Kanûn 23, 2016 13:57 Asia/Tehran
  • Sekinîna DAIŞ`ê li hemberî Enqerê bi weşandina dîmenên şewitandina 2 serbazên Tirkîyê

Koma têrorîst a DAIŞ`ê li dewama bikaranîna şîdeta li hemberî neyarên xwe, vîdoya şewitandina 2 serbazên Tirkîyê ku wekî êxsîr li derdora bajarê Babê li Sûrîyê girtibûn, belav kir.

Li gorî rpaoran, li vîdoya hatîye weşandinê, xûya dibe ku dest û pîyên her du serbazên Tirkîyê bi zincîran hatine girêdanê û li halê şewitînên ne. Ew du serbazên artêşa Tirkîyê nêzî du hefteyan berî niha li derdora bajarê Babê li bakûra Sûrîyê wekî êxsîr hatibûn girtinê. Koma têrorîst a DAIŞ`ê tişta ku pêngava dewleta Enqerê ya kuştina misilmanan binav kirîye, wekî hegera şewitandina van du serbazên Tirkîyê ragihand.

Ev dîmen li halekî hatine weşandinê ku artêşa Tirkîyê ligel komên çekdar ên ku xwe ew perwerde kirine, li axa Sûrîyê bicih bûye. Berî vîya, delweta Şamê bicaran bi şermezarkirina destdirêjîya Tirkîyê ser axa Sûrîyê, xwestîye ku hêzên Tirkîyê zûka ji Sûrîyê derkevin.

Ji bilî vîya, dewleta Tirkîyê hertim ji alîyê derdorên navxweyî û navçeyî li warê piştgirîya ji komên têrorîst ên neyarê delweta Sûrîyê ji wan piştgirîya ji DAIŞ`ê hatîye tawanbarkirinê.

Niha hin şop û belge nîşan didin ku dewleta Enqerê tevî qebûlkirina şaşitîyên xwe yên berê, xwe jibo têkoşîna li hemberî komên têrorîst ên li axa Sûrîyê yên wek DAIŞ`ê amade dike û di vî warî da plankarîyê dike.

Tu şikek tineye ku dewleta Enqerê divê li bara şaşitîyên xwe yên berê bi awayekî zelal kar bike. Tevî idiayên berê yên delweta Enqerê li warê têkoşîna li hemberî komên têrorîst nemaze li dijî DAIŞ`ê, divê meriv bêje ku Tirkîyê heta niha li meydanê ev idiaya xwe isbat nekirîye. Têkoşîn û şerê dewleta Enqerê li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê divê bi awayekî zelal be ta ku civaka cihanî vê rastîyê bibîne û helwestên Tirkîyê di vî warî da misoger bibin. Heke meriv vê ihtimalê qebûl bike, rêvebirîya Enqerê divê vê rastîyê qebûl bike ku vegera ji sîyasetên şaş û çewt ên berê li hemberî komên têrorîst jî dikare berdêla xwe jibo dewlet û gelê Tirkîyê hebe.

Rastî ew e ku biryarên dewleta Enqerê li warê têkoşîna dijî komên têrorîst heta vê gavê demkî bûne û berdewam nebûne. Di rastîyê da, dewleta Enqerê nikare idia bike ku li têkoşîna dijî komên têrorîst li axa Iraq û Sûrîyê micid e lê, li ser têkbirina dewleta qanûnî ya Bişar Esed bisekine. Çavxişandinek ser gotinên rayedarên dewleta Enqerê nîşan dide ku rêvebirên AKP`ê hela jî li ser sernixûnkirina delweta qanûnî ya Bişar Esed israrê dikin.

Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê di roja 30`yê Mijdara îsal da ragihand: Artêşa welatê wî bi armanca têkbirina Bişar Esed derbasî Sûrîyê bûye. Lê divê mirov bêje ku kiryarên hovane yên DAIŞ`ê ji wan şewitandina 2 serbazên artêşa Tirkîyê pênase û koka dijî mirovantîyê ya vê koma têrorîst nîşan didin. Rastî ew e ku kiryarên dijî mirovantîyê yên koma têrorîst a DAIŞ`ê nîşan didin ku piştgirên vê komê bi şaşitîyên xwe yên berê çi berdêleke giran dane, li halekî ku piştgirîya ji komên têrorîst nikare bê pînekirinê û hegereke rewa hebe. Tecrube nîşan dide ku xêra Enqerê di vîya da ye ku sîyaseta destwerdana li karên welatên cînar rawestîne û bala xwe bide ser ewlehîya komkî û vegerandina aramîyê bo navçê.