Dewra nû ya komployên Amerîka û Erebistanê li dij Yemenê
Koşka Sipî li daxuyaniyekê ragihand ku paşayê Erebistanê Melik Selman û serokomarê Amerîkayê Donald Trump roja yekşemê li hevpeyvîna xwe ya telefonî li hev kirin ku ji deverên ewleh li Sûriye û Yemenê piştgiriyê bikin.
Serokkomarê Emerîkayê, Donald Trump li hilbijartinên serokkomariya sala par ji welatên erebî dorhêla kendava farsê xwestibû ku xerca pêkanîna deverên ewleh li sûriyê qebûl bikin.
Gotûbêj û hevpeyvîvînên van rojên dawiyê di navbera Trump û rayedarên Erebistanînîşan didin ku wan hevkariya xwe ya fermî li bara Sûriyê û Yemenê destpê kirine û dil hene bi hev re li karûbarên van welatan mudaxilê bikin.
Armanca emerîka û Erebistanê ji hilêxistian deverên qaşo ewleh eva ye ku ew hewl diidn pêşiya işkestên grûpên tekfîrî û terorîstî li Sûriyê bigrin û ji aliyê din ve alîkariya Erebistanê bike da ku rê li ber bêencamiyên hewldanên vî welatî li dijî yemenê were girtin.
Jixwe hilêxistina deverên ewleh ji aliyê emerîka û Erebistanê ku bi navê alîkariya bo awareyan sûrî, ser xêr û kara grûpa terorîstî ye û dibe sedem ku pêşî li işkestênwan were girtin.
Li rewşa niha Emerîka bi navê deverên ewleh , grûpên terorîstî bi hêz bike û rê li ber işkestên wan bigre û li operasyonên li dijî grûpên treorîstî îxlalê çê bike .
Ji aliyê din ve karekî bike ku grûpên terorîstî deverên bindestê xwe li Sûriyê ragirin.
Emerîka bi kiryarên wiha dixebite ku li karûbarên Sûriyê û Yemenê mudaxila leşkirî bike .
û eva bixwe reftara şerxwaziyê ya Trump li qada navneteweyî nîşan dide û rewşeke wiha dibe sedema zêde û berfirehbûna bêewlehiy li navçê û li cîhanê.
ev kar û kiryarên Emerîkayê bi awayekî mudaxila li karûbarên welatên navçê û perçekirina wan tê hesabê û raya giştî li hember vê yekê bêdeng namîne. Ev siyasetên Emerîka û Erebistanê derheq Sûriyê her wiha li dijî biryarnama 2254an ya konseay ewlehiyê ya NY ye ku hedefa wê alîkariay bo amadekirina nexşa siyasî bo çareseriya krîza Sûriyê ye ku li gor vê biryarnamê parastian serwerî û serxwebûna û yekperçetiya axa Sûriyê hatiey tekezkirin.