Sibat 17, 2017 18:17 Asia/Tehran
  • Heger û armancên  teqîna terorîstî li Bexdayê

Piştî teqîna terorîstî ya vê dawiyê li Bexdayê ku zêdetir ji 100 kes hatin kuştin an birîndar bûn, Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî li Bexdayê, tev fermandên eskerî û ewlehiyê civîna awarte li dar xist.

 Nivîsgeha  Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, pêncşemiyê şevê, 16 sibatê li daxûyaniyekê ragihand ku li civîna  awarte ya Ebadî tev fermandên ewlehiyê û eskerî li navenda  fermandehiya operasyona Bexdayê, rewşa ewlehiyê ya vî bajarî û tedbîrên jibo parastina  canê xelkê sivîl li hember teqînên terorîstî û her wiha  hewldana  îstixbaratî  jibo peydakirina kok û binyatên terorîstî hatin hilkolandin.

 Ev civîna  piştî teqîna  terorîstî duh li bazara kirîn  û firtotina  trimbêlê li navça El-Beyaê li başûrê Bexdayê  ku  li encama wê herîkêm 50 kes hatin kuştin û zêde ji 50 kes jî birîndra bûn hat li dar xistin.

Iraq rojên dijwar û giring derbas dike,  qonaxa giring a azadkirina  Mûsilê ji dagirkirina  terorîstên  DAIŞê ku ji 17 Cotmeha 2016an destpê bû,qonaxa dawiyê derbas dike.

Li Iraqê terorîst henaseyên xwe yên dawiyê dikşîne lê tim oprasyona  xirabkarane û terorîstî didomîne.

  Yek ji hegerên  ku Bexda bûye hedefa oprasyona  terorîst, eva ye ku  van rojana  xwenîşandana  alîgirên Muqtda Sedr li Bexdayê di rojevê de ye loma  hêzên ewlehiyê yên Bexdayê bêtir ser rêveberiya  reftara  neraziyên  alîgirê Muqteda Sedrê sekinîne, loma ev bûyera jibo terorîstên  DAIŞê ku li Mûsilê asê bûn, derfetek pêk anî ku  dilgiraniyên derheq ewlheiyê li Bexdayê zêde bikin û bi vî wayî jibo xwe li Mûsilê dema bêhnvedanê pêk bînin. Ji xwe , xwenîşandana alîgirên  Muqteda sedr û sekinîna  hêzêzn ewlehiyê  yên Bexdayê ser vê xwenîşandanê bû sedema  pêkanîna  valahiya ewlehiyê  li paytexta Iraqê ku li civîna  awarte ya duh jî serokwezîrê Iraqê ser pêwîstiya  girtina pêşiya  valahiya ewlehiyê ji aliyê terorîstan tekez kir.

 Yek ji armancên terorîstan li cihanîna  operasyona  teqînê li Bexdayê lihevxistina  sekinîna  dewleta Iraqê li operasyona azadkirina  Mûsilê ye. Endamên terorîstî ji ber qaweta liv û etvgerên  zêde ku hene û di demeke  herî kin de xwe dighînin  navçên curbicur, îmkan a xirabkarî û cihanîna  operasyona  terorîstî li navçê hene.

Terorîstan bi armanca pêkanîna  tirs û xofê jî operasyona  terorîstî dişopînin ku ragihînin hîn jî li Iraqê mane û heta ger li Mûsilê işkestê bixwen jî, operasyona teqînê û terorîstî mîna beriya Tîrmeha 20414`an  li navçên curbicure Iraqê cih tînin.

 Terorîstan piştî teqîna  li Bexdayê ku li encama wê zêdetirî 100 kesî hatin kuştin û birîndar bûn hewl dan ku operasyonên  curbicure din li navçên  dine Iraqê ji wan  teqandina  bendava  El-Ezîmê li parêzgeha Diyalê li rojhilata vî welatî cih bînin ku ev operasyona ji aliyê taxima  Heşda Şebî bêencam ma.

Ev buyera dikare bi vê wateyê be ku ger tevgera Sedrê bi sekinîan  ser ewlehiya neteweyî ya Iraqê dawiyê bide xwenîşandana  Bexadyê, îmkana  serketîbûna  terorîstan li cihanîna  operasyona  teqînê kêm dibe.