Pêkanîna hevalbendiya li dijî Îranê ji aliyê Emerîka û welatên ereb, pêkanîna ewlehiyê an xwekujiya siyasî ?
Dewleta Donald Trump bi hevkariya hin welatên ereb dixweze ku hevalbendiya li dijî Îranê şibê peymana NATOYê pêk bîne.
Pêkanîna peymana dualî ya eskerî şibê rêxistina eskerî ya NATO`yê ku li gorî Wall Street Journalê, Misr, Urdin, Erebistan û Mîrektiyên hevgirtî yê erebî digre ber xwe, liv û tevgereke nû ji aliyê dewleta nû ya Emerîkayê tê hesabê.
Helbet pêkanîna vê hevalbendiyê li dijî Îranê ji aliyê Emerîkayê, nihêrîneke nû nîne, ji xwe Trump bi hemî nihêrînên xwe dîsa jî ser siyasyetên berê yên Emerîkayê tekez kiriye û hema mîna berê siyaseta tirsandina ji Îranê dişopîne..
Dewleta Barak Obama serokkomarê berê yê Emerîkayê jî jibo gihêştian vê armancê hemen peyva `` talûka Îranê bi kar anî û beriya wî jî li serdema Bûş, Emerîkayê Îran xîstibû nav lîsteya şeraretê (şerûtiyê).
Bêguman armanca van liv û tevgeran , gişt jibo girêdayîkirina ewlehiya welatên navçê bo Emerîkayê bûye.
Li encama girêdayîbûna hanê, 130 milyar dular balefir û çekên nû bo welatên ereb ên derdora kendava Farsê hatin firotin.
Helbet jibo pêkanîna vê hevlbendiyê Trump armancên bêtir dişopîne ji ber ku ew li dû vê yekê ye ku mesela ewlehiyê, bike meseleke ticarî. Trump bi caran gotiye ku welatên erebî ji wan Erebistan ger daxwaza ewlehiyê dikin divê ku xerca wê jî bidin. Trump ev siayseta xwe heta li bara pêkanîna navça qaşo biewleh li Sûriyê xistiye rojevê. Ev nihêrîn nîşan dide ku Trump xêncî firotina çek û sîlehan, ser dahata ticarîkirina ewlehiyê bi şêwaza Emerîkayê jî sekiniye.
Mesela serek jibo Emerîkayê eva ye ku rewşa aborî û valahiya nav asta neteweyî bi serûber bike lê guherîn û helwêstên taktîkî yên Trump li meha buhurî valahî û dilgiraniyên li peywendiyên iyên Emrîkayê li asta navçeyî û navneteweî zêde kiriye.Li gor nihêrîna Trump sê unsurên giring yanê DAIŞê, gefên ewlehiyê bi mêhweriyeta pêkaanîna dilgiraniyan li bara hêza mûşekî ya Îranê û pênasekirina dubare ya peywendiyên ewlehiyê yên Emerîkayê tev welatên din, asta pewendiyên navçeyî yên Emerîkayê kivş dike. ser vê esasê TRuimp Ji bo ku bala Alê Siûd û welatên din ên ereb bikşîne, dest bi tawanbarkirina îranê kiriye ku ji aliyekê ve bi dularên wan ên niftî aboriya îflasbûyî aa Emerîkayê vejîne û ji aliyê din ve jî li plana nû ya ewlehiyê ya Emerîkayê li navçê, jibo parastian cih û şûna xwe, bi curekê karûbaran par ve bike.
Lê li vê pêvajoyê, daketina hêz û qaweta Emerîkayê û bisînorbûna cidî ya riyên ewlehî û eskerî yên wan li ewlewiyetên cîhanê ku encama xercên eskerî yên Emerîkayê li Iarqê û Efxansiatnê ye, divê berçav bigrin. Lê di her halî de, li gor hin medyan, Trump wek delakeî ticarî mesela tirsandina ji Îranê xistiey rojevê ku jibo ku bac û bêşê ji welatên ereb bistîne û wan bixe nav şerê eşîretî. Li ser vê esasê ev kiryara welatên beşdar li vê hevlbandiyê, dewsa ku hevlbendiyeke li dijî îranê be, weke xwekujiya siyasî jibo wan û weke dafeke nû ji aliyê dewleta Emerîkayê ye ku welatên ereb bikevin nav vê dafê.
Ebdulbarî ETwan, nivîskar û lêhûrkarê bi nav û deng ê ereb li vê barê ser vê bawerê ye ku armanca rastîn a vê hevalbendiyê, îlana şerê li dijî Îranê nîne, belkî bikaranîna îdiayên pûç ser navê `` talûka Îranê`` ye jibo ku peywendiyên welatên ereb ên sunne tev rejîma dagirkar a Îsraîlê normal bike û serwet û heyitiyên welatên derdora kendava Farsê talab bike ku xerca projên jêrxanên Emerîkayê dabîn bibin ku Trump li propagendeya serokkomariya soz dabû wan cih bîne.