Çile 29, 2017 18:22 Asia/Tehran
  • Dewama bertekên cîhanî li hember fermandên nijadperestane yên Trump

Birayar nijadperestane ya serokkomarê Emerîkayê derheq qedexetiya çûyîna koçberan û misilmanan nav axa vî welatî pêlek ji nerazîbûnên cîhanî pêk aniye.

 piraniya kesayetî, rêxistin û saziyên  navneteweyî û xelkê sivîl biryara  Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li warê sînordarkirina  derbasbûna  hin koçberan û misilmanan bo nav axa Emerîkayê, nijadperestane û neînsanî dan zanîn.

 Muqteda Sedr serokê tevgera Sedrê wek berteka li hember vê meselê, ji Trump xwest ku beriya  derxistina  welatiyên  hin welatan, , welatiyên  Emerîkayê ji Iraqê derxîne.

 

 Di eynî demê de, çedn rêxistinên  amerîkî yên berevanê mafên mirovan ji wan navenda  hiqûqî ya koçberiya neteweyî û Yekitiya  azadiyên medenî yên Emerîkayê, lêkol û mamostên zanîngehan li Emerîkayê, Rêxistina Navneteweî ya  koçberiyê û komîsyaryayyê bilind ê  penaberan ser bi NY, hukma  Trump rexne kirin û daxwaza reftara  wekhev tev  penaberan bêyî berçavgirtina  netew an nijada  wan kirin.

 Hejmarek ji neraziyan  fermana  li dijî koçberiyê ya serokkomarê Emerîkayê, şemiyê şevê li balefirgeha navneteweyî ya  Can F Kênêdî,  ya bajarê Niyoyorkê kombûna nerazîtiyê li dar xistin.

 Her wiha  bi hezaran kes şemiyê şevê li balefirgeha  navneteweyî ya  Şîkagoyê kom bûn û siyasetên  Donald Trump protesto kirin .

Rojnama  xwecî ya Şîkago Trîbûnê jî nivîsî: Ji dema ragihandina  fermna cihanînê ya Trump , bi dehan kes li bajarên  curbicure Emerîkayê û her wiha 18 kes li balefirgeha Oherê hatin girtin ku hin ji wan misilmanên  xwediyê green kartê bûn.

Rojnama  emerîkî ya Los Anclês Timesê jî nivîsî  ku herîkêm 10 heya 15 parêzerên  koçberiyê li  termînala  misafirî ya  navnateweyî ya  Tom Brodliyê li balefirgeha navneteweyî ya  Losancilêsê kom bûn ku alîkariyê bidine  rêwiyên ku  piraniay wna îranî bûne û hatine girtin.

Li halekê ku Trump Twîterê wek medya înhisarî ya xwe jibo peywendiya  etv xelkê bi kar tîne lê rêveberên wê bi twîtekê bi fermî nerazîbûna xwe li hember fermana  serokkomarê Emerîkayê li bara qedexetiya çûyîna welatiyên  biyanî bo vî welatî nîşan dan .

Hîlarî Kilinton, berbijara işkestxwarî ya hilbijartinên  serokkomariya Emerîkayê bi piştgiriya ji nerazîbûnên cîhanî li hember fermana  Trump,  hevdiliya xwe tev misilmanan û penaberan  ragihand.

 Fransowa Oland serokkomarê Fransayê jî tekez kir ewrûpa divê bersiveke  qahîm  bide  Trump

 Zîgmar gabriyel, wezîrê karên derve yê Almanyayê û Jan Mark Îro wezîrê karên derev yê Fransayê li civîna  hevpar a  rojnamevaniyê li Parîsê cihanîna  biryara  Trump dijberê nirxên  însanî da zanîn.

 Serokkomarê Emerîkayê li rojên buhurî  hin fermand îmze  kirine ku  bertekên  berfireh  ên navneteweyî bo vî welatî hebûye .

 Fermana  çêkirina  dîwarê sînorî navbera Emerîkayê û Mekzîkê jibo rawestana  li ber derbasbûna  koçberên  neqanûnî, fermana  rawestandina  sê mehî ya dayîan vîzeyê jibo welatiyên  heft welatên  misilman ji wan  Îran,  û betalkirina  peymana  ticarî ya navneteweyî ya Trance Pasîfîkê TPP navbera  Emerîka û 11 welatên derdora  oqyanûsa Aram ji wan e.