Çile 02, 2017 15:32 Asia/Tehran
  • Qasimî: Peywendiyên Îran û Umanê li ser riya pêşketinê ye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Peywendiyên Îranê û welatê paşatiyê yê Umanê ji mêj va heta niha li ser riya ber bi pêşketinê bûye.

Behram Qasimî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja duşemiyê li civîna heftane ya xwe digel nûçegihanên navxweyî û derveyî li bersiva pirsa nûçegihanê beşa dervesînorî ya IRIB News`ê li bara liv tevgerên vê dawiyê yên Erebistanê li civîna Konseya Hevkariya Kendava Farsê sefera serokwezîra Inglîsê bo Menameyê û ragiahndina hinek ji aliyan ji bo tevlîbûna Umanê nav hevpeymaniya Erebistanê dijî têrorîsmê got: Peywendiyên nava Îranê û Umanê hertim erênî û geş bûye.

Qasimê bi gotina viya ku peywendiyên Têhran û Mesqetê li qonaxên ku navçeyê tûşî hevraz û nişêvên cûrbicûr bûye tu wextê kêm nebûye, got: Heke Uman tevlî hevpeymanên rûvekî bûbe, tu bandorekê li ser peywendiyên duyalî nake.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Uman welatek e ku nîşan daye bi van cûre peywendî û hevpeymaniyan dikare bû cûrekê hevkariya xwe saz bike ku bandorekê li ser peywendiyên duyalî digel dostên wî welatî li navçeyê daneyne.

Qasimî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bara tevlîbûna welatên navçeyê û aliyên din ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê û helwêsta Îranê li vî warî da jî got: Mijara hebûn û tevlîbûna welatên din ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê ji bilî Îran, Tirkiye û Rûsiyê di vê qonaxê da di rojevê da nîne.

Berdevkê Saziya Dîplomasiya Îranê destnîşan kir: Tiştê ku ji bo Komara Îslamî ya Îranê girîng e, parastina hakmiyeta neteweyî, yekparçetî û aştî û aramiyê li Sûriyê ye û Têhran ji bo bi destxistina vê armancê bi hemî ghêza xwe dixebite.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Bidestxistina aştî û aramiyê li Sûriyê beşek ji aştî û aramiya li tevayê navçe û cîhanê ye û li civîna Moskoyê jî têgihîştineke baş di vî warî da pêk hat.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bara azadkirina Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê jî got: Bi saya vîn û ciddîbûna ku dewleta Iraqê heye heta astekê azadkirina Mûsilê pêşdaçûye; Lê hun berbend henen ku hewcedara derbasbûna demê ye.

Qasimî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bara sefera Welîd Muelim, wezîrê karên derve yê Sûriyê bo Têhranê jî got: Guhertinên navçeyê gellek lezgîn diqewimin û di salên bihurî da û bi taybet di mehên vê dawiyê da hertim gotûbêjên Têhranê digel hinek ji welatên navçeyê ji wan Sûriyê bi awayê birêkûpêk û li pey hev hebûne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her viha got: Sefera Welîd Muelim li çarçova dewama gotûbêjên Têhran û Şamê li bara guhertinnê herî dawiyê li navçe û Sûriyê piştî rewşa teze ya Helebê û civîna sê alî ya Moskowê bû ku encamên diyarkirî li warê mijarên Sûriyê hatin bidestxistin.

Qasimî li bara arîşeya gazî ya di navbera Îranê û Tirkmenistanê jî got: Mijara hevkariyên Îran û Tirkmenistanê li warê gazê mijareke teze nîne û ji salên pêş da du welatan li vê barê hin gotûbêj hebûne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bi gotina viya ku gotûbêjên Îran û Tirkmenistanê li bara gazê siyasî nînin, her wiha got: Wezareta niftê û Kompaniya Neteweyiya Gaza Îranê tedbîrên pêwîst ji bo rewşa xerab ji hêla teknîkî û parvekirina gazê bi taybet li deverên bakurî yên Îranê amade kirine.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê di destpêka civîna xwe digel nûçegihanan da sala teze ya mesîhî li civaka ermenî û xitîstiyaniyên Îranê pîroz kir.