Kanûn 21, 2016 13:25 Asia/Tehran
  • Civîna sêalî ya Moskovê, pêkutîya li ser piştgirîya ji serwerî, serxwebûn û yekperçetîya axa Sûrîyê

Wezîrên karên derve yên Îran, Rûsîye û Tirkîyê bi daxûyanîyeke hevpar, piştgirîya her sê welatan ji serwerî û serxwebûn û yekperçetîya axa Sûrîyê wekî dewleteke çendnijadî, çendmezhebî, nefirqeyî û dêmokiratîk ragihandin.

Mihemedcewad Zerîf, Sêrgêyî Lavrof û Mewlûd Çavûşoglu wezîrên karên derve yên Îran, Rûsîya û Tirkîyê duh li bajarê Moskovê bi daxûyanbîyekê pêkutî kirin ku her sê welat ser vê bawerê ne ku kêşeya Sûrîyê rêçareya serbazî tineye û ew li ser rola NY li warê hewldana jibo çareserkirina vê qeyranê li gorî biryarnama 2254 a Konseya Ewlehîyê ya NY disekinin.

Ragihandina amadebûna her sê welatan jibo hêsankirin û lîstina rola garantîkerê cihanîna rêketinameya ku yê li muzakirên di navbera dewleta Sûrîyê û neyaran di pêşerojê da pêk were, pêkutîya ser vîyana hevpar jibo têkoşîna li dijî DAIş û El-Nusrê û cidakirina wan û komên neyar ên çekdar, ji xalên sereke yên vê daxûyanîyê ne.

Ev daxûyanîya nîşan dide ku her sê alîyan bi awayekî isûlî li bara meseleyên kilîdî jibo ku alîkarîyê bidin çareserkirina qeyrana Sûrîyê, lihev kirine. Lê dewama alîkarîyên hin welatên rojavayî û yên navçê jibo komên têrorîst li Sûrîyê hela jî pirsgirêk û astengîya cidî ser rêya pêkanîna ewlehîyê li Sûrîyê ye. Lewma heta dema ku hemî welatên bibandor li qeyrana Sûrîyê, jibo kokbirrkirina têrorîsmê bi awayekî zelal hevkarîyê nekinev pirsgirêka çareser nabe. Van hewldanên bi dil û can, bê guman berdêla xwe jibo aktorên navçeyî û navnetewî hene. Kiryara têrorîstî ya vê dawîyê li Tirkîyê û kuştina sefîrê Ûrsêtê li Enqerê nîşan da ku hin unsur hene ku bi hemî hêza xwe hewl didin muadileya li Sûrîyê biguherînin û cîgeha xwe ya berî ku hêzên artêşa Sûrîyê Helebê azad bikin, li vî şarî careka din bidest bixin lê, niha idî yek ji xelekên herî girîng ên DAIŞ`ê û komên din ên têrorîst li Sûrîyê hatîye birrînê. Kiryarên vê dawîyê yên hin alîyan ku xwe derdayîyê meseleyên Sûrîyê dibînin, hêrsbûna wan a giran ji ber alûgurên niha li navçê û derketina deverên istiratêjîk ên Sûrîyê ji lepên têrorîstan nîşan dide. Bê guman van guhertinan bandoreke berbiçav li hesabên serbazî û meydanî yên karên têrorîstan û piştgirên wan hene, lewma berxwedan û astengîderxistineka zêde ser rêya wan heye.

Niha jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê 2 mesele di ewlewîyetê da ne, yekem pêkanîna agirbesa berfire li seranserî vî welatî û ya duyem jî gîhandina alîkarîyên insandostîyê, lê bi awayekî ku agirbes nebe derfetek jibo bihêzkirin û teyarkirina têrorîstan.

Eyan e ku divê ev derfeta jibo pêkanîna zemîneya rakirina pêngavên din û navbeynkarîya jibo bidestxistina rêketinameya berfire ya aştîyê li Sûrîyê were bikaranînê. Ser vî esasî li daxûyanîya Moskovê hatîye ku her sê welat li ser vejîyandina pêvajoya aştîya Sûrîyê disekinin û piştgirîyê didin agirbeseke berfire li vî welatî.

Ev biryarana piştî derbasbûna ji dewreke gêreyê li peywendîyên Tirkîye û Rûsîyê, herwiha pêkutîyek in li ser bihêzkirina hevkarîya Moskov û Enqerê têkildarî meseleyên Sûrîyê.

Viladimîr Pûtîn serokomarê Rûsîyê heftîya buhurî ragihand ku ew û Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê jibo destpêkirina dewreke nû ya muzakireyên aştîya Sûrîyê bêyî pişkdarîya Amerîkayê yan NY hewl didin.

Lê divê mirov li bendê be kanê biryarên civîna Moskovê dikarin çiqasî bandorê li çareserkirina qeyrana Sûrîyê bikin. Ji ber ku hela hin dilgiranî têkildarî helwestên Tirkîyê hene. Kiryar û destwerdanên Tirkîyê ji destpêka şerê Sûrîyê va berovajî aştî û ewlehîya navçê bûne.

Lê niha dilgiranîyên Tirkîyê ji ber berfirebûna vê qeyranê û têrorîsmê, bûne sebeb ku Enqere were ser masa gotûbêjê ya hevpar a ligel Îran û Ûrsêtê. Gotinên Mewlûd Çavûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkîyê ku duh got,`` Tirkîye piştgirîyê dide yêketî û yekperçetîya netewî, ewlehîya sînorên Sûrîyê û welatên din ên cînar û bi tundî li dijî perçebûna welatên navçê ye`` dikarin vê xalê piştrast bikin.

Piştgirîya ji biryarên civîna Moskovê wekî alîkarîya jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê, bê guman ser xêra gelê vî welatî, berjewendîyên komkî û ewlehîya li navçê ye. Lewma heke Tirkîye jî heta astekê ji helwestên serhişkane yên xwe yên berê hatibe xarê, biryareke li gorî rastîyan û ser xêra Tirkîyê ye. Bê şik qeyrana Sûrîyê tenê bi amadebûna 3 welatan çareser nabe. Welatên din ên navçê, YE`yê û Amerîka jî divê roleke zelal di vê navberê da bilîzin. Di rewşeke wiha da daxûyanîya Moskovê dikare bibe zemîneyek jibo pêngavên din.