyê ser pêgehên kurdên Sûriyê

Hêzên nav Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wan dike, çend gundên bin kuntrola kurdên Sûriyê xistine bin destê xwe.

Şervan Derwêş berdevkê konseya eskerî ya Minbicê li bakûra Sûriyê duh çarşemê ragihand ku hêzên nav Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wan dike, çend gundên bin kuntrola kurdên Sûriyê xistine bin destê xwe.

Tê gotin ku ku konseya eskerî ya Minbicê baskekî Hêzên kurde Yeketiya Demokratîka Sûriyê ku Amerîka piştevaniya wan dike.

Gotinên Şervan Derwêş nîşana viyaye ku hêzên neyarê dewleta Şamê û piştevanên wan yên erebî-rojavayî rastî guhartinekî nû hatine û eva rewşa nav Sûriyê lihavaliyayî tir dike.

Eva tê vê wateyê ku bo nimûne Amerîka û Tirkiyê ku hetanî duh piştevanên wan grûpên terorîstî yên neyarê dewleta Beşar Esed serokkomarê Sûriyê bûn, gor guhartinên nû ewna niha li du bereyên dijî hevdu rawestane.

Helbet ji wê çaxê ku hêzên biyanî ketine meydana gotûbêjên siyasî li nav Sûriyê pêşbînî dihate kirin ku Amerîka û Tirkiyê bibin dijberê hevdu, herwisa ku pêşbînî dihate kirin ku Tirkiye liv û tevgerên xwe li nav axa Sûriyê pirtir bike û bi mihana êrişa ser grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê êrişî ser bajarê Babê bike û paşê jî pêşbînî dihate kirin ku artêşa Tirkiyê li dewama destdirêjiya xwe dê ber bi Minbic û Reqayê herin.

Helbet mirov dikare bêje ku ji ber hedef û armancên welatên navçê û yên derve ji navçê yên ku heta duh piştevanê neyarên dewleta Şamê bûn, niha bûye sebeb ku siyasetên wan hêdî hêdî bi hevra ferq bike û em dibînin ku li meydana siyasî û rikeberiyên nav Sûriyê îdî ewna rastî şepirzetiyekê hatine û hema bi xwe jî mane ku çi bikin.

Gotinên vê dûmahîkê yên Erdogan serokkomarê Tirkiyê li bara vê yekê ku hêzên artêşa Tirkiyê dê piştî girtina bajarê Babê li nav axa Sûriyê dê ber bi Minbic û Reqayê herin bibaşî siyasetên navçeyî yên Tirkiyê li hemberî welatên cînar nîşan dide û bibaşî nîşan dide ku karbidestên Enqerê li nav axa welatên cînar li dû çi digerin.

Tirkiye heta vê dûmahîkê wisa nîşan dide ku xuliqkarê sereke li bara Sûriyê ji gotûbêjên Astanê hetanî Genevayê ev welata ye û Enqerê dixwest wisa nîşan bide ku ew welata jî dixwaze kirîza Sûriyê ji riya dîplomatîk were çareserkirin lê rûdawên van çend rojana nîşan da ku li nav Sûriyê bi dû hedef û armancên xwe ye.

Her li vê barê Ewnî Salêh Hemsî lêkolê meselên navnetewî û karzanê meselên siyasî yên Tirkiyê bawere ku van siyasetên nû yên Enqerê li hemberî Sûriyê nîşan da ku vî welatî hemû ew sozên ku li civînên wekî Astanê didan, binpê kirine.

Wî ragihand, piştî ku Amerîka ragihand ku navçeya êmin li nav axa Sûriyê çê dike, Tirkiyê ew sozên ku li civînên Astanê dabûne welatên wekî Rûsiyayê û Îranê hemû binpê kirin.

Gor nûçeya belavbûyî Amerîka dil heye navçeya êmin li nav axa Sûriyê çê bike û li vê navberê hatiye ragihandin ku Qeter û Erebistanê jî diravê vê terha Amerîkayî li nav axa Sûriyê didin.

Helbet li nav Tirkiyê jî xelkê vî welatî neyarê her cure destdirêjiya eskerên vî welatî bo nav axa Sûriyê ne.

Kemal Qilîçdaroglu rêberê partiya herî mezin a neyarên dewleta Tirkiyê yanî Partiya Komarîxwaz a Gel yan CHP`ê li gotinên xwe yên vê dûmahîkê ragihand ku xelkê Tirkiyê dengê na bila bidin giştpirsiya guhartina bingehîn ta ku AKP`ê bizane ku xelkê Tirkiyê naxwaze ku zarên wan li nav axa Sûriyê û li Reqayê bêne kuştin.

Kemal Qilîçdaroglu rêberê partiya herî mezin a neyarên dewleta Tirkiyê yanî Partiya Komarîxwaz a Gel(CHP) ragihand ku li dewsa karbidestên Enqerê bila li dewsa şandina hêzên eskerî bo nav axa Sûriyê û helahelaya birêxistina giştpirsiya guhartina qanûna bingehîn bila pirsgirêkên abûrî yên xelkê, bê kariyê û kirîzên perwerdehî bila çareser bikin.

Wî destdirêjiya Erdogan ser axa Sûriyê dewama zêdexwaziyên wî daye zanîn û ragihand ku dûhatên guhartina nizama parlemanî bi serokatiyê dê hema siyasetên wihaye Erdogan bin.