Gotinên nunera Emerîkayê li bara derketina vî welatî ji Konseya Mafên Mirovan
Erîn Bariklî, nunera Emerîkayê li civîna Konseya Mafên Mirovan a NY li Jinêvê ragihand: Ev welata dixweze ji ber baldariya vê konseyê ser mesela Îsraîlê, ji vê saziyê derkeve.
Emerîka niha yek ji endamên bijarte yê konseya mafên mirovan a NY ye, dewrana endametiya sêsalî ya Emerîkayê li sala 2019`an dê bi dawî were.
Hitmala derketina Emerîkayê ji konseya mafên mirovan bi hukma Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ji ber helwêstên wî yên bihellahella ewqas dûr nayê xûyanê.
Kiryarên Donald Trump nîşan didin ku wî tu baweriyek bi NY û xebata wê tine.Trump bi caran li hevrikiyên hilbiajrtinê û her wiha piştî serketina li hilbijartinên serokkomariya Emerîkayê li bara piştgiriyên giştalî ji Rejîma Siyonîst berpirsiyariya xwe nîşanî Binyamîn Netenyahû daye.
Li çavçoveya van piştgiriyan, Emerîkayê bi caran bi NY û saziyên vê rêxistina navneteweyî re devûjenî kiriye û gefên mîna qutkirin an kêmkirina alîkariyên xwe bo vê rêxistinê xistiye rojevê.
NY piştî çend salan sistî û sersariyê niha li bersiva daxwaziyên gelên cîhanê neçar maye hin tiştan eşkere bike û kiryarên Rejîam Siyonîstî şermezar kirine lê wan çend mijarên şermezarkirinê jî rayedarên Rejîma Siyonîstî û alîgirên wê şepirze kirine.
Tiştê ku di vê navberê de, Rejîam Siyonîstî û alîgirên wê dilgiran kiriye, baldariya civaka navnetewey ser mafên filistîniyan li asta navneteweyî ye. Di rewşeke wiha de, Rejîma siyonîstî û alîgirê wê yê sereke yanê Emerîka dixwezin ku bi propagende û şêwazên aborî û zextên dîplomatîk di partîkê de vê pêvajoyê biguherînin û NY bêxin xizmeta armancên vê rejîmê. Di vê çarçoveyê de, heta sinatorên Komarîxwaz ên kongira Emerîkayê jî ku ji ber pejirandina biryarnama NY li bara şermezarkirina bajarokên cihûnişîn hêrs bûne lê digerin ku bûdceya vê rêxistinê qut bikin.
Emerîka sedî 22`ê bûdca salane ya NY û sedî 28`ê xerca operasyona hêzên parêzvanê aşitiyê yên vê rêxistinê dabîn dike û tim li berdêla qaşo van alîkariyana ji NY daxwaza bacê dike.
Xala giring eva ye ku Emerîka tevî dabînkirina beşek ji vê bûdcê tim li dû siyasetên mudaxilekirane li dûrtirîn cihê cîhanê û dabînkirina xerca NY digere. Tevî ku Emerîka alîkariyên hanê bi şêwazên curbicur jibo bandora ser biryarên NY bikar tîne û berjewendî û timkariyên Emerîkayê dişopîne.
Emerîkayê bi vê reftara xwe û îstifada neçê ji mafê Vêtoyê, NY kiriye meydana êrişên xwe û di pratîkê de bi mudaxilên xwe bûye berbeneke cidî ser riya cihhatina armancên bilind ên NY li gorî manîfesta NY û NY kiriye wek rêxistieke bêbandor.
Ji ber ev kiryarên Emerîkayê li NY Rejîma Siyonîst çavsortir bûye bi curekê ku ev rêxistina navneteweyî ketiye ber gef û bêşxwaziyên berdewam ên vê rejîmê jî.
Lê di her halî de, bi derketina mutmele a Emerîkayê ji Konseya mafên mirovan a NY, ne tenê tu derbe li vê konseyê nakeve belkî endametiya Emerîkayê li vê konseyê ji ber pêşîna reftarên nijadperestane yên wî ku niha jî li Emerîkayê li dijî postrengiyan cih tê, ev yeka xistiye ber şik û gumnaê. Eva li halekê ye ku cinayet û mudaxilên Emerîkayê li navçên curbicure cîhanê ku weke binpêkirina eşkere ya mafên mirovan û mafên navneteweyî ye dewleta Emerîkayê daniye nav lîsteya binpêkirnên sereke yên mafên mirovan.
Piştî ev hemî gotin û behsan Emerîka her diviya nebiba endamê konseya mafên mirovan û niha jî ku bûye endam divê heya niha bihata derxistinê. Di her halî de kirayra Emerîkayê ya derheq piştgiriya tam ji Rejîma Siyonîstî û girêdana berjewendiyên Emerîkayê bi siyonîstan bûye sedema daketian cih û şûna dewleta Emerîkayê li asta navneteweyî û li cem gelê Emerîkayê jî.