Îran dê bêsoziya li warê cihanîna Lihevkirina Navokî nehemilîne
Şeşmîn civîna komîsiyona hevpar a Îraê û Koma 5+1`ê li ser mijara hilkolandina bêsoziyên Amerîkayê û dirêjkirina qanûna boykotkirina Îranê nasyar bi Îsayê (ISA) li Viyena paytexta Otrîşê hat lidarxistin.
Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê di meha Kanûna buhurî da bi şandina nameyeke fermî ji bo Fêdêrîka Mogirînî berpirsa siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê bal kişande ser dubarebûna bêsozî û sistiya Amerîkayê li warê cihanîna sozên xwe û ji Mogirînî xwestibû ku tedbîrên pêwîst ji bo birêxistina civîna komêîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî her wiha komxebata boykotan a komîsiyona hevpar ji bo hilkolandina kiryara vê dawiyê ya Amerîkayê pêk bîne.
Di destpêka Kanûna 2016`an da Kongreya Amerîkayê qanûna boykotên xwe li dijî Îranê nasyar bi Îsayê (ISA) bi qasî deh salên din dirêj kir. Barak Obamayê serokomarê Amerîkayê dirêjkirina boykotan pejirand lê ew wajo nekir. Dirêjkirina van boykotan mînaka ``Binpêkirina`` Lihevkirina Navokî ye.
Amerîkayê boykotên dijî Îranê yên têkildarî bernameya navokî ya Îranê xistiye rewşa rawestandinê; Lê hin boykotên dinn bi mehneya şiyana mnûşekî an îdiaya Binpêkirina mafên Mirovan û tawanbarkirina Îranêî bi piştgiriya ji têrorîsmê parastine an heta zêde kirihne. Tevî wiya ku hela siya destûrkarên wezareta xezanedariya Amerîkayê li ser gellek ji bank ên mezin ên asyayî û ewropî berdewam e.
Li halekî ku rih û naveroka Lihevkriina Navokî tiştekî din dibêje û têda biz elalî hatiye ragiahndin ku hemî aliyên Lihevkirina Navokî soz didin ku rê li ber hevkariyên aborî digel Îranê û sermayedanîna li warên cûrbicûr bi taybet nift û gazê negirin. Mijara din çûyîna Obama û hatina Donald Traump e. Tîma niha ya dewleta Amerîkayê ku dê heta çend rojên din Koşka Sipî biterkîne, viya tiştekî dûr ji rastiyê dizane ku Trump bikare Lihevkirina Navokî berçav negire; Lê dibêje ku renge cihanîna wê dijwartir bike. Fêdêrîka Mogirînî berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê li civîna vê dawiyê ya wezîêrên karên derve yên vê yekîtiyê li ser xala ``Çendalîbûna`` vê lihevkiirnê pêgirî kir. Viladîmîr Voronkof nûnerê Rûsiyê li civîna Viyenê jî got: ``Propagandaya hilbiajrtinî ya Amerîkayê tiştek e, lê qonaxa ku ew anku Trump xebata xwe dest pê bike, tiştekî din e.`` Wî her wiha got: Serokomarê teze (Trump) dibe ku belgeyên Lihevkirina Navokî bi teşeyeke din bibîne.``
Niha du nêrîn li bnara Lihevkirina Navokî hene; ya yekem eva ku li bara pirsgirêkên cihanîna vê lihevkirinê axaftinek neyê kirin û dadweriay li vî warî da bo pêşerojê bê paşdaxistin û ya duyem eva ku aliyên din ên Lihevkirina Navokî anku Çîn, Rûsiye û Yekîtiya Ewropayê helwêsta xwe li warê Lihevkirina Navokî diyar bikin. Ji ber ku dewama vê pêvajoyê ne tenê li warê Lihevkirina navokî belki li mijarên din li halê guherîna bo pirsgirêkekê ye ku dikare ji aliyekî va li ser danûstandina Îranê û welatên din ji wan Yekîtiya Ewropayê û ji aliyê din va li ser peywendiyên aliyên din ên Lihevkirina Navokî digel Amerîkayê bandora xerab dayne.
Lê Îranê bi zelalî ragihandiye ku dê di bin tu şert û mercekê bêsoziya li warê Lihevkirina navokî nehemilîne û vê yekê ji riya navneteweyî û pêvajoyên pêşbînîkirî li Lihevkirina Navokî li gorî biryarnameya hejmara 2231`ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY, dişopîne. Nameya Îranê bo Mogirînî û helwêstên taxima Îranê li civîna Viyenê jî li ser vê nêrînê pêgiriyê dike.