Çile 12, 2017 19:53 Asia/Tehran
  • CHP û HDP li dijî guherandina destûrê ya bi dilê AKP`ê ne

Pêşniyaza AKP`ê ya derbarê guherandina destûra bingehîn de ku di heman demê de pergala serokatiyê jî dihewîne, li parlamentoya Tirkiyê dema hilkolandinê bû sedema devûjenî û lihevxistina parlimanterên AKP`ê û yên neyar. AKP`yî li CHP û HDP`ê, CHP û HDP jî li AKP`ê û MHPê rexneyên giran digirin.

Hevdîtinên li ser guherandina Destûra Nû ku ji 18 xalan pêk tê, li Parlamentoya Tirkiyê dest pê kirin. Guherîna destûrê di heman demê tê wateya diyarkirina çarenûsa Tirkiyê ya paşerojê jî. AKP`ê jî dixwaze ku heta 24`ê Çile nîqaş û dengdana li ser pêşniyaza destûrê bidawî bîne. CHP û HDP jî li dij vê yekê derdikevin.

Cîgirê Serokê Koma AKP`ê Mustafa Elîtaş diyar kir ku di nava AKP`ê de wê tu kes ji ser soza xwe venegere. Elîtaş got: "Ez texmîn dikim ku nêzîkî 20 parlamenterên CHP`ê wê di dengdana guherîna destûrê de bibêjin erê. Gelo CHP wê cesaret bike ku parlamenterên xwe bişîne kabîna ku wê lê dengdayîn bê kirin. Em ê vê yekê bibînin. Me 316 parlamenteran îmzeya xwe avêt. Îmzeya me sened e, soza me jî namûsa me ye."

CHP`ê jî ragihand ji bo ev destûr neyê pejirandin ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Cîgirê Serokê Koma CHP`ê Ozgur Ozel got; AKP jî pê dizane, ev pêşniyaz gelek xeletiyan dihewîne, loma hêviya me ew e ku, nîqaşên li ser vê pêşniyazê neçin serî û AKP vê pêşniyazê bi şûnde vekişîne.

Ozel wiha axivî: "Di vê serdema ku Tirkiye rojên nexweş de derbas dibe û pêdiviya her kesî bi aramiyê heye, bi navbeykariya Destûra Nû û Pergala Serokatiyê tê xwestin ku gel bi hev bikeve. Giraniya Parlamenterên MHP`ê jî berewajî Dewlet Bahçelî, tê îdiakirin di nava plansaziyekê de ku wê ji destûra nû re bibêjin na."

Cîgirê Serokê Koma MHP`ê Erkan Akçay jî CHP sucdar kir û got; CHP dixwaze ku di nava civakê de rageşiyek rû bide. Ew îdiayên derbarê guherîna sîstemê de nerast in. CHP dive ji wê şaşagahdarkirina civakê û bilindkirina rageşiya siyasî û civakî vegere.

Akçay got: "CHPê xwe daxilî wê prosesa destûrê nekir, niha jî rexneyan dike û dibêje; "Wê rejim biguhere, dîktatorî were." Ligel ku heq nake, CHP berê civakê ber bi rageşiyekê ve dibe. Bi baweriya min wê giraniya parlamenterên MHP`ê bo pêşniyaza Destûrê bibêjin erê."

Cîgira Seroka Koma HDP`ê Fîlîz Kerestecîoglu jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku, ev guherîna destûrê ya ku li parlamentoyê hevdîtinên wê tên kirin, ne hevdîtinên guherandina destûra bingehîn in, hevdîtinên peymaneke veşartî ne û ew ê jê re bibêjin na.