Rayedarên Tirkiyê ji xwe mukur hatin ku bi amadebûna Esed qeyrana Sûriyê wê çareser bibe
Hin çavkaniyên nûçeyan ji zarê Mihemed Şimşek, alîkarê serokwezîrê Tirkiyê ragihandin çareseriya qeyrana Sûriyê bêyî hebûn û beşdariya Bişar Esed, serokkomarê vî welatî, di rewşa niha de karekî ne pêkan e.
Ev çavkanî herwiha ragihandin Mihemed Şîmşek, li kêleka civîna Dawûsê, ji xwe mukur hatin ku rewşa niha ya li navçê guheriye û destnîşan kir: Tirkiye nikare li ser çareseriya qeyrana Sûriyê bêyî hebûna Bişar Esed, pêkutiyê bike.
hinekî piştî weşandina vê nûşeyê, serokwezîrê Tirkiyê bi redkirina axiftinên ku ji zarê wî li bara serokkomarê Sûriyê hatine gotin, medyayekî biyanî tawanbar kir ku axiftinên wî xalifandiye.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Mihemed Şimşek, ragihand, gotinên ku ji zarê wî li civîna cîhanî ya aboriyê li DAwûsê hatine gotin, ji aliyê Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê hatine xalifandin û rastiyan nîşan nadin.
Wî herwiha got, ``li civîna Dawûsê wî gotiye eger kesek li Sûriyê, berpirsê trajêdiya mirovî be, ew kes, Esed e! Herwiha min pêgîriye kir qebûlkirina welatekî ku Esed di serî de be, nepêkan e.``
Helbet tevî derew zanîna van gotinan, eva cara yekemîn nîne ku rayedarên dewleta Enqerê, li hember dewleta qanûnî ya Bişar Esed li Sûriyê, helwêstên wiha digirin ber xwe. Wek mînak, li sefera lêborînxwestinê ya serokkomarê Tirkiyê bo Rûsyê di meha Tebaxa buhurî de, Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê Tirkiyê, soz dabû hevtayê xwe yê ûris ku dewleta wî wê meselên Sûriyê, bi beşdarî û hevkariya serokkomarê vî welatî, Bişar Esed bixwe bişopîne. Lê midehekî piştî wê, rayedarên dewleta Tirkiyê ji soza xwe derketin û careka din wegeriyan siyasetên xwe yên berê li hember Dûriyê.
Di her halî de, gotûbêjên aştiya Sûriyê wê roja duşemiya tê (23`ê Çilleyê) li Astaneya paytexta Qezaqistanê were li darxistin.
Mêhwera gotûbêjan, hewldana jibo vejiyandina gotûbêjên sûrî- sûrî, jibo çareseriya qeyrana vî welatî ye. Her di vî warî de, Mewlûd Çawûşoglû, wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî li gotûbêja bi rojnameya Waşîngton Postê, armanca gotûbêjên aştiya Sûriyê li Qezaqistanê, misogerkirina agirbesê û beşdariya hemî aliyên sûrî li gotûbêjên rasterast ên dewlet û neyaran ragihand.
Bêyî berçavgirtina naveroka destpêkê ya vê nûçeyê û derevandina wê, divê mirov bêje mesela ku alîkarê serokwezîrê Tirkiyê wê wekî trajêdiya mirovî ya li Sûriyê bi nav kiriye, encama siyasetên şaş ên Enqerê û welatên erebî yên navçê ye. Di rastiyê de divê xwetêkilkirinên nekêrhatî yên Tirkiye, Amerîka û hin dewletên ewrûpî û welatên Ereb ên navçê, hegerên sereke yên dirêjbûna dema pevçûnên navxweyî yên Sûriyê û belavbûna wan pevçûnan li navçê bizanibe.
Di vî warî de Rabêrt Fîsk, rojnamevan û analîzorê ingîlîsî bi dû sefera Erdogan bo Rûsyayê, bi weşandina nivîsarekê ragihand: Dewleta Tirkiyê, hin hin welatên mîlyoner ên dorhêla Kendava Farsê, pere û çekan jibo gurrkirina agirê şerrê navxweyî yê li Sûriyê û qaçaxa endamên DAIŞ, El Qaide û Bereya El Nusre ya Feth El Şamê yan jî bi her navekî din, distîne.
Di encama van siyasetên nedirust û nerast ên Tirkiyê, heya niha bi dehan hezar kes ji xelkê bêsûc û sivîl ên Sûriyê, canê xwe ji dest dane. Di eynî demê de divê mirov bêje: Bê ewlehîtiyên niha yên li Tirkiyê, encama hema ev xwetêkiliyên biyanî û bi taybet xwetêkilkirina dewleta Enqerê li karûbarên navxweyî yên Sûriyê ye.