Sibat 15, 2017 20:50 Asia/Tehran
  • Nêrîna rêberê qedirgiran ê inqilabê li bara armancên Amerîkayê têkildarî gefa leşkerî li dijî Îranê

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî îro li hevdîtina ligel bi hezaran kes ji gelê parêzgeha Azerbaycana Rojhilatê, pişkdarîya hevgirtî, bihêz û pirrcoş a gelê Îranê li meşa salvegera serketina Înqilaba Îslamî di roja 22`yê Behmenê da, sedema rûmeta inqilabê û nizama islamî û Îranê binav kir .

Rêberê qedirgiran ê Înqilaba Îslamî ya Îranê dema nirxandina armanca rastî ya dewletên berê û niha yên Amerîkayê têkildarî dubarekirina fêlbazî û rêbaza ``Gefxwarina li hemberî Îranê bi şerê serbazî`` her wiha got: Roja îro jî wek berê dibêjin ku bijareyên serbazî ser masê ne û ew berpirsê ewropî jî ji berpirsên Îranê re dibêje``Heke Rêketinama Navokî neba, yê bêguman şer destpê biba`` lê, ev gotina dereweke mezin e û ew dixwazin fikrê me ji şerê rastî ango şerê aborîyê bixalifînin û fikir û bala me bidin ser şerê serbazî ta ku berpirsên welêt ji dayîna bala xwe ser warê pêşketina aborîyê û şerê çandî yên rojavayîyan li hemberî gelê Îranê xafil bibin.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê bal kişand ser hewldanên bêrawestan ên Sazîya Istixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA), dezgeha sîxorîyê ya Rêjîma Sîyonîst (MOOSAD) û dezgeha sîxorîyê ya Ingilîsê û xerckirina dolarên niftê yên dewlemendan jibo birêxistina helahela û haykûfê li dijî inqilabê û komara Islamî ya Îranê û got: Di seranserî salê da bi sedan şebekeyên setlaytê, şebekeyên civakî û îflasbûyîyên ku ji Îranê revîne, mijûlê heqaret, lawazkirin û tawanbarkirina nizama Îranê ne. Rêberê qedirgiran ê inqilabê bi van gotinan işaretê dide ser bere û babetên lihevalîyayî û wan komployana ku gellek milet tûşî xwe kirine. Ev xeyal  û gumana di fikrê dijminên gelê Îranê da bihêz bûye ku renge hema bi vê şêwazê ango bi rêka zext û zora aborî bigihêjin armancên xwe yên işkestxwarî. Ev şerê berfire tenê li warê mêdya, şerê nerm û yan şerê rewanî nîne belkî pirtîyên pazilekê ye ku li gellek welatên lawaz bûye sedema birêketina bûyerên ji cura inqilabên mexmerî.

Balkişandin û fikirkirina li ser vê xalê ji ber wê girîng e ku hewldana dijminan piştî bêhêvîbûna ji sîyasetên berê, niha ser nekaranîşandana nizama Îranê da ye. Dijmin hewl dide pêşketin û karên zef girîng ên 38 salên buhurî kêmreng nîşan bide û gelê Îranê bêhêvî bike. Ev liv û tevgerana niha bi hilêxistina dew û dozên ser bingeha hebûna çendtîretîyê di hundurê nizama Îranê da û nîqaşa aştîya netewî tevlî hev bûne. Armanca li babeta vê idiayê, dilsozîya jibo pêşeroja Îranê û tifaqa netewî nîne belkî armanca sereke eva ye ku wiha bidin femkirinê ku nakokî û tefreqe di nava civakê da heye. Gelê Îranê dema sekinîna li hemberî bere û tevgerên bêistiqrarker ên wek zincîrebûyerên piştî hilbijartinên sala 2008`an nîşan da ku esasa armancên dijminan nas dike û çawan ku li meşa xweherikî ya nehê meha Dêyê nîşan da, li hemberî bereyên fitneyê û armanca ku dijmin bi salan e bi dû wê ye, hişyar e û li gorî haydarî û naskirinê pêngavan radike.

Li gorî van rastîyana, rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî pirrcûrîya qewman li Îranê yên wek tirk, faris, kurd, lor, ereb û belûç derfeteke binirx jibo Îranê zanî û got: Dijmin hertim çav berdaye vê yekê ku duberekî û nakokîyê bêxe navbera qewman ta ku bi xeyala xwe ji her qelişîn û nakokîyekê li welêt sûdê wergire, li halekî ku tu cidatî û veqetînek li Îranê tineye û gelên Îranê yekperçe û yekgirtî ne.

Oqyanûsa berfire ya gelê Îranê hevgirtî ye û bi kesên ku bêrêzî li Aşûrayê kirin re lihev nayê. Pişkdarî û amadebûna li gorî zanîn û naskirinê ya gelê Îranê li meydanê, peyameke zelal heye. Çawan ku li gotinên îro yên rêberê qedirgiran ê inqilabê amajeyî wê hat kirinê, pişkdarî û amadebûna gelê Îranê, bersivek li hemberî gefan e û gelê Îranê li cihê ku mijar islam, Îran û serxwebûn be, bi hemî hêz û hebûna xwe disekine.