Sibat 01, 2017 18:37 Asia/Tehran
  • Qonaxa nû ya piştgirîyên Amerîkayê ji têrorîstan di serdema serokomarîya Trump da

Tevî hişyarîdayînên li bara vê ihtimalê ku têrorîst sîlehên amerîkî bidest bixin, dewleta Trump jibo komeke neyarên sûrî zêrêhpûş û rext şandine.

Koma bi navê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) yek ji komên dijberî hikûmeta Sûrîyê, duh pêkutî kir ku yekem barê maşînên zêrêhpûş û rextan ji Amerîkayê wergirtîye û wadeya piştgirîya zêdetir a bi vî rengî jî wergirtîye.

Telal Silo berdevkê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) duh ji ajansa nûçan a Fransayê re got ku vê komê jibo cara yekem maşînên zêrêhpûş ji Amerîkayê wergirtine û ev yeka di dema dewleta nû ya Amerîkayê da pêk hatîye.

Telal Silo herwiha got: ev biryara ji hêla dewleta Donald Trump va hatîye dayînê li haekî ku piştgirîya dewleta Obama serokomarê berê yê Amerîkayê ji vê komê di vê astê da nebûye. Dewleta Amerîkayê jî piştrast kirîye ku jibo cara yekem maşîn û alavên zêrêhî jibo Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk şandine. Serheng Can Dorîyan berdevkê artêşa Amerîkayê got ku eva biryara fermandarên leşkerî bûye û cih hatîye.

Eva li halekî ye ku çend parlimanterên iraqî kiryara Amerîkayê ya şandina alavên cengê û xwarekê jibo têrorîstan bi rêka helekoptêran li deverên dagirbûyî yên Iraqê bi destê DAIŞ`ê şermezar kirin.

Can Kêrî wezîêr karên derve yê berê yê Amerîkayê dawîya sala buhurî li xwe mukur hat ku Amerîkayê jibo guhertina Bişar Esed serokomarê Sûrîyê rê da ku DAIŞ bê avakirinê û alîkarî da endamên vê komê.

Dewra nû ya hevkarîyên Amerîkayê ligel têrorîstan bi destê Donald Trump li halekî ye ku wî dema propagandên hilbijartinên serokomarîyê got ku hez nake derbasî şerê navxweyî li Sûrîyê bibe û hin wade li bara sekinîna cidî li hemberî têrorîstan dabûn.

Alûgurên Sûrîye û Iraqê û liv û tevgerên Amerîkayê li hemberî wan, nîşan didin ku Amerîkayê armancek bilî lawazkirina artêşê û dewleta Sûrîye û Iraqê û bihêzkirina têrorîstan tineye. Di vî warî Amerîka bi babetên wek parvekirina têrorîsmnê ser `` têrorîsma baş`` û `` têrorîsma nebaş`` bi dû rewanîşandana sîyasetên xwe yên bikîn li welatên curbicur e.

Artêşên Iraq û Sûrîyê vê dawîyê serketinên berbiçav li hemberî têrorîstan û paqijkirina deverên curbicur ên Sûrîye û Iraqê ji têrorîstan bidesat xistine. Hereketa artêşên Iraq û Sûrîyê jibo ku derbeya dawîyê li têrorîstan bidin, bûye sedema dilgiranîya piştgirên têrorîstan ji wan Amerîkayê. Di rewşeke wiha da, Amerîka bi dû bihêzkirina têrorîstên li Sûrîye û Iraqê û xweşkirina zemînê jibo şandina alîkarîyên zêdetir nemaze alîkarîyên serbazî jibo têrorîstan e.

Armanca Trump li babeta hilêxistina mijarên wek pêkanîna deverên ewleh û devera qedexe jibo firînan jî dabînkirina ewlehîya zêdetir jibo têrorîstan e. Dewama sîyasetên berovajî hev ên Trump, yê karesatên ji ber qeyranên li navçê ji wan ên Sûrîye û Iraqê girantir bike. Helwesta rayedarên Amerîkayê di hefteyên vê dawîyê da, armancên vî welatî yên hevkarînekriina di warê çareserkirina sîyasî ya qeyrana Sûrîyê nemaze dema muzakirên Astanê aşkiratir kirine.

Derdorên sîyasî jî di vî warî da ragihandin ku hin beşên wezareta karên derve ya Amerîkayê mijûlê hilkolandina bijareyên yekalî û çendalî ji wan bijareya leşkerî, rêbazên istixbaratî û aborîyê têkildarî şerê Sûrîyê ne ku berfirekriina şandina sîlehan jibo têrorîstan di vê çarçovê da dikare bê nirxandinê.