Sibat 09, 2017 18:20 Asia/Tehran
  • Rawêjkarîyên Tirkîyê jibo girtina pêşîya pêvajoya işkestên sîyasetên wî li navçê

Wezîrên berevanîyê yên Tirkîye û Erebistanê şeva buhurî li bajarê Rîyazê hevdîtin û gotûbêj pêk anîn. Ev gotûbêja beşek ji rawêjkarîyên Tirkîyê li bara pêşdabirina sîaysetên wî li navçê ye.

Hevgavê vê hevdîtinê, Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê jî li gotûbêja telefonî ya 45 deqîqeyî ya ligel hevtûşê xwe yê amerîkî li bara damezirandina deverên qaşo ewleh li Sûrîyê gotûbêj kir û tê gotin ku her du alîyan li bara hevkarîya serbazî li Reqe û el-Babê li Sûrîyê lihev kirin.

Rawêjkarîyên rayedarên Tirkîyê li navçê li gorî nêrîna derdorên sîyasî di çarçova dewra nû ya hewldanên Tirkîyê jibo rizgarkirina sîyasetên işkestxwarî li warên sîyasî û serbazî li navçê nemaze li Sûrîye û Iraqê hatîye nirxandinê. Liv û tevgerên serbazî yên Tirkîyê li Sûrîyê, jibo armancên taybet ên sîyasî, leşkerî û ewlehîyê ne. Bajarê el-Babê jibo Tirkîyê, derîyekî istiratêjîk ber bi bajarê Helebê ye. Serdestîya Tirkîyê li el-Babê, yê hewldana kurdan jibo bihevregirêdana deverên rojhilata Firatê û devera Efrînê bêencam bike. Yek ji armancên sereke yên Tirkîyê têkildarî liv û tevgerên serbazî yên vî welatî li Sûrîyê jî dûrxistina kurdan ji sînorên başûra Tirkîyê ye, ji ber ku Enqere hez nake sênarîyoya PKK`ê li sînorên vî welatî û Sûrîyê jî dubare bibe. Lê Sûrîye heta niha li bidestxistina vê armanca xwe serkevtî nebûye. Tişta ku bêveger e eva ye ku Tirkîyê bi destwerdanên berfire li Sûrîyê nekarîye guhertinekê li pêvajoya işkestên xwe li SÛrîyê pêk bîne û hela jî li qobîya Sûrîyê asê ye.

Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê bicaran pêkutî kiribû ku armanca bicihbûna hêzên vî welatî li axa Sûrîyê, têkbirina dewleta Bişar Esed serokomarê vî welatê şerlêketî ye. Tirkîyê bi vê armancê opêrasyona Mertala Firatê di 24`ê Tebaxê li bakûra Sûrîyê da destpê kir. Ev liv û tevgerên nîşan didin ku destdirêjîya Tirkîyê ser axa Sûrîyê beşek ji birêxistina qeyranan ji hêla Tirkîyê va li navçê ne ku di encamê da Tirkîye bûye hêlûnek jibo komên terrorist. Sîyasetên Tirkîyê vîya nîşan didin ku ev welata li axa Sûrîyê bi dû têkoşîna li hemberî têrorîsmê nine. Mirov dikare gotinên rayedarên Tirkîyê hereketek di çarçova revîna ji bersivdayîna li hemberî raya giştî li nav welêt û li asta navnetewî bizane ku dipirsin encama destwerdana pirrberdêl a çendsalî ya Tirkîyê li Sûrîye û Iraqê çû bûye?

Liv û tevgerên Erdogîn jibo pêkanîna deverên qaşo ewleh li Sûrîyê ku NY jî ew ret kirine, mirov dikare cureke dayîna morale jibo wan têrorîstan bizne ku li Helebê hatine dorpêçkirinê û li ber têkçûna dawîyê ne. Bi her awayî sîyasetên neberaqil û şaşitîya rayedarên Tirkîyê li hesaban bûne sebeb ku Tirkîyê di mehên dawîyê da bikeve rewşeke nearamtir û aloztir. Enqerê li sîyasetên xwe li hemberî Sûrîyê bi nêîkbûna xwe li hewldanên Iran û Ûrsêtê li civîna Astanê li Qazaqistanê nîşan da ku bala xwe da ser helwesta sîyasî lê eva bi wateya dûrketina ji istiratêjîyên hevpar ligel Amerîkayê û Erebistanê jibo şopandina armancên xwe li navçê nine.Bi ser hev da dive mirov bêje ku hewldanên Tirkîyê jibo girtina pêşîiya işkesta xwe ya tam li navçê tên hesêb. Helbet Erebistan di rewşekê da nine ku bikare alîkarîyê bide pêşdabirina sîyasetên Tirkîyê li navçê, nemaze ku Rîyaz jî beşek ji welatên qeyrançêker li navçê ye û ev rastîya Tirkîyê bi pirsgirêkeke zêdetir ra rûbirû dike.