Çima Tirkiyê siyaseta xwe li bara Sûriyê guhert
Tirkiye aqubet li xwe mukir hat ku nikare li ser wêdaçûna Beşar Esed serokê hikûmeta Sûriyê wek şertê muzakireyên aştiyê li vî welatî îsrarê bike.
Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê, Muhemed Şimşek duh ragihand ku çareseriya krîza Sûriyê bêyî Beşar Esed karekî maqûl û beraqil nîne.
Astengiyeke sereke ser riya lihevkirinê li muzakirên berê yên aştiyê li Sûriyê, şertê wêdaçûna Beşar Esed ji ser hikûmetê bû .
Sernivîskarê derecebilind ê rojnama Veterans Today ya eyaleta Ohio (Ohayo) ya Amerîkayê Gordon Duff li gotûbêja bi televîziyona Press TV re got: Çend gef û teluke ji derve û ji nav Tirkiyê bi xwe li ber vî welatî ne ku Enqere neçar kiriye ku siyaseta xwe li bara Sûriyê û navçê de biguherîne.
Duff şeva derbasbûyî li vê hevpeyvîna de got: Talukeya Şoreşa Rengîn ji Tirkiye re cidî ye û herdem îmkana heye ku ev şoreş xisarê bigihîne wê.
Wî herwiha got: Darbeya bê encam ya 24 Tîrmeha 2015 û bûyerên piştî wê û herwiha êrişên terorîstî li vî welatî de dîtin û helwêsta serokomarê Tirkiyê Erdogan û helwêsta desteya wezîran ya hikûmeta AKP`ê derheq navçê bi taybet derheq Sûriyê guhertiye.
Duff li bar guhertina siyaset û helwêsta Tirkiyê li bara qada navneteweyî jî got: Enqerê biryar daye xwe ji NATO`yê dûr bêxe çawaku vê saziyê xwe ji kar û kiryarêbn Tirkiyê li navçê de dûr xist û Ewropa jî ji babeta aborî bûye şirîkeke lawaz ya Tirkiyê li warê ticaret û aborî.
Sernivîskarê derecebilind ê rojnama Veterans Today herwiha bal kişand ser rola Erebistanê li navçê û got: Diqewme Riyaz jî helwêst û siyaseta xwe biguhere, çûnku niha ev welata ji babeta fînansî ve bi kêmbûna pereyê nexd rûbirû ye û muhtemel e ku li dewrana serokomariya Trump, Amerîka bi awayekî tam li pişta Erebistanê de nebe.
Amerîka û hevbendên wê yên li navçê yên wekî Tirkiye û Erebistanê ji sala 2011 bona ku hikûmeta Esed ji nav biben ji her babetekê ve çi aborî û çi jî çek û sîlahî alîkariya grûpên terorîst yên wek DAIŞ û El-Nusreyê kirin. Heta welatên wekî Tirkiyê nifta ku grûpa terorîst ji bîrên Iraq û Sûriyê didizîn jê dikirî. Lê niha ku Enqere bi bê encamiya siyasetên xwe yên berê li bara Sûriyê hesyaye ev siyasetana heya astekên guhertiye û ji bo birêxistina muzakireyên aştiyê li 23 Çileya 2017 li Astaneya Qezaqistanê ya di navbera hikûmeta Sûriyê û dijberên wê alîkariya Rûsya û Îranê kir.