Çile 02, 2017 19:46 Asia/Tehran
  • Pêwîstiyên ji bo pêşketina zanistî li gor dîtina rêberê giranqedr ê Înqilabê

Komek ji bijare û xwedî mêdalên Zanîngeha Pêşeyî (Sanatî) ya Şerîf a Têhranê roja duşemiyê tev rêberê giranqedr ê Înqilabê hezretê ayetullah uzma Xamineyî hevdîtin pêk anîn.

Rêberê mezin ê Înqilaba îslamî li vê hevdîtinê bijaryên zanistî yên ciwan ên welêt bi bêjeya hatina hewaya teze û geştirbûna hêviyên ji bo serêxwegirtina armancên bilind ên nizam û welêt wesifandin. Wesfa hekîmane ya rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ji bijaretyên zanistî, nîşana kûrfikirîna wî li warê nêrîna li pêşeroja Îrana îslamî û Înqilabî ye. Wî mizgînî da ku hebûna van bijareyan dê pêşeroja welêt tijî ji bêhna xweş a zanist, tecrube, feraset, dîndarî û tevgerên înqilabî bike.

Sedsala 21`an sedsala pêşengiya zanistî û rikeberiya li warê zêdekirina zanistê ye û têgeha rastîn a îqtidar û hêzdariyê jî di dilê vê tevgera pirrlez da nihên e.

Gellek ji welatên ku pêşketin û geşepêdan bi dest xistine, li warê geşbûna bingehên zanistî, sermayanên mezin danîne. Bi gotineke din di dinyaya pêşketin û zanistê da bala giştan li ser serdestîxwaziya li ser serdestîxwaziya li ser esasa pîvanên zanistî ye. Bi gotina rêberê giranqedr ê Înqilabê, tevgera zanistî gere bibe berhemanîna zanistê li Îranê da ku encamên zanistî werin bidestxistin. Bidestxistina pileya yekem a zanistî li navçeyê li heyama pêşber a 20 salî ya geşepêdanê, armanceke stratijîk e. Divê ku em girîngiya vê armancê di berhevdanîna rewşa heyî û mesafeya navbera du cîhanên pêşketî û li halê pêşketinê bibînin. Belengaziya rastîn li dûrbûna ji warên teze yên zanistî ye. Dinyaya pêşketî ya rojavayî li warê zanistê bi gişt lez û pêşketina xwe ji hêmaneke bingehîn yanê zanista li sre esasa manewiyetê dûr ketiye. Tecrube û berborî nîşan dide ku palpiştiya bi zanist û pêşketina zanistî, dê bi tenê gelekî bextewer neke. Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî bi şirovekiirna vê pirtsgirêka mezin a welatên rojavayî, egera hebûna qelaş, kêmasî û sistiyên bingeha şaristaniyeta welatên rojavayî, tevî pêşketinên berfireh ên wan li warê madî da, nebûna manewiyet û ramanên xwedayî da zanîn. Wî got: ``Rêderketinên cûrbicûr ên fikrî, zanistî û exlaqî, hilweşiyana binyata malbatê, tundiya ber bi zêdebûnê û fesadiya exlaqî li civatên rojavayî bi taybet li Amerîkayê ji ber vê mijarê ye``.

Pirsgirêka cîhana hevçerx meşiyana neçê û rêderketî ya zanista mirovî ber bi cahiliyeta nûjen li Cîhana Rojavayî ye. Ev diyarde bûye sebeb ku zanist bibe amorek ji bo têkbirina mirovahiyê ku em dikarin wek mînaka wê ya rastîn û li ber çavan amaje bi bikaranîna nerewa û nedirust a zanista navokî û çêkirna bombên atomî bikin. Ev nêrînên bitehlûke û kavilker û hebûna alozî û tevliheviyên civakî li welatên rojavayî mînaka nebûna exlaqê li warê zanist û pêşketinê ye ku rojekê wê bibe sedem ku dinyaya pêşketî ya rojavayî têk biçe. Lê tevgera zanistî ya li ser esasa ramanên bilind ên manewî û înqilabî dikare rewşê ji bo bextewariya mirovî xweş bike. Tiştê ku rêberê giranqedr ê Înqilabab Îslamî li wesifandina zanist û pêşketinê li koma bijareyên ciwan ên zanistî got, pêgiriya ji ser wê hêla perwerdekiirna bijareyên zanistî ye bikare bibe mînakek ji bo navçe û cîhana îslamê û cîhanê. Lewma rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî mêdalên bijareyên zanistî gellek binirx û sembola feraseta derûnî û pênaseya berz û bilind a van ciwanan da zanîn û bi bîr xist: Nirxa manewî ya van mêdalan gellek zêdetir ji bihayê wan ê madî ye.