Dirêjkirina dema rewşa awarte li Tirkîyê
Endamên meclisa Tirkîyê şeva buhurî ango 3`yê Çilê daxwaza dewleta Enqerê ya dirêjkirina dema rewşa awarte li vî welatî pejirandin.
Qanûna rewşa awarte ku bi dû derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê li Tirkîyê destpê bû, desthilatên taybet dide hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê û imkana girtina mirovan bêyî ragihandina tawana wan pêk tîne. Bi dirêjkirina dema vê qanûnê biryara parlimanê yê heta sê mehên din ango heta bihara pêşberî me yê berdewam be. Li gorî dewama nearamîyan li bajarên Tirkîyê, dirêjkirina dema qanûna rewşa awarte yê derfeteke din bide destê delweta Enqerê ta ku beşeke din a neyarên xwe bigire û baje zîndanan.
Çavdêr, reftara nebaş û durûtîyê li bara tişta ku dewleta Enqerê `` têkoşîna li hemberî têrorîsmê`` binav dike, hegera herîgirîng a dewam û berfirebûna bêewlehîtîyê li Tirkîyê dizanin.
Sîyasetên dewleta Enqerê bandorên xirab li rewşa aborîya vî welatî kirine û nemaze bûne sedema jordaçûna zamê û daketina berbiçav a bihaya dirafê lîr li hemberî dirafên din.
Dewleta Enqerê mideha çend salên buhurî da bi parvekirina têrorîsmê ser ``têrorîsma baş`` û ``têrorîsma nebaş`` hewl da ku raya giştî ya vî welatî û civaka cehanî di vî warî da qewlî gotinê qanih bike. Di rastîyê da delweta Enqerê têrorîstên ku li Iraq û Sûrîyê hevdengê berjewendîyên Tirkîyê kar dikirin, têrorîstên baş didan nasandinê. Lê niha dewleta Enqerê derbe herî zêde ji wan têrorîstên qaşo baş dixwe û sedema sereke ya berfirebûna bêewlehîtîyê li Tirkîyê hema ev têrorîstên bi dilê Enqerê ne.
Yek ji wan komana, koma têrorîst a DAIŞ`ê ye. Evê koma têrorîst ku Amerîka, hin dewletên rojavayî û hin dewletên paşvero yên derdora Kendava Farsê piştgirîyê didinê, ji piştgirîyên dewleta Enqerê jî sûd wergirtîye.Herçend ku rayedarên dewleta Enqerê her cure têkilîya bi endamên vê koma têrorîst ra ret dikin lê, belgeyên têkilîya nêzîk a wan ligel vê koma têrorîst ber destan in. Ji wan meriv dikare balê bikişîne ser kirîna nifta xav a ku DAIŞ ji bîrên nifta Iraqê didize. Bilî vîya, meriv dikare destwerdana serbazî ya Tirkîyê li axa Sûrîyê jî mînakek din ji piştgirîyên Enqerê ji komên têrorîst bizane.
Kemal Kiliçdaroglu serokê Partîya Komarxwaz a Gel a Tirkîyê (CHP) vê dawîyê di vî warî da got ku têrorên curbicur li Tirkîyê ku bi destê komên tundrê pêk tên encama danûistandina dewleta Enqerê ligel cinayetkaran û sitirandina wan li nav Tirkîyê ne. Ev gotin jî nîşan didin ku hikûmeta Tirkîyê sîyasetên çewt li nav welêt û navçê girtine ber xwe. Şerê li hemberî PKK`ê û ibtalkirina mafê parastîbûna li ber dadwerîyê yê parlimanterên HDP`ê û meseleya tevgera Fetulah Gulen li nav Tirkîyê ji sîaysetên niha yên dewleta Enqerê ne ku wer xûya dike ji hegerên sereke yên pirsgirêkên niha û bêewlehîtîya li Tirkîyê ne.
Kemal Kiliçdaroglu serokê Partîya Komarxwaz a Gel a Tirkîyê (CHP) vê dawîyê di vî warî da got ku têrorên curbicur li Tirkîyê ku bi destê komên tundrê pêk tên encama danûistandina dewleta Enqerê ligel cinayetkaran û sitirandina wan li nav Tirkîyê ne. Ev gotin jî nîşan didin ku hikûmeta Tirkîyê sîyasetên çewt li nav welêt û navçê girtine ber xwe. Şerê li hemberî PKK`ê û ibtalkirina mafê parastîbûna li ber dadwerîyê yê parlimanterên HDP`ê û meseleya tevgera Fetulah Gulen li nav Tirkîyê ji sîaysetên niha yên dewleta Enqerê ne ku wer xûya dike ji hegerên sereke yên pirsgirêkên niha û bêewlehîtîya li Tirkîyê ne.Kemal Kiliçdaroglu serokê Partîya Komarxwaz a Gel a Tirkîyê (CHP) vê dawîyê di vî warî da got ku têrorên curbicur li Tirkîyê ku bi destê komên tundrê pêk tên encama danûistandina dewleta Enqerê ligel cinayetkaran û sitirandina wan li nav Tirkîyê ne. Ev gotin jî nîşan didin ku hikûmeta Tirkîyê sîyasetên çewt li nav welêt û navçê girtine ber xwe. Şerê li hemberî PKK`ê û ibtalkirina mafê parastîbûna li ber dadwerîyê yê parlimanterên HDP`ê û meseleya tevgera Fetulah Gulen li nav Tirkîyê ji sîaysetên niha yên dewleta Enqerê ne ku wer xûya dike ji hegerên sereke yên pirsgirêkên niha û bêewlehîtîya li Tirkîyê ne.