Kanûn 24, 2016 12:45 Asia/Tehran
  • Gefxwarina DAIŞ`ê li hemberî Tirkîyê

Koma terorîst a DAIŞ`ê tevî gefxwarina danîna bombeyan û wêrankirina bajarên Tirkîyê, ev welata wekî Warê Cihadê ragihand.

Li gorî rapora televîzyona Al-Mayadinê, Ebulhesen El-Turkî endamê koma têrorîst a DAIŞ`ê ku xelkê Tirkîyê ye, li vîdoyekê gefan li Tirkîyê dixwe û Receb Teyîb Erdogan serokomarê vî welatî `` taxût`` binav dike û dibêje ku ew divê ji ber kiryarên li dijî misilmanan bê cezakirinê.

Li vê vîdoyê, DAIŞ`ê desnîşn kirîye ku divê li bajarên curbicur ên Tirkîyê teqîn pêk werin û ew bên kavilkirinê.

Di vîdoya hanê da 2 serbazên tirkîyeyî li halê ku dest û pîyên wan bi zincîrê hatine girêdanê tên şewitandinê. Ev yeka bûye sedema hêrsbûna gel û dewleta Tirkîyê. Ev du serbaz nêzî 2 hefteyan berî niha li derdora bajarê Babê li bakûra Sûrîyê ketibûn destê têrorîstên DAIŞ`ê.

Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê jî wekî berteka li hemberî vê yekê li axavtina xwe ya duh li bajarê Izmîrê, pêkutî kir ku yê toleke giran ji koma têrorîst a DAIŞ`ê hilîne.

Divê meriv bêje ku gefxwarina DAIş`ê ya têkildarî wêrankirina Tirkîyê, ji sîyasetên şaş ên dewleta Enqerê li hemberî komên têrorîst li Iraq û Sûrîyê çavkanîyê digire. Rastî ew e ku dewleta Erdogîn bi vê armancê ku derbê li hikûmeta qanûnî ya Bişar Esed serokomarê Sûrîyê bide, mideha çend salên buhurî da bi dizî ve û bi aşkirayî piştgirî daye hemî komên têrorîst ên li Sûrîyê dijberîya delweta Şamê dikin.

Di rastîyê da, dewleta Receb Teyîb Erdogan, bi parvekirina têrorîstan ser ``têrorîstên baş`` û ``têrorîstên nebaş`` hewl daye ku pişta hin komên têrorîst bigire. Eva li halekî ye ku Îranê û Ûrsêtê bicaran ji dewleta Enqerê xwestine ku vê rastîyê qebûl bike ku têrorîsma baş û xran tineye, têrorîsm, têrorîsm e.

Rayedarên Enqerê xeyal dikirn ku bi piştgirîya ji komên têrorîst, yê bikaribin armancên xwe li navçê zûtirkê bidest bixin. Yek ji komên têrorîst ên çalak li Sûrîyê, koma têrorîst a DAIş`ê ye. Ev koma wekî baska serbazî ya firqeya jirêderketî ya Wehabîyetê li Sûrîye û Iraqê û hin welatên din kar dike. Dewleta Enqerê hela jî pişta hin komên têrorîst ên dijberê dewleta Bişar Esed digire. Wekî mînak, çekdarên ku ser navê Artêşa Azad a Sûrîyê tên naskirinê, hela jî ji alîkarî û piştevanîyên Enqerê sûdê werdigirin. Ev piştgirî nîşan didin ku dewleta Enqerê hela jî sîyasetên xwe yên berê li hemberî dewleta qanûnî ya Bişar Esed didomîne. Tu şikek tineye ku hevkarîya ligel komên têrorîst û milîtanan ji wan şaştîyên sîyaseta derve ya dewleta Enqerê mideha salên buhurî da bûye. Renge dewleta Enqerê nekare dûhat û zîyanên vê sîyasetê bicebirîne lê rayedarên Tirkîyê herîkêm dikarin nîşanî dinyayê bidin ku li warê têkoûîna dijî komên têrorîst micid in û gefên DAIŞ`ê cidî dizane. Kiryarên dewleta Enqerê li hemberî komên têrorîst heta roja îro demkî bûne û bandora xswe tinebûne lê niha rewş guherîye û delweta Enqerê ketîye ber rastîyekê ku ew jî gefên rasterast ên DAIŞ`ê ye û divê Tirkîye vê rastîyê qebûl bike ku her cure sistî yan pêngavrakirina dereng li hemberî komên têrorîst yê berdêla xwe hebe.