Pênase û esasa sîyasetên Amerîkayê li gorî nêrîna rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî
Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî ya Îranê îro li hevdîtina tev fermandar û personelên hêza hewayî û biryargeha pedafenda hewayî yên artêşa Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser gotinên vê dawîyê yên serokomarê Amerîkayê li bara sipasîya Îranê ji dewleta buhurî ya Amerîkayê û got: Serokomarê nû yê Amerîkayê bi gotin û kiryarên xwe, rastbûna gotinên 38 salan ên Îranê li bara gendelîya giştalî li hikûmeta Amerîkayê, isbat kirin.
Di vê hevdîtinê de ku di salroja beyeta dîrokî ya efserên hêza hewayî ya Îranê ligel hezretê imam Xumêynî (rehmeta Xwedê lê be) di 8`ê Sibata 1979`ê da pêk hat, Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê pêkutî kir ku pêbawerîya li şeytanan û hêvîdarîya li kesên ku dijî esasa hebûna pergal û hakimîyeta islamê ne, şaşitîyeke mezin e.
Gelê Îranê mideha nêzîk 40 salên ku ji serketina Inqilaba Islamî va derbas dibin tu wexta çaverêyê reftareke rast ji alîyê Amerîkayê va nebûye. Ev xeyala ku ferq li reftara Obama yan her serokomarekî din ê Amerîkayê li hemberî Îranê heye, xeyaleke pûç e û gotineke bi vî rengî tenê dikare nîşana nehaydarîya ji pênaseya rastî ya Amerîkayê be.
Trump bi vê edebîyatê nîşan da ku têgiheştineke rast li bara rewşa berê û niha ya Amerîkayê û Îranê tineye. Îran di dema ku Obama mista hesin li gorî teybîra rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî di bin lepikên mexmer de weşartibû û behsa guherînê dikir, ji bihîstina van gotinan kêfxweş nebû ku roja îro bi gumana Trump bimîne di hesreta wê da û yan ji ber vîya ku Obama li hemberî Îranê nerm bû, sipasîyê bike. Heke Trump kêmekê li paş xwe binêre, yê bibîne ku Obama netenê li hemberî Îranê nerm nebû belkî ya ku ji dêstî hat jibo parastina hitbara Amerîkayê kir û behsa li ser masêbûna bijareya lekerî kir. Obama heta di rojên dawîya karê xwe li Koşka Sipî de bi dirêjkirina dema boykotên dijî Îranê û wajokirina qanûna dewama rewşa awarte li bara Îranê nîşan da ku hemî rê jibo Trump vekirî hêlane ta ku dijminatîya li hemberî Îranê bidomîne.
Di rastîyê da Obama mîrasberê Corc Bûş bû û niha Trump mîrasberê Obama ye.
Bi saya sîyasetên bikîn ên Corc Bûş, gellek buxtan li dijî Îranê hatin hilêxistinê. Barak Obama jî ku bi durişma `` guhertinê`` derbasî Qesra Sipî bû, tenê mukur hat ku Amerîkayê li bara Îranê gellek şaşitî kirine û behsa rola Amerîkayê li derbeya dijî dewleta qanûnî ya Musediq di sala 1953`yê da heta piştgirîya ji Sedam li şerê sepandî yê rêjîma Beis a Iraqê ser Îranê da kir.
Obama dema ku dixwest rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê wajo bike got ku heke bikarîya, yê bernama navokî ya Îranê ji kokê rakira. Lê Obama li dawîyê giheşte vê encamê ku rêketinama navokî wajo bike ta ku hitbara wî sisttir nebe.
Renge Trump bixwaze helwesteke cida li hemberî hin mijaran ji wan rêketinama navokî bigire ber xwe lê, bêguman helwesteke bi vî rengî berdêlên wê hene. Ji ber ku li gorî nêrîna Îranê zelal e ku Amerîkaya serdema Trump, Amerîkaya 38 salên buhurî ye. Amerîkayê karek bilî dijminatîyê li hemberî Îranê nekirîye û çi dema ku partîya Dêmokirat ser desthilatê bûye çi dema ku partîya Komarxwaz, wan li bereya dijminên Îranê cih girtine. Lewma li gorî esasa sîyaset û armancên Amerîkayê li hemberî Îranê, li gorî nêrîna gelê Îranê, tu ferqek di navbera Obama û Trump de tineye. Komara Islamî ya Îranê bêyî ku bala xwe bide ka kîjan partî li Amerîkayê ser desthilatê ye, sîyaseta xwe ya isûlî didomîne.