Çile 09, 2017 17:46 Asia/Tehran
  • Rexnegirtin û dilgiranîya ji ber rewşa navxweyî ya Tirkîyê

Bi zêdebûna bêewlehîtîyê û berfirebûna têrorîsmê li nav Tirkîyê, derdorên sîyasî yên dijberê delweta Enqerê dibêjin ku Tirkîye dibe Pakistanekî din.

Ayhan Bîlgen berdevkê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) bal kişand ser kuştina nêzî 100 kes di encama êrişên têrorîstî yên du mehên vê dawîyê li Tirkîyê da û got ku Tirkîye dibe Pakistanekî din.

Wî bal kişand ser êrişa vê dawîyê yya ser klûba şevê ya Rêynayê li bajarê Istenbolê û got: Alûgurên ku roja îro em li Tirkîyê dibînin encama sîyaseta derve ya Enqerê li bara Sûrîyê ne. Bîlgen dibêje ku delweta Enqerê di sala 2011`ê da bi veguhestina têrorîstan ji bendera Iskenderûnê bo nav axa Sûrîyê, bi destê xwe xîmê êrişa vê dawîyê ya li Istenbolê danîbû. Eva cara yekem nîne ku partîyên dijberê Tirkîyê sîyasetên dewleta Enqerê li hemberî cînaran nemaze li hemberî Sûrîye û Iraqê şaş dizanin û şermezar dikin. Dewleta Enqerê bi rêbertîya Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê mideha çend salên buhurî da tevî destwerdana li karên navxweyî yên Sûrîye  ûIraqê, hewl daye ku tevî dûrxistina neyarên dewleta qanûnî ya Şamê û danîna kesên din dewsa wan, cihê têrorîstên dijberê dewleta Bişar Esed li Sûrîyê qehîm bike. Komên têrorîst ên DAIŞ û Feth ul Şamê ji wan komên têrorîst ên çalak li Sûrîyê ne ku tê gotin mideha çend salên buhurî da ji piştgirî û alîkarîyên serbazî yên Tirkîyê û alîkarîyên sîyasî yên Amerîkayê û hin dewletên paşvero yên ereb ên derdora Kendava Farsê sûd wergirtine. Lê hema van komên têrorîst vê dawîyê bera xwe dane ser êrişên ser Tirkîyê nav vî welatî. Bi dû opêrasyona têrorîstî ya li Istenbolê û têrora sefîrê Ûrsêtê li Tirkîyê, gellek nuneratîyên welatên cehanê li Tirkîyê ji welatîyên xwe xwestine ku heke gellekî pêwîst nebe serdana Tirkîyê nekin. Li gorî van rastîyan, çavdêr şibandina Tirkîyê li Pakistanê dûr ji aqil nizanin. Pakistan ji wan welatên başûra Asîyayê ye ku bi hegera karkirina azad a qaçaxçîyên madeyên hişber û komên têrorîst hertim nearam e. Lewma berdevkê HDP`ê li axavtinên xwe yên vê dawîyê, bi pêkutîya ser rola dewleta Tirkîyê li şerê xwînavîn li Sûrîyê, gotîye ku dewleta ku heta daxûyanîyekê li bara serbazên ku bi destê têrorîstên DAIş`ê êxsîr hatine girtinê nade, her roj li ber çavên mêdyayan şano lidar xistîye û behsa kuştî  ûbirîndarên DAIŞ`ê dike. Ayhan Bîlgen herwiha dibêje ku birêz Receb Teyîb Erdogan behsa kokbirrkirina têrorê li Tirkîyê û navçê dike, li halekî ku hakimîyeta Tirkêyê xwe bûye kok û bingeha şerê li Sûrîyê. Hûn behsa birrîn û têkbirina kîjan kok û rîşeyî dikin? Tevî vîya ku meseleya Sûrîyê idî jibo Tirkîyê meseleyeke demkî nîne û Tirkîye bûye welatekî dayimî li Sûrîyê.

Bi giştî meriv dikare li gorî gotinên berdevkê HDP`ê wiha bêje ku sîyasetên dewleta Enqerê li hemberî Sûrîyê idî aşkira bûne û dûr e partîyên navxweyî û gelê Tirkîyê van sîyasetana qebûl bikin. Niha dewlet û gelê Tirkîyê ev rastîya fem kirine ku destwerdana li karên navxweyî yên welatên din, dikare bibe sedema bêewlehbûna vî welatî bi xwe.