Çile 03, 2017 18:54 Asia/Tehran

Îran bi hemî zirûfan jibo dabînkirina aştî û aramiyê li Sûriyê hewl dide ji ber ku aramiya li Sûriyê û her welatekî din ê navçê, pişkek ji aştî û aramiya li gişt navçe û cîhanê dizane.

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, roja duşemê li civîna xwe ya heftane ya bi nûçegîhanan re, li ser vê helwêsta Îranê pêgîrî kir û herwiha got: Ya ku jibo Îranê girîng e, parastina hakimiyeta neteweyî û aştî û aramiyê li Sûriyê ye û Îran ji her faktor û pîvanek ku rastbêjane bibe û ji bo damezirîna aştî û aramiya li Sûriyê bi cîdî alîkariyê bike, pêşewaziyê dike. Niha jî hin gotûbêjên dualî ji wan di navbera Îranê û aliyên din ên ku li Moskovawê bûn, didomin û wê gotûbêjên bi dewleta Sûriyê jî bidomin.

Civîna Moskovayê, civîneka demkî bû û hin hevhatinên baş jî bi dest ketin lê ev hevhatina tam nîne û mayindebûna wê maye ser gellek sedem û faktoran. Komên terorîst bi nav û nîşanên ku di rû de ji hev cida ne lê armanca wan yek e, bi alîkariya hin welatên navçê û yên navneteweyî, li Sûriyê gellek karesatên mirovî pêk anîne.

Her ew lîstikvanên navçeyî û navneteweyî jî niha tevî pêkhatina agirbesa giştalî ya ji bilî DAIŞ û Bereya El Nusre, hewl didin ku di vê pêvajoyê de astengiyan derxînin. Karên wekî qutkirina ava Helebê ya vexwerinê, pişkek ji wan karan e. Her di vê çarçoveyê de  hin çavkaniyên nûçeyan ji sekinandina gotûbêjên komên neyar jibo li darxistina gotûbêjên siyasî yên li Astaneya Qezaqistanê agahî dane. Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê, komên neyarê dewleta Sûriyê, roja duşemiyê bi îmzekirina daxuyaniyekê ji bilî îdiaya wê yekê ku hevhatina agirbesa li vî welatî binpê bûye, ragihandin ku wê li gotûbêjên aştiya Sûriyê li Astaneya paytexta Qezaqistanê beşdar nebin. Di rastiyê de aliyê hember têkçûna agirbesê dixweze. Artêşa Sûriyê di rastiyê de jibo gihandina avê jibo çar mîlyon suniyan, êrişî komên terorîst kir. Nabe mirov vê yekê berçav negire ku bûyera girîng a ku li civîna Moskovayê qewimî, gihîştina bi yekdengiya li ser cidakirina neyaran ji komên terorîst e. Civîna Moskovayê li halekê gihîşte encamê ku çend dewrên gotûbêjan ser navê Aştiya Sûriyê li Jênêva, Viyena û cihên din negihîştibûne encameka berbiçav. Li halekê ku Amerîka û tevgera bi mêhweriyeta welatên rojavayî pêgîrî dikirin ku divê hemî neyar li gotûbêjan beşdar bibin, Tirkiye jî ku li siyasetên xwe yên li Sûriyê, derbe lê ket û tûşî qeyrana heysîyet û serşoriyê bûye, tu çareyek wê ji bilî gotûbêjê tunebû. Ev alûgor nîşan didin ku azadkirina Helebê ji bin lepên komên terorîst heya çi astekê girîng e, wisan ku pêkanîna hevdengiyekê jibo lidarxistina civîna Astanê jî jibo Amerîkayê pirr giran e. Ji ber vê yekê hevhatina ku li gotûbêjên Moskovayê bi dest ket, dijî helwêstên hin welatên piştgirê komên terorîst e û ew heya ku bikaribin wê hewl bidin bona cihhatina vê hevhatinê û bi rêveçûna civîna Astanê, astengiyan derxînin.

Ev komane bi dû vejiyandina serdestiya li ser wan navçeyan in ku jibo armancên wan ên din û perçekirina Sûriyê, girîng in. Her ji ber vê yekê hes nakin ku pêvajoya meşyana ber bi proseya siyasî ya çareseriya qeyrana Sûriyê, bikemile.