Filistîn di rojeva cîhanê de
Sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban û serokê siyaseta derve ya YE li civîna roja sêşemiyê ya Yekitiya Ereban bi Ewrûpayê re li Qahirê tekez kir ku mesela Filistînê mijareke bingehîn e.
Ehmed Ebû El-Qeyz sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban li destpêka vê civînê got :Navçe û cîhana ereb di rewşeke hestyar de ne. Wî cardinê bal kişand ser pêwîstiya rawestana li ber terorîzmê û destnîşan kir: Tevî rêzbûna qeyranan li anvçê dîsa jî mesela Filistînê mesela herî giring a cîhana ereban e.
Federîka Mogêrînî berpirsa siayseta derve ya YE jî bal kişand ser serekebûna mesela Filistînê ibo Ewrûpayê û got : Divê jibo dawîbûna pevçûnên li navçê û cîhanê bernameyek bê amadekirin.
Alûgurên navneteweyî nîşan didin ku qeyrana Filistînê û mafên filistîniyan zêdetir di rojevê de ye. Ev meseleya nîşana işkesta Îsraîlê û piştgirê wê yê sereke yanê Emerîkayê ye ku bi şêwazên curbicur ji wan xistian fitna terorîzmê li Rojhilata Navînê dixweze raya giştî ji mesela Filistînê dûr bike.
Lê civînên curbicure navneteweyî û navçeyê li bara piştgiriya ji gelê Filistînê nîşana sekinîna zêdetir a cîhanê ser mesela mafên filistîniyan û protestokirina dagirkeriyên Rejîma Siyonîstî û cianyetên vê rejîmê li dijî filistîniayn e.
Reftarên Rejîam Siyonîstî nîşan daye ev rejîam tu hed û hidûdekê jibo cinayetên xwe qayîl nabe.Eva li halekê ye ku kiryarên Rejîma Siyonîstî derheq binpêkirina biryarnameyên NY û binpêkirina konwansiyonên navneteweyî jî zêdetir mahiyeta ev rejîma dagirker li cem raya giştî daye xûyanê.
Alûgurên navneteweyî li salên buhurî nîşan dane kiryarên xapokîn ên Rejîma Siyonîstî derheq berûvajî nîşandayîna rasitiyan êdî ji aliyê hikûmetên ewrûpî ve nayên qebûlkirin.çawa ku hikûmetên ewrûpî ku heya midehek berî niha jî piştgirî didan Îsraîlê niha dest bi rexneya ji Rejîam Îsraîlê kirine. Eva li halekê ye ku rexneyên zav ên welatên curbicure cîhanê bitaybet welatên Îslamî li dijî kiryarên serkutkirane yên Îsraîlê û her wiha dengê piraniya welatan ser qazanca gelê Filistînê li anv civînên NY li bara mafên gelê Filistînî hemî nîşan didin ku liv û tevgerên giştalî jibo piştgiriya ji mafên gelê Filistînî pêk hatine.
Pêla şermezarkirina serdestîxwaziyan û serkutkiriyên Rejîam Siyonîstî nav civakên navneteweyî ku bûne baîs ev rejîma zêdetir ji berê li civakên navneteweyî bikeve tecrîdê ji dûhatên siasyî û dîplomatîk ên siaysetên vê rejîmê ye.
Di rewşekê de ku Rejîma Siyonîstî ji ber serdestîxwazî û cinayetên xwe, nav civaka navneteweyî li warên aborî, siyasî û dîplomatîk û çandî de ketiye ber zextê û meydan jêre tengav bûye, civaka cîhanî jî ji mafên gelê Filistînê piştgiriyê dike.
Rejîma Siyonîstî li pey rûbirûbûna navça Rojhilata navîn û bakurê Efrîqayê bi mesela terorîzmê û baldariya medyayê navçê ser vê meselê ketiye vê xeyalê ku êdî civaka navneteweyî bala xwe nade ser cinayetên eb rejîam adgirker. lê dewra teze ya piştgiriyên cîhanî ji gelê Filistînê ji wan ragihandina piştgiriay berfireh a welatan li navçên curbicure cîhanê ji mesela damezrandina welatê filitînî û dayîna biryarnamên curbicur jibo piştgiriya ji filistîniyan jixwe weke niquçkekê ye li ev xeyala siyonîstan û piştgiriên wê.