Berfirehkirina peywendiyên tev Îranê, mêhwera sefera wezîrê karên derve yê Fransayê bo Têharnê
Jan Mrk Ero wezîrê karên dreve yê Fransayê îro li sefera têhranê tev rayedarên Îranê hevdîtin pêk anî û li bara berfirehkirina têkiliyan gotûbêjê dike .
wezareta karên derve ya Fransayê gotûbêja li warê çawaniya cihanîna hevhatian navokî ya 14 Tîrmeha 2015an ji mêhwerên herî giring ên sefera têhranê ragihandiye.
Ev sefera di rewşekê de ye ku helwestên Donald Trump serokkomarê nû yê Emerîkayê li hember rêketinnama navokî rastî rexneyên zav ji wan ji aliyê welatên YE hatiye .
Pêvajoya têkiliyên Îran û Fransayê piştî rêketinnama navokî ne dikarin sedîsed erênî bibînin an ku wê tam nerênî bidin nirxandin. Renge bikaribin bibêjin ev peywendî li gor rewşa nû ya piştî rêketinnama navokî hatien rêkûpêkkirin. Helbet ferqên siaysî li nihêrîneke berfireh li meselan li nav welatan tişteke normal e lê di rewşekê de her ef ferqana dikarin pêvajoya berfirehkirina peywendiyan hêsan bikin an li hember wan berbendan çê bikin. Berûlaya herî giring a peywendiyên Îran û Fransayê li warê aboriyê ye. yekim sefera ewrûpî ya serokê Komara Îslamî ya Îranê par bi seredana Fransayê destpê bû ku bi îmzekirina çend hevhatinname û reşnivîsahevhatinnaman cih nehatine. Lê nunerên nêzîkî 60 şîrketên frasnî, dê li vê seferê hevrêtiya Jan Nark Ero bikin. Bê şik deriyên aboriya Îranê ser heckariyên aborî vekirî ye lê wer xûya dike hereketa li warê siyaset û biryarên siyasî yên yekalî yên welatên rojavayê bi atybet ji aliyê Emerîkayê rastî pirsgirêkan hatiye û derbasbûna ji wan bi dehan pirsgirêk hene. Hin kes bawer in ku jibo geşatiya aborî divê derbasî nav tevgera tevlîhev û aloz a cîhanî bibin û li gor prensîpên wê tev bigerin.
Komara îslamî ya Îranê lê ji destpêka serketina inqilabê jibo sekinîna ser prensîpan û nirxên Inqilaba Îslamî xerceke mezin kiriye. Tamula zehmetiyên şêr û boykotên nedadmendane ku para Fransayê jî têde kêm nebûye vê wateyê dighîne ku Îran tu carî nahêle ku rûvek û hundr û rihê peywendiyên wê dervey prensîpên inqilabê bin. Bingeha hevkariyên aborî yên Îranê ji wan Fransayê jî her wisa ye . Fransa ji wan welatan e ku destxwe piştî îmzekirina rêketinnama navokî hin taximên curbicuir ji rêveberên şîrketên mezin ên çêkirina trimbêlên Pêjo û Sîtronê heya rêveberên niftê yên şîrketa Totalê û her wiha hin sermayedaner bi pêşniyara beşdariya li beşa çêkiirna hotêlan heya cotkariyê şandine Têhranê. Lê Îran jibo hevkariyên xwe li pêşnîne û karûbarên berê yên aliyên aborî jî dinêre. Fransayê pêştir li warê siaysî bi Îranê re hin pirsgirêkên wê hebûne û niha jî gelek rexne ser kiryarên parîsê ji wan reftara newekhev li hember mesela terorîzmê û mafên mirovan heye ku ku yek ji wan piştgiriyên Fransayê ji grûpa terorîstî ya Munafiqan e loma her çiqasî karnama welatan li bara Îranê zelaltir be dê ewqasî asoya siberoja têkiliyan jî berfirehtir û geştir be.