Rexneyên ber bi zêdebûnê ji kiryarên Yekîtiya Ereban
Wezîrê karên derve yê Iraqê, karên Yekîtiya Ereban li hemberî guhertin û pirsên li navçê û şerrê dijî terorîsmê rexne kir.
Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê, roja îniyê li hevdîtina bi Ehmed Ebulxêyz, sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereban li Qahirê (paytexta Misrê) got, operasyona leşkerî ya li Iraqê jibo azadkirina vî welatî ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê û wegerandina awareyan bo navçeyên xwe, didome û di rewşeka wiha de çavlirê ye ku divê Yekîtiya Ereban, alîkariya lezgîniya vî karî bike.
Bêşik bêdeshilatiya Yekîtiya Ereban li bara qeyranên navçeyî û bandora neyînî ya vê yekîtiyê li ser qeyranan û hevrêtiya wê ya bi terorîstan li navçê, rexneyên zav ên ber bi zêdebûnê bi dû xwe ve anîne.
Hêjayî gotinê ye ku ji ber kiryara bi xerez ên hin welatên endamê Yekîtiya Ereban yên wekî Erebistan û Qeterê bûye sedem ku, Yekîtiya Ereban li bara şerr û xebata dijî terorîsmê, rêbaz û şêwazeke siyasî bigire ber xwe.
Yekîtiya Ereban, tu caran nekariye li hember pirsgirêkên ku navçe tuşî wan bûye, helwêsteka yekgirtî, beraqil û bi bandor, bigire ber xwe.
Saziyên erebî ji wan Yekîtiya Ereban li halekê hin caran hin civînên awarte yên bi mêhweriyeta terorîsmê li dar xistine ku hin hikûmetên ereb, pêkhîner û alîgirên sereke yên komên terorîst û tundrê ne.
tu gumanek tune ku terorîsm yek ji pirsgirêkên herî girîng ên cîhana ereban e ku helbet tu sînorekê nas nake. Iraq, Sûriye û Lîbya, zêde ji welatên din ên erebî tûşî operasyona terorîstî û teqandinê û hebûna berfireh a komên terorîst bûne lê terorîsm tenê wan çend welatan nagire ber xwe.
Tu şik tune ku terorîsma li navçe piştgirên zav ên dernavçeyî heye. Wisan ku hin rayedarên amerîkî û ji wan Hîlarî Klînton, wezîrê berê yê karên derve yê Amerîkayê, ji xwe mukur hatine ku Amerîka pêkhînerê sereke yê komên terorîst e lê desthilatdarên hin welatên erebî, rola wan a li pêkanîna terorîsma li cîhana ereban, kêmtir ji Amerîkayê nebûye.
Erebistana Siûdî, cihê sereke yê pêkhatina piştgirên komên terorîst e. Dolarên niftî yên zav ên Alê Siûd, dewsa ku jibo dabînkirina hewcetiyên xelkê vî welatî û bi taybet ciwanên dersxwendî xerc bibin, dikevin berîkên şazadeyên siûdî û ev şazade jî piştgirên sereke yên komên terorîst in.
Rayedarên Mîrekên Yekgirtî yên Erebî, Kuweyt û Qeterê jî bi peyrewiya ji Alê Siûd, bi awayên curbicur piştgirên sereke yên komên terorîst in. Niha ev terorîsma pêsîra piştgirên xwe û hevgirtiyên wan girtiye û bûye sedema tirsa li navçê. Lêbelê desthilatdarên erebher wekî berê li çarçoveya saziyên navçeyî yên erebî dewsa kiryara webirr û hevkariya navçeyî, tenê bi dû weşandina daxuyaniyan jibo şerrê dijî terorîsmê ne. Civînên Yekîtiya Ereban jibo hilkolandina êrişên koma terorîst a DAIŞ`ê li hin welatên erebî, li halekê tên li darxistin ku hinek ji van welatan wekî sebebkarên sereke yên pêkhatina DAIŞ`ê, di çend salên buhurî de qet nexwestine ku cinayetên berfireh ên DAIŞ`ê dijî xelkê Sûriye û Iraqê şermezar bikin.
Ev kiryar heta bêdengiya watedar a Yekîtiya Ereban bi dû xwe ve aniye. Kiryarên komên terorîst, wisan ku berî niha gellek ji berpirs û kesayetiyên siyasî û mezhebî yên navçê hişyarî dabûn, di encamê de bi derbasbûna ji welatên armanc ên wekî Sûriye û Iraqê, pêsîra hemî navçeyê û bi taybet piştgirên wan jî girt. Di vê navberê de piştgiriya pereyî ya ji terorîstên qaşo navînrê, perçekirina terorîsma baş û nebaş û kiryara bêbandor a Yekîtiya Ereban li hember diyardeya şûm a terorîsmê, sînora liv û tevgerên terorîstî, ji Sûriyê, ber bi Iraqê, paşê Yemen, bakûrê Afrîqayê û Erebistanê ve kişandiye.
Di rewşeka wiha de divê mirov bêje, qutkirina piştgiriya pereyî û bi çekan a teroîstan, pêşîlêgirtina ji hatûçûna endamên çekdar ji welatên curbicur û vîna cidî ya dewletan û civaka cîhanî jibo şerrê rastîn ê li hember diyardeya şûm a terorîsmê, tenê riya bi dawîanîna bi êrişên terorîstî û hişkandina koka terorîsmê ye. Eva mijarek e ku wezîrê karên derve yê Iraqê jî li hevdîtina bi sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereban, bal kişandiye ser wê.