Şantajên Yekitiya Ereban li dijî Îranê, siyasetek bi durûtîyê
Serokên meclîsên erebî li mersima dawiyê ya duwem civîna xwe li Yekitiya Ereban li Qahirê, tiştê ku mudaxilên Îranê li karûbarên welatên navçê dan zanîn, şermezar kirin. Ev civîna bi daxûyaniyekê û bi dubarekirina îdiayên pûç û bêbingeh, kiryarên navçeyî yên Îranê, muherik û bidijminatî da zanîn ku hesta pêbaweriyê lawaz dike û gefê li ewlehî û aramiya navçê dixwe.
Naveroka giştî ya ya vê daxûyaniyê, armancên ku li civîna Qahirê li dijî Îranê hatine şopandinê, kivş dike. Wer xûya dike ev daxûaniay ser du meselan disekine. Mesela ewilî, eva ye ku rola Îranê li navçê wek gefekê nîşan bidin ku bi şantajên pûç û nezelal, ev beşa daxûyaniyê hatiye amadekirin.
Lê mijara dudiyan li vê daxûyaniyê hewldana jibo giring nîşandayîna rola vê yekitiyê jibo rawestana li ber pirsgirêkên heyî û gefên navçê ye. Îdiaya ku ne li gor kiryar û helwêstên aktorên sereke yên li vê yekitiyê ye.
Hejmarek ji van welatana çi li çarçova Yekitiya Ereban an li nav konseya Hevkariay Kendava Farsê li çend salên buhurî reftarên newekhev li dijî Îranê hebûne ku bingeha wê vedigere ser rola biyaniyan ji berê heya niha.
Li vê pêvajoya sistbûn û lawaziyê li hemî van salana de em şehedê valahiya di navbera welatên navçên bûne. Li halekê ku li pişt perda vê tevgerê, , aktorên dervey navçeyî rola sereke hebûne û nebûna tedbîrê li nav hin rayedarên welatên erebî, ev pêvajoya berfireh kiriye ku encama wê li piraniya waran, bêtifaqiya navbera welatên Îslamî li hember gefên rastîn bûye.
Eva hemen armanc e ku Emerîka û Îsraîl li çarçêva plana Rojhilata Navîn dişopînin û hin rayedarên welatên erebî jî bib zanebûn an bi nezanebûnê di piratîkê de bûne beşeke giring ji vê leyîza bitalûke li navçê.
Di rewşeke wisa de tawanên li dijî Îranê û zêdekirina siaysetên li dijî Îranê yên Emerîkayê bi destpêbûna karê Trump rola hokar û pîvanên derveyî derheq zêedkirina valahiya anvbera Îranê û hin welatên erebî berbiçav kiriye.
Niha Yekitiya Ereban, ne bi wateya hemî cîhana ereban, belkî bi rola bingehîn a Erebistanê û çend welatên taybet siayseta tirsandina ji Îranê li navçê tercîh dane bi rawestana li hember gefa rastîn yanê Îsraîlê. Bijartina wan li siaysetên navçeyî rewşa valahiyê dewsa hevdengkirina bîr û rayan e.
Helbet sebebkarên mudaxilekir ên dervey navçeyî pêşewaziay vê siaysetê dikin ji ber ku ketiey riyekê ku bêtifaqiyê li navçê bihêz dike.
Tenê bi vî awayî biyanî dikarin armancên mudaxilekirane û planên cidaxwaziyê yên xwe li navçê pêşde bibin û serê axir tevgera berxwedanê li hember berfirehxwaziyên Îsraîlê lawaz bikin û mesela Filistînê wek mesela herî giring a cîhana Îslamê bixin qeraxê.
Karê ku Yekitiya ereban dike hema di vê çarçovê de ye, loma Yekitiya ereban li prosa ku dikarî rola hevgirtina û praktîkî li beşeke giring ji cîhana Îslamê hebe di pratîkê de ji vê riyê derketiye û ketiye xizmeta armancên Emerîka û Îsraîlê li navçê. Daxûyaniya adwiyê ya civîna vê yekitiyê û şantaj û helwêstên biarmanc li dijî Îranê ji divê ji vê hêlê binêrin.