Hedefa Tirkiyê li Sûriyê gor nêhrîna Erdogan
Dewleta Tirkiyê herwisa bi dû hedef û armancên dagîrkeraneye xwe li nav axa Sûriyê ye.
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona El-Erebiye, bal kişande ser vê yekê ku hedefa din a artêşa Tirkiyê girtina bajarê Minbicê ye û destnîşan kir; Piştî ku hêzên artêşa Tirkiyê bajarê Babê bi tamê girtin destê xwe dê ber bi Minbicê herin.
Wî îdia kir ku tenê riya kutahîdana aloziya Sûriyê sekinîna li hemberî terorîzmê û grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ye.
Erdogan herwisa îdia kir ku bona ewlehiya navçê û Sûriyê pêwîst e welatên derûdora Kendava Farsê bi rêberiya Erebistanê hevkariya hevdu bikin.
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li sefera xwe ya bo sê welatên derûdora Kendava Farsê ev gotinên xwe aniye ziman û hedefa wî ji van cure gotinan hevrêbûna tev siyasetên hin dewletên dîktatore derûdora Kendava Farsê bi taybet Rejîma Paşahiya Seûdî ye.
Gotinên Erdogan li televîzyona El-Erebiye rastiyeke din jî eşkera dike û ew jî eva ye ku dewleta Enqerê ji siyasetên xwe yên şaş li hemberî welatên navçê ders negirtiye û hema hîn jî bi dû armancên desthilatxwazane yên dijî dewlet û gelê Sûriyê ye.
Her çend ku dewleta Enqerê bi mihana şerê dijî terorîstên kurd û bona sekinîna li hemberî Sûriyê destdirêjiya ser axa Sûriyê dike pêwîste ku bê gotin her ev siyaseta AKP`ê bûye sebeb ku li nav Tirkiyê bi xwe jî her roj neyariya li hemberî vî siyaseta destdirêjiya ser axa Sûriyê berfirehtir dibe, eva rastiyeke ku kes nayê înkar kirin ku xîm û binyata grûpên terorîstî yên wekî El-Qaidê û DAIŞ`ê Erebistan û bîr û bawerên wehabiye û niha Erdogan dixebite ku ji Riyazê berevaniyê bike.
Rûdawa terorîstî ya 11 Îlonê li Amerîka ku du avahiyên Newyorkê kirine hedefa êrişa xwe ji aliyê wan kesan organîze bibû ku para pirtire wan ji xelkê Erebistanê bûn û eva nîşan dide ku kiryarên terorîstî yên ku li cîhanê diqewimin ji aliyê welatiyên Erebistanê pêk tên.
Li wezyetekî wiha pêwîste welatên wekî Tirkiyê ku dil hene dijî grûpên terorîstî bixebitin ya baş evaye, li dewsa ku dijî Sûriyê şer dike, dijî Erebistanê bixebite ku terorîstan perwerde dike.
Li rewşekî wiha serokkomarê Tirkiyê îdia dike ku paşahiya Erebistanê dikare ewlehiyê bizivirîne nav Sûriyê û navçê.helbet ji ber ku hema Tirkiyê li vê mudehê nifta qaçax a terorîstên DAIŞ`ê ya Sûriyê û Iraqê dikire û ji ber ku gor belgeyên heyî Enqere piştevaniya siyasî, abûrî û çek û sîlahî dide terorîstên wekî DAIŞ`ê û Cibhetul-Nusre, wekî piştevaniya hinek ji welatên dîktatore derûdora kendava Farsê ji terorîstan, loma karbidestên Enqerê li hemberî van siyasetan bê dengin û bona veşartina van siyasetên şaşe xwe Enqere neçare ku pala xwe bide welatên dîktatore navçê.
Gotinên Erdogan li bara viya ku artêşa Tirkiyê pişkek ji axa Sûriyê dagîr kiriye jî li halekê ye ku her roj aliyên siyasî li nav Tirkiyê bi xwe jî vê siyaseta AKP`ê mehkûm dikin û ev nerezamendiya li hemberî siyasetên Erdogan her roj berfirehtir dibe û xîncî karbidestên Sûriyê ku bicaran ev destdirêjiya Tirkiyê ser axa xwe mehkûm kirine, sazî û welatên cîhanê jî ev siyaseta Tirkiyê mehkûm kirine û xwestine ku Tirkiye eskerên xwe ji nav axa Sûriyê derxîne.
Her li vê barê Uztirk Yilmaz alîkarê Partiya Komarîxwaz a gel li parlemana Tirkiyê bilî rexneya tund ji vê siyaseta dewleta Enqerê ragihandiye ku Reqa bajarekî Sûriyê ye û tu heger tune ku eskerên Tirkiyê bikevine nav vî bajarî.
Wî got: Dewleta Tirkiyê gor xêr û qazanca Amerîka pêngavan hiltîne û ya rast Enqere bûye darê destê welatekî biyanî li navçê.