Îtirafa Amerîkayê li ser kuştina welatiyên iraqî û sûrî
Artêşa Amerîkayê bi daxûyaniyekê li bara kuştina herîkêm 188 welatiyên asayî li êrîşên hêzên hevpeymaniya navneteweyiya qaşo dijî DAIŞ`ê bi serkirdayetiya vî welatî li Iraq û Sûriyê li xwe mukur hat.
Artêşa Amerîkayê îtiraf kir ku li halê hilkolandina pênc raporên têkildarî kuştina ni be qest a welatiyên sivîl ji ber çar êrîşan di sala 2016`an da û êrîşekê di sala 2015`an da li Iraq û Sûriyê ye.
hevpeymaniya amerîkî ji sala 2014`an va destwerdana xwe bi mehneya şerê dijî têrorîsmê dest pê kiriye. Eva li halekî ye klu koma sivîl a Air Wars`ê ku navenda wê li Londonê ye jî ragihand ku êrîşên hevpeymaniya amerîkî ya dijî DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê bûne sebeb ku heta niha zêde ji du hezra welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest bidin.
Pêştir navenda fermandetiya leşkerî ya Amerîkayê li Rojhilata Navînê nasyar bi Sendkam`ê jî ragihan dku firokeyên şêrr ên hevpeymaniya Amerîkayê erebeyeke têrorîstên DAIŞ`ê li navçeyeke Mûsilê kirin hedefa êrîşên xwe ku piştra pê hesiyan ku ev der parkînga avahiyekê li nexweşxaneyê bûye û di encamê da welartiyên asayî hatien kuştin. Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê jî bi raporekê hejmara goriyên ji ber êrîşên hevpeym,aniya bi serkirdayetiya Amerîkayê li dijî welatiyên asayî li Sûriye û Iraqê di vê heyamê da zêde ji hezar kesî da zanîn.
Nearamî, kavilkirina binavahiyan û amadebûna komên cûrbicûr ên têrorîst li Iraqê tenha mîrateya dagirkeriya Amerîkayê li vî welatî bûye û niha Iraq û Sûriye û gişt navçe berdêla destwerdana leşkerî ya bi tehlûke ya Amerîkayê û plandarêştina komployamn ji aliyê Amerîkayê va li warê damezirandina DAIŞ`ê didin. Herîkêm dîroka 15 salî ya vê dawiyê li navçeyê îsbat dike ku li her derê ku Amerîkayê bi awayê rasterast destê xwe werdaye, her tişt ji nav çûye û komin wêranker ji navçeyên bin dagirkeriya Amerîkayê derketine holê.
Rewşa niha ya Sûriye, Iraq û wêraniyên berfireh ku pêk hatien têkiliya xwe ya rasterast digel siyaseta welatên rojavayî bi taybet Amerîkayê heye ku navçeya Rojhilata Navînê û bakurê Afrîqayê kirin navenda têrorîsmê. Asta wêraniyan li Iraq û Sûriyê piştî êrîşên hevpeymaniya amerîkiya dojî têrorîsmê li Iraqû Sûriyê ku dewsa têrorîstan binavahiyên bingehîn ên Iraqê kirine hedef, nîşana şerê şanokî û rûvekî ya Amerîkayê dijî DAIŞ`ê ye. Bi her awayî xercên giran ji aliyê DAIŞ û piştgirên wê komê ji wan Amerîka û Erebistan û çend welatên paşverû yên navçeyê ketiye ser milê gelê Iraq û Sûriyê. Kiryarên Amerîkayê pêleke dilgiranî û nerazîtiya raya gişûtî bi xwe ra aniye û encama raporên cûrbicşûr li bara cinayetên Amerîkayê tu rêçareyek ji bo rayedarên amerîkî nehiştiye; Lewma ewna li bara cinayetên xwe li Iraq û Sûriyê li xwe mukur hatine. Eva di rewşekê da ye ku Amerîka bi îtirafa li bara beşek ji cinayetên xwe dil heye rê li ber eşkerebûna berûlayênn bi tehlûke û xufnak a kiryarên xwe li warê kavilkirina berfire a binavahiyên Iraq û Sûriyê û kuştina berfireh a gelê van du welatan bigire. Amerîka di dewama xapandinên xwe li halekî carna îdiaya êrîşa bi şaşî lis er welatiyên sivîl li Iraq û Sûriyê û êrîşa li ser binavahiyên van du welatan dewsa têrorîstan li Sûriye û Iraqê dike ku hertim ev welata îdia dike ku çek û anmorên herî pêşketî û amorên setlaytî hene û li gorî îdiaya wê biçûktirîn tevgerên li Iraq û Sûriyê di bin çavdêriyê da ne. Bin her awayî kiryarên Amerîkayê zêdetir ji berê pênaseya tundîxwaz a rayedarên amerîkî xûya kiriye ku ji bo bi destxistina armancên xwe yên kirêt û bixerez tu sînorekê ji bo pêkanîna cinayetên xwe li navçeyê nas nakin û encama kiryarên vî welatî jî tiştek ji bilî wêranî û kuştinê nebûye.