Şirove - Hişyariya Lavrov bo Kêrî li bara biçekkiirna terorîstan li Sûriyê
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Sêrgêyî Lavrov roja sêşemiyê li hevpyvîna bi riya telefonê digel hevtayê xwe yê amerîkî Can Kêrî, destnîşan kir ku biryara Amerîkayê li bara kêmkiirna asta biçekiirna têrorîstan li Sûriyê renge bibe sedem ku welatiyên zêdetir li vî welatî bibin gorî.
Marya Zaxarova, berdevka wezaretakarên derve ya Rûsiyê jî got: Biryara Amerîkayê ya kêmkiirna hinek ji berbendan li ser riya biçekirina kesên çekdar li Sûriyê kiryareke dijminane li dijî hêzên çekdar ên Rûsiyê û balyozxaneya vî welatî li Sûriyê ye. Wî got ku ev guhertina li warê stratejiyê ku li pêşniyaqanûna bûdceya leşkerî ya Amerîkayê ya sala 2017`an hatiye berçavgirtin, ji hêla Miskoyê va kiryareke dijminane tê hesêb.
Rayedarên Rûsiyê berî viya jî hişyarî dabûn ku kêmkirina berbendên çandina çekan ji bo komên çekdar ên dijber li Sûriyê, ewlehiya navçeya Rojhilata Navînê dixe ber xeterê. Rûsiye ji ,eha Îlona sala 2015`an va li ser daxwaza serokomarê Sûriyê, opêrasiyona hewayî kli dijî têrorîstan ji wan li dijî DAIŞ`ê li Sûriyê dest pê kir. Wer xûya dike ku li gorî têkçûnên berdewam ên komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Amerîkayê û hevpeymanên rojavayî û ereb ên vî welatî, niha dewleta Obama li biryareke girîng dil heye ku hin çekan ji bo van koman dabîn bike ku di rastiyê da bi wateya ``Çekên guherînerê riya şêrr`` ( Game Changer weapons) tên naskirin. Li vî warî da Moskoyê li ser vê yekê pêgirî kiriye ku dewleta Barak Obamayê serokomarê Amerîkayê rewşê ji bo raberkirina mûşekên berevaniya hewayiya yên milavêj bo têrorîstan li Sûriyê dabîn kiriye. Heke ev yek serê xwe bigire, wê çaxê komên têrorîst dê şiyana xwe ya teze hebin ku dikare qada pêkanîmna êrîşê ya firoke û helîkptirê cengî yên Rûsiye û Sûrioyê li ser navçeyên şertêda tûşî astengiyê bîne û tengtir bike. Yanê tam hema bûyera ku di serdema şerê Suviyeta Berê li Efxanistanê di dehsala 1980`î da bi dayîna mûşejkên dijî hewayî yên milavêj ên Stîngirê bo têkoşerê efxan pêk hat û bû sebeb ku rola firoke û helîkoptirên şêrr ên Suviyetê lêi Efxanistanê lawaz û kêmbandor bibe.
Waşîngtonê tevî viya ku pêştir qala raberkirina çekên teze bo komên çekdar li Sûriyê kiribû; Lê niha li gorî nerazîtiya Moskoyê, vê yekê înkar dike. Tevî viya gellek belge û şehedî hene ku Amerîkayê di heyama pênc salên bihurî da bi şêwazên cûrbicûr û ji hêla malî û çekdarî va pişta komnê çekdar ên qaşo Navînrê li Sûriyê girtiye û ev kom li kêleka komên tekfîrî û têrorîst şerê dijî artêşa Sûriyê dikin. Rayedarên amerîkî biryara xwe ya teze ji bo şandina çekên teze mîna mûşekên dijî tankan piştî opêrasiyona serketî ya hêzên artêşa Sûriyê û Rûsiyê li Helebê û azadkirina vî bajarî ji bin dagirkeriya komnê tekfîrî têrorîstî dan. Obama visa disêwirîne ku di mehên dawiya desthilatdariya xwe da bi vê rêkê dikare rê li ber rêze serketinên artêşa Sûriyê û hevpeymanê wê li deverên din ên Sûriyê digire. Mehneya qanûnî ya Amerîkayê li vî warî da babetên navbirî li qanûna bûdceya berevaniyê ya sala 2017`an ya Amerîkayê ye û ku têda biçekkirna komên çekdar ên dijbert û têrorîstên ku li Sûriyê li dijî dewleta qanûnî ya vî welatî şerr dikin û Amerîka û hevpeymanên wî welatî wan weke ``Dijberên Navînrê`` dizanin, hêsan bûye. Tevî viya ji hêla Moskoyê vam ev kiryara Obama tevî ku nîşana dijayetiya eşkere ya dewleta niha ya Amerîkayê digel armanbc û kiryarên Rûsiyê li Sûriyê ye, di eynî demê da bi wateya pêkanîna serêşî û mijûlatiyan ji bo delweta pêşerojê ya Amerîkayê bio serokatioya Donald Trumê serokomarê bijartî ye da ku ew neçar bibe li arçoveya cihanîna babetên qanûna bûdceya bnerevaniyê ya sala 2017`an a Amerîkayê siyaseteke dijî Rûsiyê bigire ber xwe.