Çile 05, 2017 21:01 Asia/Tehran
  • Nîgeraniya Erdogan ji ber duberekiya di nav civaka Tirkiyê

Serokkomarê Tirkiyê li gotinên xwe yên duh çarşemê got: Hedefa êrişa ser klûpa şevê li Stanbolê, ferq û cudatî xistina navbera gelê Tirkiyê ye, lê ev êrişên wiha qet nikare duberekiyê bêxe nav xelkê Tirkiyê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li navçeya Keçioren a Enqerê di rêûresmekê de axivî û ev tişt gotin: Ez dizanim ku li Keçiorenê kes ji kesî re nabêje "Ev Tirk e, an Kurd e?" û nanêre, kes ji kesî nabêje "Ev Elewî ye, an Sunnî ye" û nanêre. Li vir her kes mirov e, welatê Komara Tirkiyê ye, hevalben e, bira ye.Gava ku me her tim û li her derê got, "Yek milet, yek al, yek welat, yek dewlet", me bersiva herî xurt ji Keçiorenê girt. Rihê ku Tirkiyê li ser lingan dide sekinandin, ha ev riha ye. Ji bo vê yekê jî her tim carinan di ser cudahiya etnîkî re, carinan jî di ser nasnameya mezhebî re xwestin miletê me bera hev bidin. Lê bi serneketin. Binêrin bi salan e dibêjin Kurd û welatiyên me yên Kurd bi hendekan.

Erdogan ku siyasetên wî bûne sedema nijadperestiya tirk li dij gelê din û bûye sedema dijminatiyê di nav gelên tirk îdia kir ku  dixwazin miletê me bera hev bidin. Heta îro riyên ku neceribandin nema lê biserneketin. Nikarîbûn biratiya me xera bikin û zirarê bidin yekîtî û bihevrebûna me. Erdogan ku bû sedema berdewamiya şêr û ji nav çûna pêvajoya aştiyê li Tirkiyê îdia kir ku gelê me kesên ku jiyan li welatiyên me yên Kurd herimandin, pir baş dît û dibîne.

Lê eva ku karbidestên Tirkiyê îterafê bi viya dikin ku hinek dixwazin duberekiyê têxin navbera vî welatî rastiyeke ku ewna neçarin viya bînin ziman.

Bo nimûne mudeheke di nav partiyên neyare dewleta Enqerê neyarî çê bûne, Bo nimûne çaxê ku Dewlet Baxçelî serokê partiya netewperêze Tirkiyê yanî Partiya Hereketa Netewî (MHP) hevrê bû tev dewleta Enqerê û piştevaniya AKP li projên wekî ji nû ve îcrabûna hukmê îdamkirinê li nav Tirkiyê û guhartina sistema deshilatdariyê li vî welatî ji parlemanê bo serokayetî kir, êdî neyariyên navbera endamên vî partî zêdetir bûn.

Neyariya pişkek ji endamên MHP`ê tev van siyasetên AKP`ê bibaşî nîşana viya ye ku sîstema Tirkiyê neyarê parek pir ji siyasetên AKP`ê ne, niha ku dîsa piştî ew hemû kiryarên terorîstî yên nav bajarên Tirkiyê, carek din grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê gef li xelkê vî welatî xwariye û ragihandiye ku dê zanîngeha Istanbûlê bike hedefa êrişên xwe, zêdetir ji her wextekî din netewê perêzên Tirkiyê ji nekarayiya Enqerê bona sekinîna li hemberî terorîstên DAIŞ`ê rexne kirine.bitaybet ku partiyên netewê perêz yên MHP`ê alaya vî welatî li ser deriyên malên xwe dixwînin û niha DAIŞ`ê îhaneta alaya wan kiriye, bê şik kesên ku hêviya geşatiya hemû layî ya vî welatî dikirin, pê van cure gef û dêmenên wiha, hizr dikin, ew mezinatiya Tirkiyê êdî rastî işkestê hatine.

Li rewşekî wiha Erdogan nîgerane ku eger bê û ferq û duberekî têkeve nav xelkê vî welaytî , îdî ew qudreta xwe dê li nav xelkê ji dest bide, her ji ber viyaye ku mirov dikare bêje eva ku Erdogan xwe berpirsê parastina ewlehiya xelkê Tirkiyê û heq û mafê wan dizane bê şik ji bo viyaye ku bersivekê bide van cure xwestekên xelkê û dil heye wiha bi xelkê vî welatî bide zanîn ku ew ji hemû hêza xwe bona parastina ewlehiya Tirkiyê behre digire, eva li halekê ye ku heta niha wî tenê li vê barê diroşm daye û nekariye pîşiya kiryarên terorîstîli nav Tirkiyê bigre.

Parek ji karzanên siyasî bawerin ku koka van kiryarên terorîstî li siyasetên derveye Enqerê tê dîtin ku Erdogan dixebite Tirkiyê ber bi Osmaniyetekî nû bibe û li vê navberê xelk partiya AKP pê van cure siyasetên nementiqî berpirsê van kiryarên terorîstî yên nav vî welatî dizanin.

Destwerdana çekdarî ya Tirkiyê li şerê navxweyî yê Sûriyê bi navê Opêrasiyona ``Mertala Firatê`` ji roja 24`ê Tebaxa sala 2016`an va ji rojavaya Çemê Firatê û ji sînorê Tirkiye û Sûriyê dest pê bû.

Berpirsên Sûriyê hertim destnîşan kirine ku opêrasiyona çekdariya Tirkiyê lin bakurê vî welatî bêyî wergirtina îznê ji dewleta Sûriyê ye û binpêkirina hakimiyeta vî welatî tê hesêb.

Berpirsên dewleta Şamê bi cara Tirkiye tawanbar kirine ku pişta komên çete û têrorîst ji wan têrorîstên DAIŞ`ê li Sûriyê digire; Niha û ji ber têkçûnên berfireh ên DAIŞ`ê li warê şerê meydanî, vê koma têrorîst berê xwe daye Tirkiyê û êrîşên xwe li wir pêk tîne.