Edebiyata bi gef a Trump bûye mêhwera helahelaya nav koşka Sipî
Koşka Sipî van rojana helahelayeke nû dijî Îranê destpê kiriye û mihana vê gengeşeyê jî ceribandina mûşekî ye.
Ev hela helaya nû ya Amerîka duh çerşemê pê gotinên Maykêl Filîn mişêwirê ewlehiya netewî ya Koşka Sipî ketiye qunaxekî nû.
Filîn mişêwirê ewlehiya netewî ya Koşka Sipî li Press konferansekê bilî hişyariya bi Îranê got: Dewleta Amerîka bawere steratijiya Barak Obama serokkomarê berê yê Amerîka bona girtina pîşiya bi îdiaya wî reftarên îranê ku sebebkarê bê ewlehiyê ne, bi tesîr nebûne.
Ji aliyê dinve gelek ji bingehên siyasî û nûçeyî yên Yeketiya Ewrûpa û hindek ji welatên navçê yên hevrê digel Rejîma Siyonîstî jî pişta vê senaryoyê girtin û wisa teblîq kirin ku Îran wekî gefekê ye.
Hindekan jî gotinên lezgîn û bê belge li bara bernama mûşekî ya Îranê anîne ziman û îdia kirin ku Îranê daxûyaniya Konseya Ewlehiyê binpê kiriye.
Hindekan jî pê nêhrînek din û seratir ji rêketinnama navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 axivîn û ragihandin niha ku dewleta nû ya Amerîka bi serokatiya Trump karê xwe destpê kiriye her du alî yanî Amerîka û Îranê reftarên hevdu diceribînin.
Renge mirov bikaribe bêje ev şantajên wiha ji aliyê dewleta Amerîka wekî helwêsta nû ya dijî Îranê belê eva nikare wekî reftarekî mentiqî be, ji ber ku dewleta Amerîka siyasetên xwe dijî Îranê ji serketina inqilaba îslamî didomîne û ev cure siyasetên wiha hema ji dewrana Bûş serokkomarê berê yê Amerîka heta niha dijî îranê didomin, loma karbidestên nû yên Koşka Sipî carek din dixwestin pê van reftarên xwe, ew reftarên xwe yên dijî Îranê dubare bikin.
Barak Obama serokkomarê Amerîka bicaran li gotinên xwe ragihand ku hemû biryarên li bara Îranê li ser masê ne lê tecruba 8 sal serokkomariya Obama ew fêrî vê rastiyê kir ku rewşa nav Amerîka îdî hatiye guhartin.
Gefa dijî welatekê nîşana kêm agedariya kesekê ye û ji ber nezanînê renge tiştên wiha bîne ziman.
Salek berî niha Kalîn Pawel wezîrê karên derve yê berêye Amerêka li gotûbêjek telivîzyonî bilî rexneya ji siyaseta bi gef a dijî Îranê got: Ya baştir evaye ku kêmek mentiqî bin û Îranê tev Yemenê yan tu welatekî din qiyas nekin.
Wî got: Heta me jî heta niha tu îdiayekî wiha nekiriye.
Roja îro hinek ji rejîmên kirêgirtî yên wekî hakimên Seûdî wisa difikirin ku pê siyasetên nû yên Trump yên dijî Îranê renge ewna bigehêjin xewn û xeyalên xwe lê ev cure nêhrînane xeyalên şaş pirtir nînin ji ber ku Amerîka pêştir hemû ev cure siyasetên xwe yên dijî Îranê yên wekî şerên wekaletî û nerasterast dijî Îranê ceribandiye û netîca siyasetên wiha jî hema ji berê Amerîka bi xwe jî dizane ku çiye.
Roja îro welatên biyanî yên ku pê diroşma guhartinê li welatên wekî Efxanistan û Iraqê ev welatane dagîr kirin bi xwe rastî pirsgirêkên zav hatine û îdî ji van wezyetan ders girtine û bi dû macira perêziyê li navçê nînin.
Li nav Amerîka jî pêwîste bê gotin, Komarîxwazên vî welatî jî dil hene ji ber neyariya berfirehe nav vî welatî ku dijî siyasetên wan hene, bi dû helahelaya medyayî ne ta ku bîr û raya giştî ya nav vî welatî ji van aloziyên hundirî bixalifînin.
Li her hal siyaseta Îranê li bara xebatên mûşekî kifşe, Serdar Sertîp Husên Dêhqan duh çarşemê bilî teyîdkirina ceribandina serketî ya Mûşeka Balistîk a nûye Îranê ragihand; Îran îzna tu xwetêkeliyekê li karûbarên berevaniyê nade tu aliyekê û bernamên mûşekiye xwe li gor qayde û qirarên navnetewî didomîne û Amerîka hema ji aliyê Îranê wê peyamê dibîze ku li dewrana Obama û li dewrana gotûbêjên navokî Îranê dabû vî welatî.