Vejiyandina xwendingehên Fethullah Gulen li Qirqîzistanê
Tevî girêdana xwendingehên nasiyar bi tevgera Xizmetê ser bi Fethullah Gulen li Qirqîzistanê, li rojên derbasbûyî hin liv û tevgerên siyasî yên vî welatî ser vejiyandina xebata van xwendingehan li Qirqîzistanê tekez dikin.
Piştî darbeya 15 Tîrmeha buhurî li Tirkiyê, daxwaza vegerandina Fethullah Gulen ji Emerîkayê bo Tirkiyê û girêdana hemî saziyên hîndekariyê û propagendeyî yên ser bi Gulen li welatên curbicure cîhanê ji wan nihêrînên dewleta Enqerê li warê dîplomasiyê ye. Komarên Asiyaya navendî û di serî de Qirqîzistan, pêşengê qebûlkirina daxwaziay Tirkiyê bûn. Piştî wê jî Komarên navçê û heta Pakistan li navça başûrê Asiyayê bersiva erênî dane daxwaziya dewleta Enqerê ya derheq qedexetiya xebatên tevgera Gulen û xwendingehên ser bi wê.
Girêdana van xwendingehan ji ber barê aborî ya ji ber wêdebirina fêrgehên Gulen ser aboriya welatên nmazûvan, hin rexne nav derûdorên van welatan pêk anî.
Xêncî viya, qebûlkirina ev daxwaziya Tirkiyê wek binpêkirina serbixwetiya welatên welatên mazûvanê xwendingehên Fethullah Gulen hat nirxandinê.
Niha ku kêmtir ji 6 mehan ser tehtîlbûna xebata xwendingehên Fethullah Gulen li Qirqîzistan û hin welatên navçê derbas dibe, dengê vejiyandina van xwendingehan li nav derûdorên van welatana ji wan li xwendingehên Qirqîzistanê tê bihîstin li halekê ku hîndekariya li xwendingehên Fethullah Gulen li gor pênaseya taybet a şexsê Gulen li bara olê û çarçêva fêrgehê ye . Bêguman ser navê vejiyandina qaşo hîndekariya olî li gorî prensîpên nû yên fêrgehê dixweze ku li welatên hanê mudaxilê bike.Fethullah Gulen ku li xwendingehên Îmam Xetîb û kalêca Îlahiyata Tirkiyê ders xwendiye bi mehna pêkanîna hevgirtina navbera gelan lê bi armanca belavkirina mezheba henefî, bingehên aborî, hîndekarî û çandî yên curbicur li nav û dervey Tirkiyê damezrandiye.
Fethullah Gulen ser vê bawerê ye ku mamostên ku ji Tirkiyê jibo hîndekariyê diçin welatên curbicur dikarin mîna dîplomatan reftarê bikin û bibin preyeya navbera Tirkiyê û cihê erkdariya xwe û rewşê jibo hevkariay çandî û aborî jî xweş bikin. . wate mamosteyên şandî yên saziyên Gulen bo welatên armanc mîna mîsyonerên mezhebî yên ewrûpî li qurnên derbasbûyî, xebata mezhebî û hîndekariyê danîn nav bernamên xwe. Armanc eva ye ku kadroyên rêberiyê yên pêşerojê li van welatan perwerde bikin û rewşê jibo mudaxial mezhebî, siyasî û aborî yê Tirkiyê li van welatan xweş bikin.
li hundirê welêt jî zarokên rayedarên pilebilind ên Tirkiyê û welatên navçê û bi taybet zarokên balyoz û nunerên welatên biyanî yên rûniştiyê navçê jî li van xwendingehan dersê dixîwnin. Hejmara zêde ya kesên ku ji siba roja darbeya Tîrmeha buhurî li Tirkiyê ketine ber tevgear paqijkirinê ya Receb Teyib ERdogan, asta nifûz û kadroçêkirina xwendingeh û saziyên hîndekariyê yên Fethullah Gulen nav civaka Tirkiyê nîşan dide. Ev rewşa li welatên armancê hîndekariya Gulen jî tê dîtin. Lê dîsa jî lawaziya aborî ya welatên mîna Qirqîzistanê li beşa hîndekariyê, bûye sedema hitmala venihêrîna rayedarên vî welatî ibo vejiyandina xwendingehên Fethullah Gulen li vî welatî.
Ev nihêrîna dikare bibe sedem Tirkiyê têkiliyên navbera Enqerê û Bîşkekê venihêre. Siyaseteke wiha heta dikare bê hemen lezgîniya ku ser daxwaza Tirkiyê xwendingehên Fethullah Gulen li Qirqîzistanê hatin girêdanê, bibe destpêkek jibo pêkhatina dîmînoya vejiyandina xebata tevgera Fethullah Gulen li Asiyaya navendî.