Sibat 03, 2017 18:05 Asia/Tehran
  • Trump û hilxistina bijareyên li dij Îranê yên li ser masê

Karbidestên Amerîka b icaran bona ku pîlanên xwe dijî Îranê destpê bikin û Îranê bêxine tecrîdê hertim ji hilêxistina bijareyên li dij Îranê daxivin.

Niha ku Trump çûye Koşka Sipî,carek din helayelayekî nû li Amerîka birê ketiye.

Gotinên karbidestên Amerîka jî hal û wezekî nû daye vê wezyeta nû li Koşka Sipî û hema gefên biçûk û mezin ji nav vî koşkî dîsa dubare dibin ku helbet ev gotinên wiha tiştekî nenormal û ecêb jî nînin .

Can Kerî wezîrê karên derve yê berêye Amerîka du hefte hetanî kutahiya memûriyeta xwe, raporek li bara xebata xwe ya çar salan û siyaseta derve ya Obama li dewrana 8 sal serokkomariya Amerîka raber kir.

Wezîrê karên derve yê Amerîka li para pirtir a vê rapora xwe li bara rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 axivî û gote karbidestên dewleta nû ya vî welatî ku herçend rêketina navokî hatiye îmzakirin, lê dewamê didin zextûzorên xwe yên ser Îranê ta ku bi bawera wî Îran li bara ``bernama mûşekî ya xwe``, piştevaniya ji terorîzmê, berçavnegirtina heq û mafê mirov û siyasetên xwetêkilker li karûbarên welatên cînar ku bûne sebeba neêminiya navçê paşda bikişe.

Li rewşekî wiha Trump jî dixebite wisa bide diyarkirin ku siyasetên Obama li bara Îranê micid nebûne, eva li halekê ye ku her du nêhrînên hakim li sîstema biryargirtina Amerîka siyasetên xwe yên dijî Îranê didomînin.

Serokkomarê Amerîka duh pêncşemê li press konferansekê li bara ceribandina mûşeka Balistîk li Îranê got: Hemû bijareyên li dij Îranê li ser masa gotûbêjê ne.

Hindej ji bingehên siyasî bawerin ku ev gotinên Trump nîşana viyaye ku dewleta nû ya Amerîka dê siyasetên xwe yên dijî Îranê zêde bike.

Wisa diyare ku Amerîka dil heye Îranê dayîne ser du riyên ku her du riyan jî dûhatên giran hene , ewil eva ye ku Îranê neçar bike li bara xetên sor ên xwe yên ewlehiyê tev Amerîka rûne ser masa gotûbêjan û riya dudyan jî eva ye ku hema yekalî rêketinnama navokî ya dinavbera Îranê û grûpa 5+1 binpê bike ku eger Amerîka karekî wiha bike tê wateya bê naverokbûna rêketinnameyekî navnetewî ku helbet eger Amerîka biryarekî wiha bigre pirtir ji viya ku zerer û ziyanê bigehîne Îranê dê Amerîka li hemberî Konseya Ewlehiyê û civata navnetewî raweste ji ber ku ev rêketinnama dinavbera Îranê û Amerîka va nîne ku her çi dilê Amerîka bixwaze bike, belkê ev rêketina dinavbera Îranê û Amerîka û pênc welatên din vaye. Her heta niha jî Trump rastî rexneyên zave navxweyî û derveyî hatiye ji ber îmzakirina fermanên li bara muhaciran û tawana gefên terorîstbûnê ku li 7 welatên îslamî xistiye.

Trump li halekê ragihandiye welatiyên 7 welatên îslamî heqê wan tune herine Amerîka ku li nav vî lîstî navek ji welatên wekî Erebistanê nebiriye ku li rûdawa terorîstî ya 11 Îlonê li Amerîka 15 kes ji sebebkarên vê rûdavê welatiyên Erebistanê bûn.

Wisa diyare ku Trump qet naxwaze navek ji nexş û rola Amerîka li pêkanîna El-Qaidê bibe û hema bi diroşma ku mû bijareyên li dij Îranê li ser masê ne dil heye qurbanî bûna xelkê vî welatî pê çekên germ veşêre.

Ji aliyê dinve karbidestên Amerîka jî baş dizanin li van 38 salên ku ji serketina inqilaba îslamî ya Îranê derbas dibe, gelê Îranê her cure zextûzorek ji şerê tehmîlî hetanî boykotên kavilker tamil kirine û qet li ser xetên xwe yên sor qet tev tu aliyekê gotûbêjê nake û teslîmî nizama desthilatxwaz nabe.