Civîna Vîyenê, Îran binpêkirina sozên rêketinama navokî tamul nake
Şeşemîn civînma komsyona hevpar a Îranê û Koma 5+1`ê têkildarî bêsozîyên Amerîkayê û dirêjkirina qanûna boykotên vî welatî li dijî Îranê ango qanûna ISA`yê li bajarê Vîyen paytexta Otrîşê hat lidarxistinê.
Mihemedcewad Zerfî wezîrê karên derve yê Îranê di meha Kanûna buhurî da bi şandina nameyeke fermî jibo Fêdêrîka Mogêrînî hevdengkira komsyona hevpar a rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bal kişand ser dubarebûna bêsozî û sistîya Amerîkayê li warê cihanîna sozên ku dane û ji Mogêrînîyê xwestibû ku tivdîrên pêwîst jibo lidarxisitna civîna komsyona hevpar a rêketinama navokî û komxebata boykotên komsyona hevpar jibo şopandina kiryara vê dawîyê ya Amerîkayê bike.
Di destpêka Kanûna buhurî da, Kongira Amerîkayê qanûna boykotên vî welatî l idijî Îranê (ISA) bo deh salên din dirêj kir. Barak Obama serokomarê Amerîkayê jî rizamendîya xwe li hemberî dirêjkirina boykotan nîşan da lê ew wajo nekir. Dirêjkirina boykotên hanê mînaka binpêkriina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ye.
Amerîkayê boykotên têkildarî bernama navokî ya Îranê rawestandine lê boykotên din bi heceta şîyana mûşekî û yan idiaya binpêbûna mafên mirovan û tawanbarkirina Îranê li warê piştgirîya ji têrorîsmê parastine û heta zêde kirine. Tevî ku hela jî sîya fermanên wezareta xizînedarîya Amerîkayê ser serê gellek bankên mezin ên ewropî û asîyayî giranîyê dike.
Li halekî ku hemî alîyên rêketinama navokî sozê didin ku pêşîya hevkarîyên aborîyê yên Îranê û sermayedanîna li warên curbicur nemaze di warê nift û gazê da negirin, meseleyek din kutabûna dewra serokatîya Obama û hatina Trump e. Tîma niha ya rêvebirîya Amerîkayê ku heta çend rojên din yê Qesra Sipî radestî tîma nû ya serokatîyê bike, dûr dizane ku Trump bikare lihevkirina navokî berçav negire lê, dikare cihanîna wê dijwartir bike.
Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê ku hevdengkiria komsyona hevpar a rêketinama navokî ye jî di civîna vê dawîyê ya wezîrên karên derve yên vê yêketîyê da, li ser pênaseya çendalîbûna vê rêketinamê sekinî.
Viladimîr Voronkof nunerê Ûrsêtê jî li civîna Vîyenê got ku propaganda Trump ya dem hilbijartinan tiştek e û qonaxa ku ew ê karê xwe destpê bike tiştek din. Wî herwiha got: Trump ev imkana heye ku belgeyan bi şiklekî din bibîne.
Niha du nirxandin û nêrîn li bara rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê hehe. Li gorî ya yekem, li bara pirsgirêkên cihanîna vê rêketinamê tiştek neyê gotin û nirxandin û helwestnîşandana di vî warî da bila bimîne bo pêşerojê û ya duyem jî ew e ku alîyên din ên rêekitnamê ango Çîn, Rûsîya û YE`yê helwesta xwe li bara vê rêketinamê nîşan bidin. Ji ber ku dewama vê pêvajo ûrewşê netenê têkildarî rêektinama navokî belkî li mijarên din jî li halê veguherîna li pirsgirêkekê ye ku dikare ji alîkî va bandoreke xirab li peywendîyên Îranê û welatên din ji wan yên YE`yê û ji alîyê din va bandoreke xirab li peywendîyên alîyên din ên rêketinamê û Amerîkayê bike.
Lê Îranê bi zelalî gotîye ku di tu rewşekê da binpêkirina rêketinamê ji alîyên wê va nahemilîne û vê meseleyê bi rêya mêkanîzm û sazîyên navnetewî ku di rêketinamê da hatine kifşkirinê li gorî biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê dişopîne. Nameya Îranê bo Mogêrînîyê û helwestên taxima Îranê li civîna Vîyenê jî ser vê nêrînê disekinin.