Çile 10, 2017 14:31 Asia/Tehran
  • Bexda di nav agirê êrişên terorîstî de

Çavkaniyên nûçeyan vê sibehê ragihandin ku teqîneke giran agir berda boriya niftê ya Iraqê li başûra Bexdayê .

Li van hefteyên dawiyê terorîstên DAIŞ`ê êrişên xwe yên terorîstî û teqandina bombeyan li bajarên Iraqê bi taybet li Bexdayê paytexta vî welatî pir zêde kirine.

Operasiyona azadkirina parêzgeha Neynewaqyê û navenda wê Mûsilê  ku ji 17 Cotmeha 2016 ser fermana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve ji şeş aliyan ve despê kir, li qonaxa wê ya yekem de ku 15 Kanûnê kuta bû, 40 tax ji 56 taxên rojhilata bajarê Mûsilê azad bûn. Piştî van derbeyê giran ku li grûpa terorîst a DAIŞ`ê ketin, vê grûpa terorîstîliv û tevgerên xwe yên terorîstî li dij sivîlan bi taybet li Bexdayê zêde kirin da ku Iraqê bê ewleh bikin û bi vî awayî ji êrişên artêş û hêzên iraqî ser vê grûpa terorîst li Mûsilê kêm bikin. Çûnku azadkirina Mûsilê wek mirina DAIŞ`ê li Iraqê û birina wê berbi mirina tam li navçê ye.

Her diçe Mûsil gavekê nêzîkî azadiyê dibe û azadbûna vî bajarî ti şik û guman ji ti kesî re nehêştiye û grûpa terorîst a DAIŞ`ê jî bi yeqîn dizane ku nêzîkî rojên xwe yên dawiyê li Iraqê bûye loma ji bo ku morala lawazbûyî ya endamên xwe kêmekê bi hêz bike û ji aliyê din ve raya giştî li bara şikestên xwe û serkevtinên hêzên iraqî bixalifîne, hem jî tirs û xufê bêxe dilê xelkê û hêzên iraqî dest avêtiye êrişên terorîstî li bajarên iraqê bi taybet li Bexdayê.

Çawa ku berî viya jî me desnîşan kir hedefa din a grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji liv û tevgerên terorîstî eva ye ku dewleta Iraqê neçar bike ku hêzên xwe li operasiyona Mûsilê kêm bike û bişîne deverên din ên mîna Bexdayê û bi vî awayî operasiyona azadkirina Mûsilê bide rawestandin û derfetekê ji bo filitandina xwe pêk bîne . Ji aliyê din ve terorîstên DAIŞ`ê bi teqandin û jinavbirina binavahî û navendên pêşeyî û aborî li Iraqê dixebitin ku hem dewleta vî welatî lawaz bikin hem jî bi zêdekirina zext û zora aborî ser xelkê bibin sedema nerizamendiya wan li hemberî dewleta Iraqê.

Siyaseta tirsandin û zêdekirina bê ewlehî û nearamiyê û zêdekirina zext û zorên aborî ji amûrên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ne û herdem ku ev grûpa bi şikestê rûbirû dibe, li çarçova vê siyaseta xwe ya qirêj dixebite ku liv û tevgerên xwe yên terorîst li Bexda û bajarên din ên Iraqê zêde bike. Vê grûpa terorîstî li kêleka van kiryarên xwe bi caran xebitiye ku nakokî û dijberiyê jî bêxe navbera xelkê Iraqê, her li vê çarçovê de bi caran deverên ku xelkê şîye dicivin bi bombe û makîneyên bombebarkirî teqandine û bi hezaran kes kuştine an jî birîndar kirine.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku bi destê welatên wek Erebistan û Qeterê çê bûye û welatên wek Amerîka û Tirkiyê jî jê piştgiriyê kirine her dem ku şikest xwariye xebitiye tol û heyfa wê ji xelkê sivîl ê Iraq û Sûriyê bistîne.