Dijwarbûna cinayetên Erebistanê li Yemenê, encama sersarîyên NY
NY şeva buhurî ji ber hin raporên têkildarî bikaranîna bombên xweşî ji alîyê hêzên erebistanî li Yemenê, dilgiranîya xwe nîşan da.
Ferhan Heq berdevkê sêkrêtêrê giştî yê NY li civîneke rojnamevanîyê li New Yorkê bi ragihandina vê yekê ku ev sazîya hilkolandina vê mijarê didomîne, ji ber meselên ku di van raportan da behsa wan hatîye kirinê, bi awayekî giran dilgiranîya xwe nîşan da.
Wî herwiha got: NY hela jî nivîsîna navê Erebistanê li rapora salê ya sêkrêtêrê vê sazîyê ya têkildarî welatên binpêkirê mafên zarokan hildikole.
Eva li halekî ye ku Erebistanê berî vîya ragihandibû ku yê bikaranîna bombên xweşî li Yemenê ku Birîtanîyayê çê kirine, rawestîne.
Ev helwesta mukurhatinek li ser vê mijarê ye ku Erebistanê bi berfiretî sîlehên qedexe yên ku delwetên rojavayî nemaze Amerîka û Birîtanîyayê pêşkêşî wî kirine, li şerê dijî Yemenê bikar anîne.
Di vî warî çendekê berî niha rojnama amerîkî ya Washington Post`ê ragihand ku Amerîka û hin dewletên ewropî hela jî bombên xweşî difiroşin Erebistanê. Washington Post`ê ragihand ku Kongira Amerîkayê jî vê dawîyê razîbûna xwe li bara dewama firotina bombên xweşî bo Erebistanê bi vî şertî ku navê welatê çêkirê wan ser bomban neyê nitilandinê, nîşan daye.
Erebistanê bi palpiştîya Amerîkayê û Birîtanîyayê cinayeta ku ji dêstî hatîye li dijî Yemenê kirîye û bikaranîna sîlehên qedexe ji wan bombên xweşî û fosforî di çarçova handana wan jibo kuştin û kavilkirina zêdetir li Yemenê da ye.
Hema bêje hemî deverên Yemenê ketine ber êrişên bombeyî yên Erebistanê û pirranîya pir, cade, medrese û nexweşxanên Yemenê ji alîyê balafirên cengê yên Erebistanê va hatine bombebarankirinê. Bi qasî dehan milyard dolarî xîyan li nijyara Yemenê ketîye û heta heke biryar be ew wêrankarî bên avakirinê yê çend dehsalan bigire ber xwe.
Erebistanê bi lampa kesk a Amerîkayê ji 26`ê Adara sala 2015`ê va êrişên hewayî û topxaneyî li dijî Yemenê destpê krin ku di encamê da heta niha bilî kavilkirina navendên dermankirin, perwerde, şebekeyên ceryan, av û telefonê, zêde ji 10 hezar kes ji wan jin û zarokên yemenî hatine kuştinê. Tişta ku di vê navberê da bûye sedema dewama cinayetên binemala siûdî li dijî gelê Yemenê û kuştina gelê mezlûm û bê guneh ê vî welatî nemaze zarokên yemenî, sersarîya NY li hemberî Erebistanê bûye. Di vê çarçovê da kiryara NY ya derxistina navê Erebistanê ji lîsta wê sazîyê ya welatên binpêkirên mafên zarokan roleke girîng li çavsorbûna Erebistanê li domandina cinayetên l idijî Yemenê hebûye.
Pêkutîya alîkarê sêkrêtêrê giştî yê NY li ser hilkolandina nivîsîna dubare ya navê Erebistanê li rapora salê ya vê sazîyê ya têkildarî welatên binpêkirên mafên mirovan tê wateya pêngaveke pûç û bêbandor ku piştî kuştin û birîndarkirina bi hezaran zarokên yemenî bi destê rêjîma Erebistanê bala rayedarên vê sazîyê kişandîye. Eva li halekî ye ku rabhorîya NY li hemberî binpêkirên sereke yên mafên zarokan ango rêjîma Israîlê û Erebistan tu garantîyekê nade ku navê Erebistanê careka din di vê lîsteyê da cih bigire û heke careka din navê Erebistanê bikeve vê lîstê, dîsan bi saya dolarên niftê û piştgirîyên welatên rojavayî ji vê lîstê neyê derxistin. Eva li halekî ye ku rêjîma Israîlê jî tevî kuştina zarokên filistînî tu wexta di lîsteya binpêkirên mafên zarokan da cih negirtîye.
Di rewşeke wiha da, dilgiranîya vala ya NY li hemberî dijwarbûna cinayetên li dijî Yemenê tu wexta berpirsîyên vê sazîyê li warê girtina pêşîya cinayetên rêjîma Erebistanê kêm nake belkî çaverîtêyên ji vê sazîyê jibo girtina pêşîya cinayetên Erebistanê li Yemenê zêde dike.