Işkesta bizûtirkê ya DAIŞê li Iraqê
Yanî Kobîş nunerê NY li Iraqê got: Işkesta dawîn a grûpa terorîstî ya DAIŞê li Iraqê nêzîk e û alîkariya civaka navneteweyî bo Iraqê li qonaxa piştî DAIŞê pêwîst e.
Operasyona azadkirina Mûsilê ji lepên terorîstên DAIŞê ji 17 Cotmeha 2016an destpê bû. Piştî derbasbûna sê mehan ji operasyonê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja 24 Çilla 2017an azadkirina tam a kêleka rojava ya çemê Urdinê ji lepên grûpa terorîstî ragihand û daxwaza destpêbûna operasyona azadkiirna kêleka rastê ya vî bajarî kir.
Operasyona azadkirina mûsilê heta beriya destpêbûnê bi êrişên medyayî yên nçdijberên dewleta Iarqê ser hêzên Heşdê Şebî rûbirû bû lê bi hevhaina ku navbera hêzê beşdarê li operasyonê cih hat Heşdê şebî neket nav bajarê Mûsilê. Li prosa operasyona azadkirina Mûsilê jî êrişên medyayî yên giran li dijî artêşa Iarqê bi îdiaya binpêkirina mafên xelkê sivîl cih hat.
Helbe, Yan Kobîş, sekinîna rayedar û hêzên iraqî ser prensîpên yên teşxîs û hevdengiya li operasyoan Mûsilê piştrast kiriye.
Mesela din ku di derbarê operssyona Mûsilê hebû û niha Yan Kobîş jî serê sekiniye, rêveberiya Mûsilê piştî DAIŞê ye. Ev meseleya giring e ji ber ku pirsgirêkên cidî li bara rêveberiya Mûsilê piştî DAIŞê anvbera aktorên anvxweyî yên Iraqê heye û heta aktorên biyanî yên dijberê dewleta Iraqê jî vê meselê jibo lawazkirina cih û şûna dewleta anvendî ya Bexdayê bi kar tînin. Mûsil û parêzgeha Neynewayê beşeke giring ji welatê Iarqê ye û rêveberiya wê jî ser miklê dewleta navendî ya Iarqê ye lê bêtifaqiyên ku li vê barê hene bi taybet ji aliyê rayedarên Herêam Kurdistana Iraqê, ne tenê bibûn baîs ku li operasyona azadkirina Mûsilê raweste belkî hin dilgiranî jî li bara bandora van pirsgirêkan ser rewşa welatiyên Mûsilê çê bûne.
Li vê barê Yan Kobîş nunerê NY li Iraqê kêmasiya alîkarî û piştgiriya ji Iraqê piştî azadkirina Mûsilê bi wateya dubarekirina şaştiyên berê da zanîn û li bara dûhatên xirab ên vê şaşitiyê jibo ewlehî û aramiyê li dervey sînorên Iraqê û heta li asta anvneteweyî hişyarî da .