Adar 01, 2017 16:38 Asia/Tehran
  • Êrişa  ser kolan û çarsiyan li Emerîkayê

Serketina Donald Trump li hilbijartinên serokkomariya Emerîkayê, civaka vî welatî bi du beşan par vekiriye. Ev welata di van rojana de , rastî meseleyeke teze hatiye, meseleya (ordûkêşiyê)êrişa ser kolan û çarsiyan.

  Ordûkêşî an êrişa ser kolan û çarsiyan ji rewşekê re tê gotin ku  liv û tevegrên siyasî di welatekî de jibo  nimandina  qaweta xwe û tirsandina  hevrikên xwe, ji alîgirên xwe dixwezin derkevin kolan û çarsiyan û hin kombûnan bi rê bixin.

 Li suneta û deba siyasî ya Emerîkayê, hilêxistina  helwêst û nihêrînên siyasî û civakî bi giştî ji aliyê partiyan û li pişt deriyên girtî cih tê. Heta  di kelekela dema hevrikiyên hilbijartinê li Emerîkayê jî, gelê Emerîkayê bi giştî hez dikin di cihên  dergirtî û di rewşên ne-ewqas dijminane, bîr û rayên xwe bixin rojevê. Piranî nahêlin ku alîgirên  partiyên mezin jî derkevin pêşberî hev.

 Lê dîsa jî, hilbijartinên  vê dawiyê yên serokkomariya Emerîkayê, şêwazên siyasetê li civîn hilbijrtinê û nerazîbûnên  medenî guhert. Weke mînak, li dema hevrikiyên hilbijartinê ya par, çend caran civînên  alîgirên  partiyan rastî tund û tûjiyê hatin.

 Alîgirên  Trump îdiay dikriin ku alîgirên  partiya Demokrat, êrişî ser kombûnên  komarîxawazn dikin.Her wiha  demokratan jî hin  tawanên  wisa li dijî alîgirên  partiya Komarîxwaz jî  dixistin rojevê. Heta carkî jî axiftina propagendeyî ya Trump  hat qutkirin çimkî erkdarên  ewlehiyê li bara pêhesiyabûn ku hin kesan qesda canê berbijarê partiya Komarîxawazn kirine. Piştî kutabûna  hilbijartinên serokkomariyê li 8 Mijdara 2016an, ev hellahella  dawî nebûn.

 Roja lidarxistina mersima sondsxwarinê ya  Donald Trump li WAşengtonê, di navbera alîgir û dijberên  serokkomarê nû yê Emerîkayê pevçûn derket. Roja dinê, bi milyonan jin li Emerîkayê û li dervey Emerîkayê derketin kolan û çarsiyan ku siyasetên  dewleta nû ya vî welatî protesto bikin. Li roj û ehftiyên din jî, ev  kombûnên  nerazîbûnê hatin domandin.

Li vê navberê, şerê eşkere di navbera Koşka Sipî û hin medyayê herî bi nav û deng ên Emerîkayê agirê dijmiantiyên hanê gur kirin , wisa ku aqubet, Trump jî alîgirên xwe vexwende kolan û çarsiyan. Bi vî awayî diyardeya  êrişa ser kolan û çarsiyan wek kirayreke  kêmmînak li  qonaxa nû ya  siyasetê li Emerîkayê destpê bû.

 Alîgirên Donald Trump roja duşemiyê, 27 Sibatê li dehan  bajêran derketin kolan û çarsiyan da ku piştgiriyê bidine siaysetên  serokkomariya  Emerîkayê.

 Ev koma welatiyên muhafizekar a Emerîkayê bawer in ku hizrên mîna  pêkanîna  derfetên nû  kar û xebatê, geşatiya aborî, xurtkirina  ewlehiya navxweyî, avakirina  dîwarên sînorî û derxistina koçberên neqanûnî ku ji aliyê TRump hatien hilêxistin, erzişa şerkirinê hene.

Hin ji kesana heta bi çek beşdarî civînan bûn da ku nîşan bidin çiqasî li bara berevaniya  ji xwestekên xwe micid in û xwe pergal kirine.

Helbet hejmara  beşdarbûyiyên  kombûnên  alîgirên Trump bi qasî kombûnên  neyarên  serokkomarê Emerîkayê berfireh û qelebalix nebûn lê şêwaza  beşdariya  alîgirên  Trump vê rastiyê  nîşan dide ku  pêka  lîberalên  dijberê Trump,  ew pirtir  tûnd û tûjiyê bikar tînin.

 Neyarên Trump piranî çîm û qatên  xwendevar û çîn û qatên  navgîn û lîberal pêk tînin ku  dijî tund û tûjiyê ne ku piranî ji riya berxwedana  medenî û ji riya medyayê helwestên xwe radighînin. Li halekê ku  çîn û qata  xizan û belengaz a civakê ku asta xwendewariay wan  ne li jor e dilê xwe bi sozên  Trump xweş kirine û di anv wan de jî  tund û tûjî pirtir tê xûyanê.

Di her halî de, daxûyaniya  alîgir û dijberên  serokkomarê niha yê vî welatî piştî hilbijartinê nîşan dide ku şêwazên  mersûm di hevrikiyên  siaysî li Emerîkayê asteng bûne û ew neçar mane  dest bi êrişa li kolan û çarsiayn bikin. Di nava civaka ku  hebûna çekê beşek ji howiyet û şûnasa  çandê tê hejmarê û kirîna  çekê ji kirîna pirtûkê hêsantir e, çareserkirina  pirsgirêkên siyasî ji riya  êrişên ser kolan û çarsiyan dikare  bibe sedema derketian şerê navxweyî.