Çile 08, 2017 13:18 Asia/Tehran
  • Îbtalkirina mafê welatîbûnê ya piştgirên Darbeya bê encam a Tirkiyê

Hikûmeta Enqerê tevdîrên nû ji bo sizakirina darbekar û piştgirên darbeya tîrmehê berçav girtine ku yek ji wan îbtalkirina welatîbûna wan e.

Bi saya rewşa awarte (OHAl`ê) li Tirkiyê partiya serdest AKP û serokomar Erdogan dil hene zextûzora ser dijberên xwe bi taybet yên ku tawanbar in piştgirên darbeya bê encama ya Tîrmehê ne zêde bikin, ku yek ji van tevdîrên wan li dij van kesan îbtalkirina mafê welatîbûna wan e.

Li gor rapora ajansên nûçeyan ev qanûna nû ya hikûmeta AKP wan dijberên hikûmetê digire ber xwe ku li derveyî welêt dijîn û tawanbarin ku piştgiriya darbeya bê encam kirine. Li gor vê qanûn herwiha kesên ku tawanên wan giran in heke heya sê mehan neyên Tirkiyê û li dadgehê bersiva tawanên xwe nedin, welatî bûna wan a Tirkiyê tê hilanîn.

Darbeya bê encam ya Tîrmehê li Tirkiyê derfeteke pir baş ji AKP û Erdogan re çê kiriye da ku dijberên xwe yên li derve û li nav welêt bi mihaneya piştgiriya ji vê darbeyê û piştgiriya ji grûpên ku hikûmeta Tirkiyê wan wek grûpên terorîst dide zanîn tune bike an jî bêxe zîndanan û ji ser kar û xebatên wan hilîne. Ji bo ku hikûmeta AKP ku tam li bin bandora Erdogan e bikare bi hêsanî vî karî bike heya niha sê caran her caran rewşa awarte an OHAL`ê li welêt de ragihandiye ku her dewreke wê sê mehan dikişîne. Hikûmeta AKP`ê bi saya vê rewşê de gelek qanûnên xwe bêyî mudaxileya Parlemanê pejirandine ku yek ji wan qanûna îbtalkirina welatîbûna dijberên hikûmetê ye. Vê hikûmetê bi saya vê rewşê gelek ji azadiyên welatiyên Tirkiyê bi sînor kirine û zêde ji 150 hezar kedkar û karmendên dewletê li saziyên curbicur ên wek dadwer, polîs, hêzên çekdar, teşkîlatên perwerdehî û akadimîsiyen yên ku fikir dike dijberên dewleta AKP û Erdogan in bi mihaneya piştgira wan ji darbeyê û Fetullah Gulen ji ser karê wan avêtine an xistine zîndanê . Her wiha li gor destûrnamên nû yên hikûmeta AKP`ê dayîna dereceyên leşkerî bo efseran û zabitan ku berê li destê Erkantiya Giştî ya Hûzên Çekdar bû niha jê hatiye standin û ketiye destê wezaretxanên karên hundir û parastina neteweyî ya Tirkiyê.

AKP her ji dema ku hikûmet li sala 2003 xiste destê xwe kete vê fikrê ku dijberên xwe û partiyên dijber serkut bike, lê darbeya Leşkerî ya bê encam li Tîrmeha 2016 ev derfet û mihana jê re pêk anîda ku wan dijberên xwe çi li teşkîlatên curbicur ên dewletê çi jî li partiyên dijber bi mihaneya piştgira wan ji darbeyê û tevgera Fetullah Gulen serkut bike û wan ji ser karên wan bavêje der an jî wan bêxe zîndan û hewsê. Li vê navberê de îbtalkirina welatîbûna hezaran kesan ji dijberên hikûmetê ku li derveyî welêt dijîn wê bibe meseleke kêşesaz li civaka Tirkiyê û di nav partiyên dijber ku diqewme her ev mesela ji hikûmeta AKP û Erdogan re bibe kêşe û pirsgirêkeke cidî.