Weşandina rapora Kunseya Netewî ya istixbarata Amerîka li bara pirsgirêkên mezin yên li ser riya Trump
Kunseya Netewî ya istixbarata Amerîka NIC duh duşemê raporek li bara ``Siyasetên giştî babetên newek hev yên pêşketinê``weşand.
Kunseya Netewî ya istixbarata Amerîka NIC navendekî lêkolînî ye ku di bin çavdêriya îdara istixbarata netewî ya Amerîka (DNI) dixebite û pêsparteya vê navendê çêkirina hevahengiya di navbera 16 ajansên istixbaratî yên Amerîka ye.
Ev kunseya her çar sal carekê ku hevrê digel dewra serokkomariya vî welatî ye, raporên wiha belav dike.
Ev rapora ku nêhrînekî wekî kutahiya cîhanê têdaye sê roj piştî belavbûna raporekî din belav bû ku Civata istixbaratî ya Amerîka li bara xwetêkeliyên Rûsiyayê li nav karûbarên hundirî yê Amerîka hate weşandinê.
Naverok û çarçîvên rapora Kunseya netewî ya istixbaratiya Amerîka û hişyariyên ku bona Trump hate dayîndikare rênimûniyekî baş be li bara kirîz û pirsgirêkên ku Amerîka li dewrana serokkomariya Trump, ev welata dê rastî van pirsgirêkan were.
Li vê raporê hişyarî hatiye dayîn ku li dewrana serokkomariya Trump kirîzên navnetewî dê zêde bibin û erzişên demokratîk li cîhanê jî dê jinav herin, bi curekê ku ji dewrana şerê sar heta niha ew babeta dê bê mînak be.
Li vê raporê herwisa hatiye ku rêberiya Amerîka û serokkomariya Trump li cîhanê dê pêşerojekî tarî û dijwar hebe.
Li rapora Kunseya Netewî ya istixbarata Amerîka NIC hatiye ku li pênc salên pêşerojê welatên cîhanê dê rastî kirîzên zav werin û herwisa pirsgirêkên nav welatan jî dê zêdetir bibin.
Li vî halî da naveroka vê raporê nîşan dide ku li van pênc salên tê li rewşa baş yan nebaşe cîhanê, dê desthilata Amerîka li ser cîhanê piştî şerê sar kêm bibe.
Ya rast naveroka rapora Kunseya Netewî ya istixbarata Amerîka NIC nîşan dede ku ev saziya istixbaratî ya Amerîka ku saziya herî bilind a istixbaratî li vî welatî ye jî ser pirsgirêkên mezin yên li ser riya Amerîka sekiniye.
Eva terseyî diroşm û sozên teblîqatî yên Trump li dewrana teblîqatên hilbijartinî ye ku îdia kiribû Amerîka dê li dewrana wî mezinatiya xwe bîne dest.
Hinek ji van pirsgirêkan evane ne, neyariya zav a derhatan di nav Amerîka, Têkçûna nijyara heşîmeta Amerîka, guhartina rewşa av û hewayî û zêdebûna neyariyên nav civata Amerîka.
Kunseya Netewî ya istixbarata Amerîka NIC ragihandiye ku her çend dewleta Amerîka yê ku qirare karê xwe destpê bike wezîfe û pêsparteya wê kutahîdana bi aloziyên cîhanê ye lê ev xebata li mudehekî dirêj dê xercekî zav dayîne ser destê Amerîka, eva tê wateya vî yekî ku hevkariyên navnetewî û îdara karûbarên netewî û navnetewî bona dewleta Trump dê rastî pirsgirêkên zav were.