Çile 03, 2017 14:37 Asia/Tehran

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji wê çaxê Tirkiye xiste nav lîsteya xwe ya reş ku Enqerê li bin zext û zorên Amerîka, siyasetên xwe li hemberî hizûra hêzên eskerî yên Rûsiyayê li nav axa Sûriyê nermtir kir û li hemberî girtina alîkariyên abûrî ji Yeketiya Ewrûpa bona mudîriyeta karûbarên awareyên sûrî, neçar ma ku siyasetên xwe li hemberî grûpên terorîstî yên neyarê dewleta Şamê biguherîne ku helbet desthatên guhartina van cure siyasetan mirov dikare li kiryarên terorîstî yên nav Tirkiyê bibîne.

Eva ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hinek wêne ji tengava Bosfêr û zanîngeha Stanbolê li torên civakî weşandiye û ragihandiye ku hedefên vê grûpa terorîstî êrişa ser van du ciyan e ku eva bûye sebeba nîgeraniya giştî li nav xelkê Tirkiyê.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bi weşandina wêneyên tengava Bosfer û zanîngeha Stanbolê ragihandiye ku hedefên din ên êrişên wan yên nav Tirkiyê ev du derin.

Mijdara bihurî ji grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li ser torên civakî hin wêne belav kiribûn û ji alîgîrên xwe xwestibû ku bona bêserûber û alozkirina Tirkiyê bixebitin.

Mesela sereke li vê navberê eva ye ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji wê çaxê Tirkiye xiste nav lîsta xwe ya reş ku Enqerê li bin zextûzorên Amerîka , siyasetên xwe li hemberî hizûra hêzên eskerî yên Rûsiyayê li nav axa Sûriyê nermtir kir û li hemberî girtina alîkariyên abûrî ji Yeketiya Ewrûpa bona mudîriyeta karûbarên awareyên sûrî, neçar ma ku siyasetên xwe li hemberî grûpên terorîstî yên neyarê dewleta Şamê biguherîne ku helbet desthatên guhartina van cure siyasetan mirov dikare li kiryarên terorîstî yên nav Tirkiyê bibîne.

Êrişa ser Kilopa şevane li Stanbolê li şeva sala nû ya zayînî ku bûye sebeba kuştina 40 kesan û birîndarbûna 70 kesan, dewama van êrişên grûpa tekfîrî-siyonîstî ya DAIŞ`ê li nav Tirkiyê ye, bitaybet ku ev êrişa saetek piştî peyama Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê bi minasibeta sersala nû ya zayînî qewimî.

Erdogan li peyama xwe ya sersala nû ya zayînî bal kişande ser rûdawên tal yên ku li sala 2016 li Tirkiyê qewimîbûn û ragihand ku tu kîjan ji van cure kiryarên terorîstî nikare bibin berbenda ser riya hedef û armancên kifşbûyî yên dewleta Tirkiyê .

Erdogan ragihand ku hevgirtin, yekparçetiya axa Tirkiyê, abûr û siyaseta derveyî ya Tirkiyê ku sercem bûne sebeba zindîbûna Tirkiyê bûna hedefa mezin a êrişên terorîstan.

Ser bawera karzanên siyasî, siyasetên şaş ên derveyî yên Tirkiyê bûne sebeb ku êrişên terorîstî li nav vî welatî zêdetir bibin.

Wisa diyar e her çend gelek ji hêzên ewlehiya Tirkiyê, berpirsê dabînkirina ewlehiya du bajarên mezin ên Tirkiyê yanî Stanbol û Enqerê li şeva sersala nû ya 2017 bûne û heta hişyarî jî li bara kiryarên terorîstî hatibûne dayîn, lê dîsa jî wan hêzan nekarîn pêşiya van cure kiryarên terorîstî yên xwînavî ew jî li şeva Krîsmesê bigrin.

Erdogan li vê peyama xwe ya sersala nû ya zayînî bal kişandibû ser viya ku Enqerê tevdîrên pêwîst bona sekinîna li hemberî terorîstên ku ji bo gel û dewleta Tirkiyê wekî gef û taluke têne hisab, berçav girtine. Li vê çarçovê de wî bal kişande ser du xalan, ew du xalana jî evna bûn ku yek grûpên terorîstî li nav axa Tirkiyê dixebitin û xala dudyan jî dewleta Enqerê bi hemû hêza xwe li hemberî terorîstan dê raweste.

Niha pişka ewil ya gotinên serokomarê Tirkiyê li şeva Kirîsmesê li Stanbolê îspat bû, lê li bara xala dudyan a gotinên Erdogan hîn şik û guman ji bo raya giştî ya gelê vî welatî çê bûye.

Lawaziya hêzên dewletî yên Tirkiyê bona sekinîna li hemberî grûpên hundirî û grûpên tekfîrî bicaran îspat bûye û bicaran li vê mudehê van grûpan êrişî ser hêzên ewlehiyê û hêzên polîsê Tirkiyê çi li Stanbolê û çi jî li Enqerê kirine .

Êrişa ser balafirgeha Ataturk, êrişa ser sporge û yekîneyên polîsê Tirkiyê li Stanbolê, û êrişa ser baylozê Rûsiyayê li hemberî kamerayên televîzyonî û niha jî êrişa ser klûpa şevane li Stanbolê hemû nîşana vê rastiyê ne ku hêzên polîs, artêş û hêzên ewlehiya Tirkiyê di xewa zivistanî dane û nekarîn û lawaziya wan li hemberî van grûpên neyar û terorîstî îspat bûye.

Helbet şeperzetiya karbidestên Tirkiyê bona sekinîna li hemberî grûpên dijberê nav vî welatî û grûpên terorîstî dizivire ser siyasetên şaş yên hundirî û derveyî yên dewleta AKP`ê.

Her çend heta niha eger êrişeke çekdarî li nav axa Tirkiyê destpê dibû karbidestên AKP`ê hema raste rast PKK tawanbar dikir, niha çaxê kiryareke terorîstî li nav axa vî welatî destpê dibe karbidestên Enqerê ser hemda xwe li bara sebebkarên van cure kiryarên terorîstî diaxivin û mirov dikare bêje ku ewna şeperze û aloz bûne.

Gotinên Bînalî Yildirim serokwezîrê Tirkiyê piştî kiryara terorîstî ya Klûpa şevane li Stanbolê û pêş viya ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê berpirsyariya vê kiryarê qebûl bike ku ragihandibû hîn ewna nikarin bêjin ev kiryara terorîstî karê çi grûpekê ye bibaşî nîşan dide ku karbidestên Enqerê bi xwe jî gêj û tevlîhev bûne û nizanin ku çawa ewna gere ku li hemberî grûpên nerazî yên hundirî û grûpên terorîstî tev bigerin.

Helbet ev cure şeperzetî li bara siyasetên Tirkiyê li hemberî rûdawên navçê jî bibaşî diyar e.

Roja îro her çend mirov dikare bêje siyasetên Tirkiyê li hemberî Sûriyê niha ketiye bin tesîra alûgorên meydanî li nav Sûriyê û Enqere bi vê rastiyê hesiyaye ku kirîza Sûriyê gere ku ji riya dîplomatîk were çareserkirin lê dewama piştevaniya Enqerê ji grûpên din ên çekdar ên li dij dewleta Şamê li kêleka guhertinên din li navçê dikare Tirkiye bêxe hemberî grûpên din ên çekdar û grûpên terorîstî yên wekî DAIŞ`ê ku roja îro li Sûriyê rastî işkestê hatine, dixebitin vê şikesta xwe bi aloz û tevlîhevkirina Tirkiyê safî bike.